GERA LI EVÎNÊ
SELWA HESEN
Ez geryam li te
Dengek ji dûr dihat
Ez ji te hez dikim ..
Ez geryam li te
Di nav pêlên deryan de
Di welatê bê behr û deryan de ..!
Di nav rûpelê dilê xwe de
Vegeriyam rûpelên pêşî
Rûpelên ko te nivisan dibûn
Bi ava gul û çîçekan
Gulan Digot:
Bêhna me der bû ji
Ewê evîna wey mezin
Rewşa min digot:
Lê ez dijîm li welatekî tev serme ye
Rehê dilê min dimrin
Li te digerim tu li ku ye ..?
Ez vegeryam li rûpelên dawî
Tev de qitran û tarî
Nivisandî bû bi dilekî mirî
Em ji te hez dikin .. !!
Heger hezkirina wir ne rast sein
Ez jiyanim jiyanek xweşim
Keçek kurdim bi rih û canim
Ji wir pir hez dikim
Lê hûn wek pelê darê diweşin
Bê rihin..li ser we diqeherim
Va min ew pelê dawî ji dilê xwe avêt .. !!
Ez vegeryam rûpelê pêşî
Ji îro