1 Minuten Lesezeit
30 Jul
sê helbest


? Ma kî dizane çi nirxe


Dîlber nasî di min derxe
Tu bi çûke hîna ferxe
Dil û gurçik ji sîng bavêj
Te ez kirim termê merxe!

Talan kirim ji serî da
Wêran kirim ji berî da
Ti bûye gur nav kerî da
Ku dil çû tu kezeb serxe!

Ku dil çû vîn çi wate ye
Jiyan reş kir bê me'ine ye
Bela min ji eşqa te ye
Dinya bi xwe ger û çerxe!

Dinya bi xwe tev dewrane
Xweşî û reşî j'însane
Kurmê heram ket giyane
Ma kî zane li nirxe!

BK21.07.2019 serzorî



Ma ji bo çi?


Em wisane bê helwest
Hev firoşin em bi qest
Ma ta kengê belav bin
Li hev reş kin vê mebest!

Ger kurdetî nekî am besten
Ta biratî nekî hest
Bi yek rêzî nelivî
Ihr tê bijît di bin dest!

Keda xwe tu nekî rist
Ji dijminre nebî sist
Xwînê erzan nefroşî
Bese hêdî kuste pist!

Ta nejît yek şahî mest
Ji ramanan bi elest
Qey koletî li te tê
Ta kengê tilîk verdauen!

BK16.07.2019 serzorî



DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT