Roj bi gul û evîn
Ihre Gava ku ez dixwazim
helbestekê bihûnînim
tu di nava peyvên wê de
radiwestî xwe dilivînî ..!
Sîbera te bi lez cihê xwe digre û
Bi awirên tije heza, tu Li min dimeyzênî
Rê li min digrî, hêzê ji pênûsa min
Bi carekê tu distînî!
Hest û ramanan lihevdixî
Peyvan ji helbesta min dibî
Min jar û dîl dikî û bi kotekî
Tu min li paş vedgerînî ..!
Da timî ez bi bîranînên te re
Mijûl bibim û herdemê
Tu min bi xwe re bibînî ..!
Esedî bese! ka bêje delal
Çawa ezê te jibîrbikim
Çawa ezê ji te aza bibim
Çawa tê min ji keleha dilê xwe bidûrxînî!