Dengvedana wê
Li xewnê min min dide!
Dengekî dilsoj e
***.
Anfal bi Anfal
Kulîlkan dadiweşîne
Bihara Efrînê
***.
Setimandin
Giyanekî zerbûyî
Sûcdara çibû ??
***.
Hildiqopirinin
Ji sîngê welêt !!
Bajarekî nemirî !!
***.
Sê sal in
Herikîne, ranewestîne
Fermêskan zeytûnî
***.
Destlimêj bû!
Hass Qurban Kirin!
Pîrejinek
***.
Têrtijiye buhişt !!
Xweda ku ve dibe?
Van Giyanan !!
***.
Yek bi yek
Bûn Anfal
Kevokên Rojava
***.
Di hêlûna xwe de
Cangorî bû!
Zeytûna welatê rojê
***.
Piştî jiyançûnê
Li destê dizan qurban bû
Xweşika Serê Kaniyê
***.
Şevkorî
Bê desmal sêwîne !!
Kaziyên zeytûnî