1 Minuten Lesezeit
29 Mar
DIRBÊSIYA MIN

DIRBÊSIYA MIN


Dirbêsiya min…
Metirse ji bêbextiya dem
Ez tim te himbêz dikim.
Bi şev û rojan.
Ez xaka te dipîvim
Bi hestên hebûna xwe.
Tê tim bimîne
Xetîra azadiyê
Di nav çavên sitema
Rûreşkên mirovatiyê de.
Tê tim bimîne kela ronahiyê
Di koşika demên tal û tarîde.
Tu kes nikare te binixumîne
Di pexla bêxwedîka dîrokê de.
U tu kes nikare te veşêre
Di qorzîka xewnên wenda de.

***.

Erê dirbêsiya min
Ta ez hebim
Ez nahêlim tucarî dijmin
Li meydanên te bilîzin.
Ê dêwen kenok
Kiryarên xwey keysebaz
Binimînin li ser sînorên te.
Ma ne şerme îro AHRÎMAN
Dixwaze kolanên te vala Fahrrad.
Û konên xweyî reş vegre,
Di nîva ahînên bêdengiya te de.
Û kurmê dilê xwe bişkîne
Li kêleka rondikê çavên te ..

***.

Dîsa ez dibêjim
Dirbêsiya min
Tu agir nikare te bişewitîne.
Ji ber ku,
tu nîşana azadiyê ye
Û kela mêrxasên Dimdimê ye
Ma wê çawa AHORAMEZDA
Bihêle MARSÊ Ixrîqê
Çirifîtkan bide xwe
Li ser xaka te
Û kela girî di qirika te de bihêle.

***.

Erê dirbêsiya min
Tu warê hoza KîKANE
Bila çemê EKSOZÊ
Pesnê ciwaniya te bide.
Bila girê HESIKÊ
Ç çemê ZIRGANÊ
Di der mafê lehengiya te de
Xeberbidin.
Tenê ez karim bibêjim:
Tê sie û sie
Bibe guleke evîndar
Û di nîva dilê me de bimîne.

Mesûd Dawid - Hewlêr

Bild kann enthalten: Himmel, Berg, Outdoor-Aktivitäten und Natur

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT