1 Minuten Lesezeit
24 Apr
Rojnama Kurdistan

* ROJNAMA (KURDISTAN) 4/22 / 1898z.

Rojnama Kurdistan

-di encama qernê nozdan
dengê kurdan hasse cîhan
- mîrê botan her pêşewa
miqdad nevîyê bedirxan
-bi banga xwe gel şiyarkir
'Kurdistan' kir dengê kurdan
-vîna kurda wî diyar kir
Bi dilsozî daket meydan
-li QAHÎRA biryar da bû
Ku doza kurd nayê berdan
-dengê kurda pêr bilinbû
geşbû pêre hizr û rêdan
- "KURDIStan" mûma jînê bû
Wê vejand fikir û raman
-şewq û ronî dida cîhan
Wê xweş hejand erşê Sultan
-xebatê wê berdewam bû
li CINÊVÊ .... bibû mêvan
-geh li vir bû geh li wir bû
li ENGILÎZ ... bibû sîwan
-çar rûpel bû pir buha bû
nîvê mehê dihat weşan
-zar şêrînbû rewanbêj bû
bi zimanê xelkê BOTAN
-sih û yek hejmar bi berkir
li HEMBORGÊ bûye dîwan.

Mesûd Dawid - Hewlêr.

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT