Rojava
em bendewarê
Vegera Girnijîna xewnane !!
Xewn ... bê kenin di xewnên me de,
Sariya giyanên me şev sarin
Û roj tevî xirecira xwe ... bê dengin !!
Gelo tu dizanî?
Çêja xwînê
Çêja lêvan ji ser lêvê min biriye
Ç çehreyên evîna xwe nema ji nava
Çehreyan derdixînim
Rewrewkin li ber çavê min û hemtane
Înîne ... bê hêvîne ... ziwa û melûlin !!
Ihr ku hewil didim te di bîra xwede bînim
Vediciniqim li ber dengê teqînan.
Di rûyê heyvê de li girnijîna te digerim
Sorbûna xwînê li ser rûyê heyvê
Li rûyê min dide
Û laşên bê serî li ber çavê min vedilerizin
Direvim ber bi bîranînên min û te bihev re
Li hêviya awazên eşqa te guhdar bikim
Dîsa li ser dengê dilê te xew bikim
Û ji himhima reşkên şevê pêve
Qijîna qijakan pêve nabihîsim !!
Em bendewarê
vegera girnijîna xewnane ... rojava!
b di bendewariyê de hîna jî
ferhadên eşqa te ,,, di hilweşîna
çiyayên zorê de
destanên derwêşan bi xxwînê dinivîsînin
em bendewarên girnijîna girnijîna tene rojava