Gwîzanên manê Hedara min diqelêşin Metirsiyên biyaniyê Xewna min dikevêjin Li çavên te vedigerim Kenê heyvê Çirûsk û roniya peyvê.
1/26 / 18.z. ********************
Rûxandin
Demsalên rûxandinê Li yek hawî kar dibin Pêl şepêl li me tarûmar dibin lavedar û rêbiwar li me dîn û har dibûn… siwarê hespê perdar stêr bo me nanîne xwar… tarî me diçirizîne mizgîn naçirisîne Hemî çav tolaz û pûştin helbestên min xwe di tava heyvê raneşûştin. 12/21 / 201z ************************
NIJDE şev e… nijde bi rê dikeve wawîk ji kunê direve di tûnêlan re dibûrin Mest û gêj Dêris Dibin hemî lavêj û nimêj… min wêneyê Ahrîman siwar didît li ser pişta ker ê, pixember Axirzeman !!. 16.12.2008 ****************
Pirsa Mindal
Çemê xwînê bi himhim û nalenal e çêj û xwîzîya jiyanê di gewrîyan de tal e… pirsa mindal di pencera sosretê de ne hatiye tevizandin Da, iş çi bablîsok e?! Ji hêrza pişkandina çi "yezdanî" Hatîye aferandin?!. Ji tirsa çi şapatê hatîye raperandin?!. 18.12.2008 .z ****************