1 Minuten Lesezeit
29 May
Sipêde bi evînî xweş dibe

Boniye Cegerxwin


Sipêde bi evînî xweş dibe

Xwezka evînî tim heba
Ez û te yarê hevre ba
Kîn û gazind qet tûne ba
Jiyan li gor min û te ba

Li ser çiyan tim bazbidin
Li nav çîmenan palbidin
Bi azadî bên û biçin
Cîhan tevahî ya me ba

Xwezka jiyan timî xweš ba
Azarî li ti cî ne ba
Li gel teva kêfxweš biba
Gerdûn herdem wê ya me ba

Xwezka ciwanî ihr heba
Pîr'û perîšanî ne ba
Dara evîna me šîn be
Gula me herdemê geš ba

Hevre jiyanê geş bikin
Çîçekan di hev werbikin
Xwe l'hev lar û nazdar bikin
Cîhan êdî pir xweš diba

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT