1 Minuten Lesezeit
20 May
Hespa min çû li dûr bez ya?

Hespa min çû li dûr bez ya
Narvîna min çû bi xwaz ya
Jiyan borî her bi gaz ya
Janek bû li dil rabez ya!

Janek zirav ketim pê
Wek xirlika li gepê
Dêşe ji alê çepê
Ji dil qetan din dez ya!

Dil ma bi ah û keser
Yar xemgîne çi berger
Rihel me kir ma kember
Lê ew ma dil tevez ya!

Sed sale çû bendewar
Çar vîn kirin ji yek par
Bilbil qîrîn dil hejar
Baxmeçîkê me raz ya!

Bax hat berdan bû talan
Bê piştgîr man sed salan
Zaro dibûn wek kalan
Lê dilê me j'hev çiz ya!

Me hat bi hev qerez kir
Jiyan tev bi merez kir
Serê lêvan me kez kir
Yar nayêt dest bi xwez ya!

Piştre em çûn melûl bûn
Tev bi hevre zelûl bûn
Lê dîsa ne qebûl bûn
Heyfe ku em tev kiz ya!

Heyfe ku hêstir barî
Em tev jiyan b'neçarî
Ta kengê bê biryarî
Bûne wek darê mez ya!

Qirşehîr.12.01.2019

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT