1 قراءة دقيقة
05 Apr
Zayîna....helbestê

Nayif Çolo


Zayîna....helbestê 

 Zagûna tîpan bi şîrvekirina ji sînga
Zabenda
Ramanan ber bi tomarkirina li ser
Navê pênûsê rewa dibe
Bi pijirandina rûpelan.
Û
Hêdî hêdî tilî
Dibin yasager li dadgeha
Helbestê.
Tîp rêz dibin li ser xêzikan
Mîna
Şalûlan di demên bûharê de
Ku
Ew li ser daran bi cih dibin
Û
Şahiya dilan bi deng û rengên xwe
Li dardixin.
Xwîngereka helbestê
Di
Damarên xweşhatîkirinê de
Canê pesindariya wê
Dibe dilbijîna çavan ji bo
Xwendinê.
Bedewiya wêneyên wê
Zayîna çavan
Bi
Cêwîk ji zarokan di xemile.
Giryên wan awazên demê ne
Li ser
Şanogeha xoşecanîkirinê
Ji
 Layê xwendevana.

 Nayif Çolo



تم عمل هذا الموقع بواسطة