Ji xew rabûm?
Ji xew rabûm min dît ku dil disekinî
Di baxan de bilbilan xwe dipesinî
Bi hestan çûm rex gulan min jê dipirsî
Çima bê bihin maye tu diçilmisî!
Ji pelên wê dilop hatin çi fêrmisk
Digot dilo ji vê ezî yê de tu husk
We malik wêranî da dijîn ne bese
Ji we direvîn û çûn nema tu kese!
Bila pesna bilbil bidim carekî ez
Çi fortin ew ku dibezin ber wê bi lez
De dizane ku çi derdî dikêşim
Bijîjk nîne ku bizane bi çi dêşim!
Weka diçe dem û dewran di ser min re
Bûme berxa ku girêdî tu ji gur re
Bihêle ku xweşkim bihar ez bi bihnê
Dizanim ez ku kes di bangê de tunê!
Qelenek buha didim va ji bêçarî
Bi pênûsê dinalim ez ka debarî
Li ramanan ji hev ketim ta bê ser mam
Mirdal kirin li min carek ez neçûm dam!
B.K.22.09.2019 serzorî
?Şemşaqa neke
Şemşaqa neke tu ji kesî re
Nan genimî naçin di seran re
Koletî bike bes ji xwedan re
Dawî mirine ka çi bibêjî!
Wek ew merove tu jî mirovî
Çima ew tûje li hember kovî
Kiryar wî kirî lê tû ye hovî
!Ew bê nemaz te rojî nimêjî
Xizmet karî tu tim ked înkarî
War ê te ye lê her bê debarî
Yek te dibîne zû bik xefarî
!Wek bi destên xwe kir kerr û gêjî
Rastî bigre tû erdê neke dûz
Kurk te nedî samûr ku bike xûz
Dadmendî yê ji bo xwe bik meqbûz
!Derd û kulên xwe bes tu verêjî
B.K.17.09.2019
serzorî
?Hevalên ketîyan tune
Tu ketî bi şûnva nebêj ax
Kesek nîne bêje te wax
Hezar sale tu bi tenê
!?Kesî negot kordo gunê
Tu wek tirî pir dijminî
Mixabin tu'b xwe dikenî
Bira li ber xwe nabînî
!Tu wek baxê xweş dijminî
Bi bawerî li hev bikin
Xwe di xwîna dilê min kin
Ji bin te ber têt kişan din
!Juyana te têt rakşan din
Kelepû kirin ew dîrok
Sere bin bûn li te çîrok
Xwe pişt rastke de lo kuro
!Bila neçî weka hero
De li paş xwe tu nenêre
Bi aramî guh bidêre
Ji destan tu veke kostek
!Li derdan tew nebe bestek
Berî gavan ku tu vedî
Divê hêzê tu bi xwedî
Te pişt xurand dest ê dijmin
!!! Honik nekir wekî yên min
B.K.07.09.2019 serzorî
Ji bo xwe be kurdo?!
Ma kî maye bê rûmet
Di dinêda bê xîret
Kurdo hêdî şerm bike
Her dikêşî wê mihnet!
Ma ta kengî bin bar bî
Li dijminan guhdar bî
Dergevanê bê par bî
Ferza neke bê sinet!
Tişta ne heq heq dikî
Keda xwe înkar dikî
Xwe bi xwe bê çar dikî
Carek tenê bik himet!
Carek tenha j'xwera be
Ne ku xelk tim siwar be
Bi zimanê xwe rabe
Balê bide ser ni'imet!
B.K.01.09.2019 serzorî
?Ji hicra te bi mihnetim
Min j'ber qewsên hilalan
Bûm benîştê pîr û kalan
Dame nîşana du lalan
!Ber ku hicran bibim yarê
Ber ku werin min du xeb xeb
Êşandim dil wê bê sebeb
Wê kie li min pir bê edeb
!Hîştim bê av gul beharê
Hîştim bê jîn di mihnetê
Jênî şikyan bê taqetê
Kî dizane vê susretê
Dinya min çû di bêçarê!
Jîna min çû dest bê arê
Nêçîr kirim xibş û karê
Dem û dewran ser mid narê
Huba wê kirim bê zarê!
Vîna wê qe nehîştim ez
Dawî hanî li min bi lez
Min daborand tev bi merez
!Ta gihîştim vê deverê
Ta gihîştim vî temenî
Çav bi girî tu rû kenî
B'rûmeta hicra genî
!!! Sayî reş kir ji bê tarê
B.K.28.08.2019 serzorî
?Di navbera meda
Di navdera min û te da
?Mirinek hê
.. Û hêvîyek hê
Ew sozek hê
Lê kes nizane
!Di ser mera xwedak hê
Dizane ku evînek hê
Bila nebe jiyanek hilweşya yî
...Dozek hê
.Yarê
B.K.21.08.2019 serzorî
? Li bakur volqan e
Ez li bakur dinerim
Erd dihejê lo kurdo
Bes xwe bide enîşkê
! Roja te hatî merdo
Ger tu xwe nedî hev du
Yek be nabe tu didu
Îro xweştir ji dihu
! Jiyana te çû derdo
Dengê dahol bilin de
Dîlana qenc û rinde
De rabe serî hilde
! Ta kengê tu bin erdo
Dijmin li me har bû ye
Gel ji xew hişyar bû ye
Sitem kar bê zar bû ye
! Bilam kin pozê qirdo
Geh bi ol û geh bi fen
Carna girî car bi ken
Têne me bi gez û gen
Volqan veda ye kurdo!
B.K.24.08.2019 serzorî
? Dîlanên berazan
Ji çep û rast û holik
Kerê boz axê çoloik
Ga wenda dahol gerand
Rakir danî xweş holik!
Govend dûz û şêxanî
Nig û qurç û seyranî
Hing û navder û canî
Gurmik û şeng û çong!
Esmer û zerî û can
Teva girtin bi dîlan
Dengê huner çû ezman
Xortên aşiq bûne lok!
Xort rabûne pê serxweş
Toz û dûman rabû geş
Hink ticarin hin dildar
Dijmin li me bûne tok!
Xwazî bi dewrên berê
Gelo nema vedgerê
Tişta ku çû paşda nê
Demên berê bûn bêhnok!
Çepik û lîl çûn sema
Cî war nema ji xema
Fedî kete nav şerma
Çi xweşikin keç şermok!
B.K.16.08.2019 şeterehman
? Jana dilan kî dikêşe
Ma vî dilî çikir bi min
Barek giran hilda ser min
Dost nehîştin wî ji bo min
Mal wêrane çiye evîn!
Vîn arame û xweş soze
Xewnên şevan girtî doze
Dil ji derdan wek bahoze
Wînin ber çav hûn cegerxwîn!
Ji bo yarê mirin xweş tê
Çi ji sozê bihna reş tê
Çiqasî pê ew dil geş tê
Wek tim dijît şerê narvîn!
Ger dojeh be şadî ye dil
Êtûn bi xwe feryade dil
Jêre her tim fîxane dil
Lê felek tête her b'xapîn!
Ta bi ebed li bendî ma
Tevî derd û kul û xema
Hezkirin her wekî xwe ma
Mela xanî kêşan ahîn!
B.K.15.08.2019 serzorî
? Mal wêranî ye ez
Laş hilî ya goşt û bez
Dîsa ez wek xwe mam ez
Min çi kir û her got:ez!
Çûm tilîka xwe bi gez!
Ketim rabûm ez û ez
Di binva bûm wek merez
Carek neçûm damê ez
Gur xarî ye kerî û pez!
Şivan çû bû bi tevez
Min xwe dikuşt bi qerez
Bêvil şikîm dîsa lez
Êşa dilan her rabez!
Kurmê dara me yî gez
Wî girtî ye goşt û bez
Ketî qurmê daye derz
Fîkî nema bixum ez!
Dijmin hat û xarim ez
Li ber meyê kirim mez
Mal wêrano xwe binas
Li te nema vîn û hez!
Xinizî ji min kir berz
Neqşe rê da çir û derz
Xwîn herikî weka çok
Derd û kulên te man ez!
B.K.06.08.2019 serzorî
Xwîn bûye av?
Dawe li min doz bihurî
Dewran li min dibeyirî
Keko çima xwîn bûye av
Buyer borîn tu nagirî!
Çi qewimî tu bê dengî
Wekî pêwra tu heft rengî
Piştî hewqas şer û cengî
Bê aro tu tew namirî!
Ku ar nekir fedî çî ye
Ji xwe berê ew gidî ye
Tu car bêvil naşewtî ye
De tu dakev ji wî kerî!
Kerê kulek tim li paşe
Dinya bi xwe dora aşe
Sira te hat neçe paşe
Kûçik li terme hêwirî!
Nebe rûvî neçe koxa
Xwe neke destik û doxa
Çi direwî li şûn soxa
Şêr naxun laşên gemirî!
B.K.04.08.2019 serzorî
Sayî girt li min bi ewran?
Yar j'wêde hat xwe kir dewran
Reng guherî weka pewran
Sayî li min girt bi ewran
Dûr xistim ez ji wan gewran!
Dil girt ji min wê bi mestî
Tîr avêtin awir qestî
Kêr di can da gîhaşt hestî
Sozê ku dan ji stewran!
Sozê yarê beravêtin
Bi dostanî dil davêtin
Xeman keser hilavêtin
Çûna yarê kete şêwran!
Çûna yarê tî kirim ez
Temen borî bî kirim ez
Gur hat û mî kirim lez
Şerme ku bûm ji xewaran!
Şerme ku bûm piring piring
Serî kundir hiş wek kereng
Reş dane min şûna çeleng
Li milan bûme hewran!
Li ser milan serma xarim
Di german de wek neyarim
Li rehma te çi guhdarim
Êla mezin ket kewaran!
Tev çûn û xwe dan enîşkan
Kirin şîqşîq wek mirîşkan
Bûm hirmijîn per kurîşkan
Çi delal bûn dil sawiran!
B.K.03.08.2019 serzorî
Devera aram?
Tapona aram çi wate ye?
Kurdo bizane tu me'ine ye
Kengê hiş bêtin serê te ye
Ketin û rabûn bi dest te ye!
Ta destek nedî hev tu bira
Wê her nêçîr bî para gura
Barkirin bî ji vir û wira
Deryak te girt yek l'benda te ye!
Mirin li der çi hêle hope
Dest bi kostek lê dar û cope
Tûj kirin qîl l'hestî û qope
Menge'a zirtan ketin ya te ye!
Get ne gur bî kûçik te bixun
Rûvî û çeqel meydan dixin
Bûmê şikêran baz dadixin
Berî meydan hiş din wate ye!
Leq leq nebêje rastî l'dare
Milet şaş kir bû ev çi kare
Karê hûn dikin ximet neyare
Hûn wek axa kewar ya te ye!
Heyfe difroşin vî miletî
Çend hezar sale bê dewletî
Welat çû ji bê mixenetî
Piştî ku borî lanet l'te ye!
B.K.05.08.2019 serzorî
Ku şêr çû meydane rûvî?
Li şûna şer dinalim ez
Dengê girî hilanî dil
Ji bê seran bê halim ez
Ji gul kêşe derdan bilbil!
Çi awaz û dengên dirêt
Di qeşaya kes na dibêt
Weka roja sor li banî
Mehane ew ji bêhna gul!
Hebû janek ji bê kesî
Me tenê bû ji bê nefsî
Tu kengê bi xwe bihesî
Ji kurdan têt çi derd û kul!
Me zevî çand bi keda xwe
Milêv hilda ser mila xwe
Wekî parsek ji mala xwe
Neçarî yê xwe daye dil!
Ku şêr bar kir waqîn rûvî
Li şûna wî har bûn kovî
Heta kengê tim bikevî
Zevî li me kirin gilgil!
B.K.02.08.2019 serzorî
Vebjêre xwe?
Dijmin har bû li te xwe binase
Tu bûye zevî neyar bûye das
Hêdî bes gotin:te guh palase
Piştî tu barkî du hirin xase!
Xinizî berde veger bi yarî
Koletî dikî ji bo neyarî
Dinya bi pêş ket tu hîn neçarî
Ta kengê bijî tîna kerase!
Xelk li te siware tu bi hop hop
Can li te qeşirî bi dar û cop
Para wan goşte ya te her tim qop
Tu ye nêçîrvan lê xwe nenas!
Xwîna te herikî dinya tev dît
Çi ser işkî wek quto û filît
Derî hat girtin mifte ka kilît
Ta xwe nedî hev nabî xelase!
Di rû hene pir li me diçêrin
Derfet nede wan ji xwe newêrin
Çaxa tu digrî pîs ew dinêrin
Dijmin bê bexte tu baş binase!
B.K.26.07.2019 serzorî
Girtî yê horîya me?
Bi wî şûrî girtîme ez yek corî
Di nav linga de bûme wekî lorî
Çi kuştin ji min û revandin ú çûn
Bi pesna xwe didane hev em horî!
Bihuşt ku me da nîşan di şermê da
Zewale dil ku girtî vîn d'germê da
Ku êtûn be jî dijît ew d'sermê da
Vekî hiş ji bo xwe kengî ez gorî!
Bi serketin ew ereb tirk û ecem
Di xerqê da maye kurdî tev bi xem
Ku êş û nal her dikêşin ta deysem
Çi tête xweş ew paş nava tu korî!
B.K.30.07.2019 serzorî
Kenê bi neyarî?
Ê li min kir buharî
Kenê dijmin diyarî
Bê hişo xwe nexapîn
Di paş wîde neyarî!
Ew kenê xapandinê
Bikevî nabêt gunê
Pişta te ji xwe tinê
Bê watene hewarî!
Ew reviya tu pê de
Çaxa ku ket tu lê de
Banga xwe di xwedê de
Bi hişan xudî şarî!
Neyar tê te dev li ken
Marê tu'iman li te gen
Carek sist ke tu wî ben
Çi jehrek pir dijwarî!
B.K.22.07.2019 serzorî
Jîn betale ho?
Dikê pêşkim mal û melal
Dikê çibkim vîna mirdal
Ku herimî xwîna zelal
Bira dikenî bi bira!
Felek nerindî danziland
Ji ser ta bin tev dihiland
Weka berfê l'hev gongiland
Hemî bûn koleyên pera!
Pere kûçik nakî meriv
Bi hestîyan dikî giv giv
Di nêçîrda bê pare dev
We dît ku hevparê gura!
Peza gêjgel her nêçîre
Şivan xewar bê tevdîre
Wekî axa li pez jîre
Temiradin li me çira!
Çi axa bûn em kol kirin
Mela bi ol em tol kirin
Li ber dijmin em gen kirin
Di binî da bûn wek pira!
Pire xar bû hêzan şikî
Kuro bêje ka tu çidkî
Tu dev di birîna xwekî
Xwe bikujî wekî mara!
B.K.10.07.2019 serzorî
Ma ji bo çi?
Em wisane bê helwest
Hev firoşin em bi qest
Ma ta kengê belav bin
Li hev reş kin vê mebest!
Ger kurdetî nekî best
Ta biratî nekî hest
Bi yek rêzî nelivî
Her tê bijît di bin dest!
Keda xwe tu nekî rist
Ji dijminre nebî sist
Xwînê erzan nefroşî
Bese hêdî kuste pist!
Ta nejît yek şahî mest
Ji ramanan bi elest
Qey koletî li te tê
Ta kengê tilîk digest!
B.K.16.07.2019 serzorî
Ma kî dizane çi nirxe?
