1 Minuten Lesezeit
Keça berfê

Keça berfê

Dildarê Aştî

Li ser kîjan quntarê xwe ragirim
Li keviya çi kaniyê
Bi tiliyên hedarê mijûl bibim
Ç Çawa çipilkên katjimêrê rawestînim
?!. Bûyerê paşwext Bikim

Hatina te dereng ket
têl û netêlên telîfonê hatine birîn
Kev ketiye reşa tîr
Ê pêjna te
bêhna pûngê nafûrîne
Kenê te
Sitêran naçirisîne
Kulîlk û gul
Di neynika dêmên te de rûnadin
Çav li hawîrdor xayizin
Û perwane
... !!. li dora mijgûlên te naleyizin

... Lîlo..lîlav..lîlavê
Hogira nêrgiz û avê
Keça freundê
Hevala gezmax û rê

di hinavê min de
Kaniyek bikel digere
Di hişê min de
Hewar û govend û şer e
Te jî îro
Şopa kenê awatxwaz
... Li ser anya vî welatî wênekir
Xêzeke xwîn
Di nexşa xewna min de te zêde kir
. 6/27 / 201z
****************************

Dildarê Aştî

DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT