1 Minuten Lesezeit
07 Mar
silava min ...... Ev cenga we you ........ Werivandin

Ev cenga wir ihr


Gulek min tê de tineye
ne sêva mendalekî ... !!

di çirava kînê de
Baxên xewnên min şîn nayên
Ez Nikarim
ji qêrîna birçiyan
Ji îskeîska sêwiyan
stiranê tomar bikim ..?
helbestê tawankar bikim .. !!

2/12 / 2015.z.

_______

silava min


li keviya poşmaniyê nehêle
ne wardozê bi tenê yî
berî te
gelek dildar derbas dibûn
û bayê evînê
dêmên wan sor dikirin ... !!
Li ser dîwarên zindanan
Ramûsan mohr dikirin…

De li kenê gulên min bizîvire
bila çûkê lûsiyayî
ji ser dilê bendewar
bi serbestî bifire… !!

7/19 / 2016.z.
**********************************

_____________

Werivandin

hatina te dereng ket
henasên min
rêbazên xwe winda dikin.
teknîka nivîsandinê
hest û nestan ziwa deich
rê na de ku giyanê min
bi serbestî bipişive
bibe hêtwan
bi ser lêvên lavedar de biwerive ...
2/10 / 19.z.
**********************

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT