Rê Ziwabûn Ji Barana Awiran Li hêviya te! Tevna rêwiyan ji gurdê ket Barê silavan nayê hilgirtin Bi stûnên keseran U tu nehatî.
12.1.2019
Ihr Sibe
Du tasikê çavên min Pêlek lipêlan dide Rondik disere diçin Bijîjk ji mirin dipirse: Qey te derya xwendiye? Yan te mirin ristiye? Min bekam na Na na Min Du keziyên ji Bê Ji bo welatê kezîkur hûnaye! Mêzeke li çavên min Dilek î pûç û ziwa Kakil e Qoqê vala Kelemperê havînan Berbaye !!.