1 Minuten Lesezeit
17 Jun
Tag ...

Halima Can Kobani

Dayê ...


Feleka xayîn
Bi dijminê me re bûye yar
Şewîtandin xwazya welatê min
Şewîtandin pariyê miletê min
Sojandin dilê û cîgerê cotkaran
Jar û belengaz riswa kirin

Dayê ...
Ez ê koçikim ji vî warî
Ji ber tûfan û bayê reş
Ji ber bayê bebextiyê
Ez ê pariyê genimê xwe
Li bejna xwe kim û herim
Tûrê derd û kulê xwe jî rakim
Er berê xwe bidim welatê cîhanê
Ezê behsa welatek aram bikim

Dayê ...
Ezê kaxez û nivîsên xwe komkim
Daxwaz û gaziyên xwe pêşkêşî wankim
Li welatê min îro tûfana reşe
Xwezaya welatê min bûye dojeh
Belkî welatên cîhanê
Dilovaniya xwe li welatê min bikin

Halima Can Kobani / 16.06.2019

Bild kann enthalten: 1 Person

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT