1 قراءة دقيقة
25 Sep
ZIMANÊ ME

ZIMANÊ ME
Min bi zimanê xwe xwend
Hin çîrok û hin jî pend
Pir şêrîn e ev ziman
Bi tîp û livên çeleng

Sî û yek tîpên hêja
Hin hevok û hin bêja
Xweştirin ji av û nan
Ji rojî û limêja

Hin dengdêr û hin dengdar
Pir xweş tên li hev siwar
Bi vekît û rêziman
Destpêk kovara hawar

Ji pênc tîpên cêwîdeng
Peyv dibe do rê û reng
Ker û ker ji hev cuda
Yek jê sert û ya din nerm

Tîpa y ew girêkoke
Î , ê dişkîne ji koke
Dibin, i di nav peyvan
Xemlê dide hevoke

Tîpa w xwedî bandore
Û , dike u do cûre
U , lawaz û pir giran
I , datîne li şûne

Ê , bo yekjimara nêr
A , mê cuda dike ji nêr
Ên , tê ji bo herdowan
Xuya ne wek tacek zêr

Ev beşek ji rêziman
Bijî kurd û kurdistan
Bi xwînin bi nivîsin
Da ji bîr nekin ziman .
Ehmed Tahir

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‎Ahmed Tahir‎‏‏، و‏‏‏نظارة شمسية‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏

تم عمل هذا الموقع بواسطة