Dîmen
Hoker tevgerê dikin
Dîmen pêk tê:
kêferata sêwlekên bend û benî-
li nav çirava gola genî…
-serê keleşêrên perûte
li sergoyên tara binî…
debengî xwe derdibire
hêvî bêpirka difire
tawî dibin hest û nest
bawî dibin ling û dest
Mengolî têne dîlanê
Peyv û raman û helbest…
2/10 / 19.z.
******************