Bi rêbaz û felsefê
Tebat bi min nakevê
Bi kar û xebat û liv
Xew ji çavan direvê
Ez hawar dikim xwedê
Hêzekê bi min bidê
Kurdan bikim xwedî maf
Azad bibin li dinê
Bila xelk bêjin çibû
Mêrek ji kurdan hebû
Kurd li hev civandin tev
Pir zîrek û zanebû
Ji derya navê ,ta reş
Welat bibî gula geş
Milet bibî wekî hev
Gel jiyanek rind û xweş
Ez ji xew rabûm bi lez
Hatim telya xwe bi gez
Pir xweşbû ev xewna min
Lê hîn guro di nav pez .
BERÊ ME LI KÛ YE
Ez şêrê kurdim narawestim
Di meydana şer bi nav û deng
Ji ber dijmin qet ez narevim
Êrîş dikim wek şêr û piling
Têk diçûn turk û rom û ecem
Ez dijwar bûm wek ar û piring
Dimdim dizane xweş mirov im
Min meydan hejand bi şer û ceng
Turko ji ber min dabû sitû
Sîxur ji kurda pişta m, şikand
Li ser pişta me bûne dewlet
Şûrê sultan di singê kişand
Dost û bira pişta min berdan
Di wan rojên pir dijwar û teng
Dijmin li me gurdibûn bi ez
Me hev berda pişta me şikest
Ma çi cuda ye îsal ji par ?
Lê tim dem li me dibe dereng
Ger di nav me hebe sozek rast
Kesî serê me ne ditewand
Kurdino ma ne bese êdî
Nema dizanim em bûne çend
Dijmin û pîs bi me dilîzin
Va em kirin sed partî û bend .
KURDINO
Guh bidêrin ey kurdê nezan
Zû bizanin dîrok û ziman
Guh nedin pîlanên neyar e
Maf nayê bi hêvî û hesan
Ger hûn dixwazin maf û dewlet
Bijîn wek mirov e bi rûmet
Va armanc ji bo me diyar e
Lê dive yekîtiya milet
Bese êdî gilî û gazin
Pir diaxifin û diazin
Çima dikin karê bê kar e ?
Bêjin azadiyê dixwazin
Kar ne bi gotinê qelew e
Ne jî bi pîlan û derew e
Wê berf bihele li zinar e
Xuya dibin zevî û rewe
Ji hev cuda kin zad û zîwan
Hevsar têxin dest nefşê ciwan
Gayê seqet qet neyê bar e
Zemîn naxemile bê baran
Ho hey kurdo ma tu çi dike
Tim dide ber çepk û lotike
Bûne dîkê pevçûn û şer e
Dijmin agir nav me xurt dike
Kak ne hemî demsal buhar in
Ne hemî kes dost û heval in
Me şehîd danîn bi hezar e
Ji mer dibêjin hûn neyar in
Sed sal ser pişta me siwar in
Ji mer dibêjin kurd kufar in
Dibin navê şerê gawir e
Em kuştin ,xwîna me vexwar in .
HEY HAWAR
Hey hawar hey hawar
Gelî kurdên xewar
Welat kirin dojeh
Van dijminê zordar
Çima tu bê zarî ?
Bê xebat û karî
Dem dibûre bi lez
Tenbel û xemsarî
Gelo tu nabîn e
Van êş û birîn e
Tu maye di xew de
Ji te bê hêvî ne
Hey hawar hey hawar
Gelî kurdên xembar
Welat bûye kavil
Zemîn maye beyar
Fenbaz û rêbir e
Mîna hirç û gur e
Welat talankirin
Bi pîlan û fir e
Tev pût û peyker in
Nandoz û qeşmer in
Em xistin çi halî
Gotin em serwer in
Hey hawar hey hawar
Gelî kurdên xemsar
Zarokên me kuştin
Ser pişta me siwar
Wek volqan dikelim
Wek kiwîn dinalim
Kes dengê min nake
Çawa ez dilivim
Kêr gihişte hestî
Winda ye ev rastî
Rista me tim şaşe
Ev dil ma şikestî
Hey hawar hey hawar
Gelî kurdên dildar
Hemî bibin çavdêr
Xwedî xebat û kar
Guh nedin neyar e
Karê wan diyar e
Turk û ereb û furs
Wek tûpişk û mar e
Besin xewn û sawîr
Tev dijmin li hawîr
Nabin dost û heval
Rêbir qet nabin mîr .
BEXTÊ ME
Çima bextê me kor e ?
Dijminê me zor e
Sed tifû li dîrokê
Peyva kurd tehl û şor e
Barê me pir giran e
Biryar di destê nezan e
Bi pirsin ji dîrokê
Ne wek dibêjin hesan e
Doza me pir pîroz e
Cejna kurdan newroz e
Ji hev derxin dîrokê
Li gor peyman û soz e
Welat xweşe buhişt e
Tev çiya û surişt e
Sed tifû li dîrokê
Îro kurdistan bê pişt e
Destên hev bigrin tev de
Gelî mêrxas û comerd e
Nûkin pelê dîrokê
Da jibîrkin kul û derd e
NE NIVÎSKARIM
Ez ne helbestvan im
Ne jî dîrokvan im
Xwedî maf û doz im
Kulên gel dizan im
Êşa tevan yeke
Dan ber şek û peke
Dil bi êş û kul im
Bazdan teke teke
Ez ne dîn û gêj im
Lê newêrim bêjim
Wê destê min jêkin
Ji welat firêkin
Wek mar û tûpişkin
Zordar û serhişkin
Ji me re wek şûrin
Ber dijmin dikûzin
Em kirin sed parçe
Ketin qul û kunce
Tim xwe diveşêrin
Mîna gur û hirçe .