Dîlber nasî di min derxe
Tu bi çûke hîna ferxe
Dil û gurçik ji sîng bavêj
Te ez kirim termê merxe!
Talan kirim ji serî da
Wêran kirim ji berî da
Ti bûye gur nav kerî da
Ku dil çû tu kezeb serxe!
Ku dil çû vîn çi wate ye
Jiyan reş kir bê me'ine ye
Bela min ji eşqa te ye
Dinya bi xwe ger û çerxe!
Dinya bi xwe tev dewrane
Xweşî û reşî j'însane
Kurmê heram ket giyane
Ma kî zane li nirxe!
B.K.21.07.2019 serzorî
Mêrg xweşin bi du yaran?
Mehreb bike bide raman
Damar sist bûn ji wan derdan
Kerema te li mi nayêt
Xum û xuş çûn ji bê merdan!
Buha ye dil ku vîn bidî
Demek bi ken jînek didî
Felqê gulyan ser de berdî
Wê çaxê bilbil bib qurban!
Wê demê jîn bêt temen e
Xwendin xweşe mêrgê te ne
Ger bêt kuştin bê lomen e!
Her bêjit ku bi du yaran!
B.K.09.07.2019 serzorî
Li wir?
Li ser pişta çîya kî
Li ba dikevim
Bi bayê evîna te!
***
Li wir?
Dişemitim ji berqefa kî
Tot dibime jêr zemîna te
Bi xweşî dikevim dil!
****
Li wir?
Ziqnebût tê
Lê bi germahî ya rondîkên te
Xu didm dînê?
****
Li wir?
Li deyşta dilê te..
Dibim darek
Bê fîkî!!!.
B.K.25.07.2019 serzorî
Hezar û çarsed sal?
Hezar û çarsed sale bêkesim
Li civatan bê pare ez husim
Di xewnan da her bi xof û tirsim
Ji bo mafê xwe çima tim qelsim!
Ne yekem mi nas kir hewremezda
Ku nîşanî da cîhan ew xuda
Bi wî hatin siwar min guh bada
Çi ax sor kir ji xwîn lê ne besim!
Ji xelkê re rêber û zana me
Ji xwe re nezan û dûvik mame
Şekirim bo dijminî tê zame
Keda xwe didim lê b'xwe nahesim!
Ku mafê min dibin kêf xweşim
Bira dibînim lê pê serxweşim
Dibim hişke dar fîkî naweşim
Li hember dijmin kole û ne kesim!
B.K.24.07.2019 serzorî
Ji ber dil?
Bê malim ez ji ber wî dil
Bê halim ez ji çavên kil
Mesken derdin li dîlanê
Hawîr dorê çi bar dan mil!
Bar bir ez bûm ne yarî ke
Dil hêsanî bê çarî ke
Yekem ez çûm bi yarî ke
Siltanim ez ku nekî bil!
Rawestîn her du kanî ya
Şanî hildin li xanî ya
Rehmê wînin li canî ya
Radmîsim ez du çavên şil!
Qelen xwîn bû bidim kenî
Sîstema dil nedî binî
Ma qameta me radinî
Va min da bû ku bim bilbil!
B.K.06.07.2019 serzorî
Yar be bi yak rêzî?
Ew yeke yar
Kirne çar par
Wek biye dar
Bilbile jar!
Mest û hejar
Mebeste dar
Girane bar
Gelek dijwar?
Têk çûne tev
Bûn dijî hev
Wan kirin lev
Avêtin yar!
Yare bê zar
Xelek gemar
Deng û hewar
Kes nedî çar!
Çare bi rêz
Bibin yek rêz
Da bikin xêz
Dil nekin sar!
Dil gorgîne
Girt bi vîne
Mirin jîne
Bo xibşe kar!
Nêçîre ew
Nebin wek kew
Bi fen derew
Hev neynin xwar!
Bese razan
Gilî gazan
Weke qazan
Ref kin yek par!
B.K.05.07.2019 serzorî