2 Minuten Lesezeit
31 Mar
DEM DI BÛRE

DEM DI BÛRE

li beyarên xewnê te

Babelîskek lalim

!! ... Zîz û gêjim

Tenê pêjna te

Min hogirî eşqê

Deich ... tu dibe

Meyeke Kevin

Li taxa hişê min

!! .... Hestan di pelîne


Perestgehekî

Radîkalim di hicra

Mêbûna te de

Ayetên evîna te

Di xwînim dibim

Sofîyekî dil jar

Bi dîwarê canê

Te de radipelikim

!! ... Sar û xav dimînim


Rêwîyekî bê çarim

Destarê demê

Di gerînim diçim

Dawîya şevê li ber

Dergehên êvarên

Çavên por por

Sawîran şeh dikim

Dilekî şikestî ich

Ez û çend kovanên

Bê hêvî li benda te

Pêjna hatina te

!! ......... Di neqşînin

31/3/2020

Hzanê girkundê


DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT