Hîna tu serfiraz î
Bi behre û hayraz î
Serî hilde bidomîne
Rêka te pîroz e bikudîne
Ji ber lingê te diherike
Kaniya jînê
Li sirûda te guhdar e
Bêrîvana evînê.
20/9/2019.
********************
Destên te vala ne
Hilû ne bê kelem in
Çavên te tije xem in
Dilê te tije çem in
Ji nefel û rîhanê pê ve nas nakin
Ji bil sitêrên veketî
Xwe di ava wî wernadin!!.
18/11/2019.
******************
Salên gêj
Di ber min re dibûrin
Şûşeyên ayîneyan
Li ber simên wan dişkin!
Refên xewnan
ji başûr ber bi bakur de difirin
Periyên wan diweşin…
Ber bi asoyên hêviyê de
Pêxîla xwe vedikim
Hîna sira hatina te
Hilm û gulmê difûrîne
hîna lerza evînê
dilê min vedijîne.
18/11/2019.
******************
Pêwist e bistirênim
Li ber pîkoliya salan
damarên deng
Lev hatine alandin…
dizanim dengê min er e
û guhdarên min kêm in
lê divê ez bistirênim…
zengelorkên ku lê didin
Bi bangên cengê mijûl in
Bi nûçeyên gencîneyan
Bextê mirov
Bi zimanê darayî her taxive
Û sirûda aştiyê
Di nav lêvên zarokan de diwerive
Pêwist e ez bistirênim.
18/11/2019.
**************************
Katjimêr
Katjimêr a serdemê
ser sîng a min
pildanan radiwestîne
refên kevokan
ji kendavên dil difirin
sîtava xwe
di ser kaniyên xwînê re vedigrin
li vê derê
azadî davan vedide…!!
9/11/2017.z
***********************
Hîna gule
di sînga lawên te de sar nebûne
kujerên hêviyê
di ber me re dibûrin
alên xwe perûba dikin…
rêçên xewnê
li ber evîndaran digrin.
hey dayika kezebsoj
Pêlava xwe bikupîne
Bila wêneyên xwe tê re bibînin
Di oxira delalan de bilîlîne
çarenûsê
li ser aniya dîrokê binîvisîne.
8/11/2019.
**************************
di bin çermê gûmanê de
sawîr û saw
xwe li hev dihirhitînin
Marên reş
xwe li dara miradan dihesikînin
ebrûyên bendewaran
dibin amajeyên pirsê
û peyvên min dilûsin
li ser dîwarê tirsê!!…
4/9/2019.
*****************
Hîna agir hilor e
Hîna govend li dor e
Şad dibin zarokên xewnê
Bi şekir û yadîgariyên cejnê…
Agirekî pîroz e
Newroz e..newroz e…
ji qûntar çiyayê xewlêçûyî
Kawa serê xwe hildide
Bangewazê nû dike
Bila agir venemire
Bila tarî konê xwe venegire
Bila perdeyên şanoyê nehên berdan
Û hofka sitêran neferike
Hîna ji nav lêvên gulan
Xwîna bilbil diherike !!
27/7/2019.z
********************
Hewara berê sibê
Xewaran hişyar nake
Westiya bûn şeva berê
Di civata pûştan de
Xwîziya wan ziwa bûbû
Di bazara peyvan de
Li bendî wan nemîne
Gema tirsê
Di ser pozê çarenûsê re werîne
Qêrînê rizgar bike
Bila hespê tertilandî
Rêbendan biherifîne.
12/8/2019.z
*********************
Mîna Pêçeka rabûrê venedike
Bi rondikan
Rûpelên bîranînan hêwî neke
Gilî û gazin..
Hêrzên melavê didizin
dil xiloxavî dibin
Dest dijenin
gulên giyan
Bi hêvîsarî diçinin !!
12/8/2019.z
*****************
Bi xwe dakeve meydanê
Xem û lavan didêrim
Sozên yaran dihinêrim
Tenûra can dadidim
Rivîna min
kevanên keskeke sorê
bi rengên dozê dihûne
evîna min
hêvîdaran bi behre û hayraz dike…
navkuta qadê
rîtmên sirûda baranê saz dike!!
27/7/2019.z
**********************
Bêhnvedan
Hindekî raweste
Navîşanên sereke
nehatine nîşankirin
Rêçik hatine badan
Xala tu jê dest pê dikî
bi sîya te re digere
bêhnefişka xwe ragire
beza te
di navbera te û leylanê de
qûnaxa metirsînê naguhere !!
nasnameya xemên te ez nas dikim
keserên, ku bi rengên vîn û şînê
ji rekeha sînga derbider diçûn
bê lûs mane
ên ku tu pêrgî wan dibî
ji dûbarekirina xewnê westiyane
lêv ji lavan kul bûne
ji ravekirina çîrokê sil bûne !!...
de were xwe vehesîne
li ber sîtava qêrînê
li nav giyayê birînê
nameyên xwe raxîne
peyvan vewejirîne
gelek raman hatine şewitandin
gelek pêgeh û cîgeh
hatine guherandin
peyvên ku me
di halana destpêkê de
li hevdu mahr dikirin
nehatine şûkirin
melavên me bê dûnde ne
birhên helbestê bê sûde ne
bernagirin lem û şitlên çandî
û bablîsok diweşînin
baskên wêneyên zindî…
2/8/2019.z
**************************
Di tirsim tu di vê hewldanê de
kulîlkên mêbûna xwe winda bikî
Û gulîstan nêr bimîne
di tirsim tu
gemkirî Hespê arezûye bihêlî
û hîrehîr
eware di rûyalan de bidomîne…
11/1/2015.z
____________________
Dîtinate
li bîra min şiyarkirin
her du şimamokên werzê raserî çem
û dara Berberojê
Reva mihîna boz
…. ber bi newala xewnê de
Sira bayê sibê
Bêhna Pûng û Rîhanê
Bi bêhna
min û te û Şimamokan re
tevdida
Em piçûk bûn
û evîneke gewre
dilşad em dihêwirandin…..
8/8/2002.z
_____________________
Ezê bêm
kulîlka min….
hengeyek perwerî tî me
ji rivînê
ber bi baxên xewna te de
revyayî me
digel sêncên direhî
ezê bêm
hinguv ji nav lêvên te binisilînim
ezê bêm û mizgînan
di fîxana bêzaran de vêxînim
da rondikên şadîmanan
van giyanên azirandî raşoyînin….
1990.z
______________
erê…
dîsa va me
li ber deryê malbava te
di canê min de mestbûnek dinale
areziwek dikale
va dilê min mendalekî şevdere
kolan kolan digere
himbêza te
penageheke ewleye
de were…
1991.z
_____________________-
Bi çi dilî ew dikuştin
Kîjan bazirganan
Konên xwe
li ser kaniya xwîna wî vegirtin
Çi sînor
Bi xwîna wî nîşan kirin...?!
Çi nexşe
bi mendaletiya wî wêne kirin... !!??
wardozên tariyê ne
Kujerên Hemza yê xetîb....
5/9/2011.z
___________________
Beramberî mana xilmaş
Tundûtîjî
pencên xwe dipelîne
dêman dixerpişîne
bexçê axaftinê diçilmisîne
Û himbêza hedarê bê sêv dimîne
Tilî di valahiyê de xwe dikojin
Henasên tî
Tiştê mayî ji xewna min dinoşin…
16/11/2008.z
________________________
Mirovetî bertavêje
li rewşa şêniyê ramyar dibim..
hovîtî diyardeyên xwe har dike…
geliyên xwînê ne
gulîstanên şewatê ne
rêwî gocin
û cendek deraxene…!!!
li vê derê
mirovetî bertavêje
di nav pelaxa serkeftinan de
bangên min tasan dibin
de ji şîna me derkevin
hey lehengên mirdalokî
evîna me
ne hinkûfî xewnên we yên çekurîne
mafên min di jiyanê de
esmaneke sayiye
henasek bi hêviye
8/2/2015.z
____________________________
Gelo ma gul ji evînê re maye..?
Û kîn, derdoran dagîr dike
gelo dil ji dostaniyê re maye…?
Û dijîtî radeyan xemgîr dike
Gelo…?
Ronî maye ji peyvê re
Xewn maye ji revê re
Û rêwî bi çekên xwe min dibizdînin
Awazên min dişikînin
Ritmên nû bo axafina min datînin…?!
4/3/2015.z
****************************************
____________________
Piştî vê kambaxiyê
Li ser baskên hêviyê
Dilsariyên we hildigrim
Mizgînan belav dikim
Yên ku li ser sînoran gefan dixwin
Nikarin wardoziya min rawestinin
Ne jî
Nîşaneyên dînbûna min bişopînin …
Nikarin bawer bikin
Piştî vê kambaxiyê
Wê roj bi de dêmên gulan
Gul xweşikin di destên evîndaran de…
12/6/2009.z
* * * *
______________________
Ber bi rewrewkê de
Peyv revokin
û tu segvanek lawazî
Ramanên pirçosekî
Hêlecanê di destên te de dikin
Di gelca şepêlan de
Tu hayhayê ber bi rewrewkê de dikî…
Bese te temenê xwe
Di vê gelemşeyê de qurquçandiye
Te gulek jî
Pêşkêşî dosta xwe nekir…
De leşkerê şevpestên xwe bikişîne
Pala çiyayê êşê
Rêbaza berxwedanê amade bike
û nû were…!!
9/11/2010.z
********************************
_______________________
Vegere
Vegere dilê min veger
Çima wisa dûra dûra derbider
Tu xewnên xwe li qûnaxan dihûnî
ber bi vedengên nehîn de
tu lavêjan
bi ser devê birînan de vedipûnî…??
Li vê derê
Şewata me Bûsila vegerê bû
Ji kerwanê mişextan re
Giyanê me vêdiket
Hestiyên me diçirisîn
Li vê derê
Birîna me
Penageha azrgîr û dildaran bû
Çivîkên jarî şevder
Bi ser şaneşîna me de didanişîn
man bi me dişêjinî….
Çima çû…
Gereke tu ne çû ba…
toz û xweliya van gundan
te li serê xwe dêra ba
te êtûna kedxwariyê
di cergên xwede hêra ba
li sînor û duryanan
te agirê evînê
li cane xwe dada ba
dînbûna xwe
ji dost û ji biyanan re
eşkere ber ba te da ba
te ev girî
ji destê xwe ne berda ba…!!!
vegere…
stiran û xoşxewanên me
li dêmên tî perçivîne
mijankên çavnêriyê
li bîbokan kizirîne
tiliyên sazbendiyê şewibîne
bê ritm û awaz maye kenê mestan
qerimîne
çeng û baskên helbestan…
û tu diçî…
name û qewîtiyên xwe
di bêrîkên rizyayî de hiltînî
tu razên xwe
di ber sifirneyên gundên berdayî de
di lûsînî….
… tu her diçî
di pêşbirka revê de
di bin simê hespê te yê laxir de
rê û qûnax diloqin…
vegere dilê min veger
çem û cobarên Binxetê
li masiyên bendavan miçiqîne
kaniyan xwe
ji ber pîkoliya hesin veşartine
tenê…
cokên çirav û aravan
li nav tarên hejaran
qinêber û stirîzerkê av didin
tenê Ceqceq
birîna xwe bi qamîşê saz dike
rêjtina xwe li Qamişlo pîroz dike
û Qamişlo
navkuta niştewarên xwe
ji nifşê paşerojê re tomar dike…
vegere….
Nayê bîra te me digot:
Em pêwistin
Wek bûjenên şewatan
Em pêwistin
Bo kêzikên ademîzad
Peyalên şevhêrkên me dêrisbikin
Ev arşîf tev
Ji boyî tomarkirina nav û wêneyên mene
Ev pasgeh û ev artêş
Ji boyî çavdêriya kutkut û lerzên mene
bive ne em
şikînkerê bingehên rêcîma ne
ziyankerê ewlebûna dewletane
bêdengiya kolanên me
bêxemiya mirina me
nokeran dibizdîne
me dîroka zayîna xwe
di nav xeşm û himberiyê de nas kiriyê
me berberî
bi zîkbûna manêre kişandiye
vegere….
Çima çû..?
me dê bajar
ji sêlik û kîsên naylon malişti ba
me dê riwê kolanan ji lêmiştê
bi gulavê şûşti ba
me dê neynikên bergehan
ji finasê boyaxkeran parasti ba
me dê bi hevre berzûrî comerdiyê
barank xilbe xwesti ba…
vegere dilê min veger
bila sawîr
li devê pencerên me kedî bibin
bila pîj û pêtên kînê
li canê me xwedî bibin
û bila sêwlek fêr bibin
çawa meşîn destpê dike
çawa xewn dipişkive
û çawa cî kat dide…??!!
10/3/2001.z
*********************************
_________________
Ne Kurdistan
Derî li ber min vedike
Ne warên din
Lava min dihêwirînin
Dê poşman bi mînin
Hemî dergevanên
ku bi kirê hez dikin
û ev welat
Tev wê ji bo min bimînin…)..!!
1/10/2013.
________________________
welatekî lave dikim...!!
welatekî...
di gêra pelê tirî de
axpînekê...
ku têra fîxanê bike
têra dîlanê bike
têra reva leylanê
têra firîna perwanê
têra....
çivanekên bejna dîlbera min bike
axpînekê
têra dînbûna min bike...!!
Avdar-2004.z
_____________________
Bêrîkirin
Dûrî te ketin
û tu sipartin tozê
paşê digotin:
me bêriya te kirye
lê tenê ez
pêwanê êşa te mam
gerokê kolana me
penaberî ti bajaran ne bûme
ne ti pêlan
gewdê min li hev pêçane
ne ti awirên biyan
bi canê min vedane
hîna dilê min liyane
ez bêriya te dikim…
2007.z
_____________________
Mizgînvanê tariyê
Hey peygerê leylanê
Tu ayetên riziyayî
Di pêxîlan de hiltînî
Bi xwîna tîr qewîtiyê di nûsînî
Ber bi baxên xewna min de dikudînî…
tu nizanî…?
Sozdarên te
Kose û berkosene
di bazareke pûşt de
bi hesanî te difroşin
guhên te diqelêşin
di anîya hev didin
pê bi coşin
li ber guvîna xwîna te
peyalên serkeftina xwe
… dinoşin
Ew dizanin
Ku lava te bê oxire
û xema azadiyê
Hespek sergermî navbire
di bin tepseriyê de
… nahêwire
Lewra..
Berê te diguherînin
ber bi windagehan de
!!!…. Perîşan te dişînin
12/3/2005,z
______________________
siwarên leylanê
li her goşê
kose û berkosene
xewn û hêvî cûtine
kêrên kînê sûtine
nêçîrê pareve dikin
guhan û goşî dotine
… berşîran ji şîr vedikin
û hîna jî
xebatkarên kawikî di guhê Ga de
bangewazan
ji nalîna min di hûnin
mehrecanên serkeftinê
li ser ritmên şikestina dilê min li dardixin
hîna jî sert û gîvin
nizanin ku
siwarên leylanê ne ba dipîvin
2007.z
____________________
Serkeftina xûz
ji bo serkeftina xûz
te çend nifir li temenê min diristin
Te çend şoreş
di fincana qehwê de li darxistin
çend peyalên serkeftinê
di nav destên xiloxavî de dişikestin…?
15\8\2010.z
______________________
Pêjin bê reng disûrike
Û dû
rêbazan digevcilîne
Di têkçûna tevayî de
Hin peyvên xwe winda dikin
Hin wêneyên yara xwe dêris dikin
Tayê pirsê li pêngavan diherbile
Di vê bablîsokê de
Kî diwêre
çirûskên xwe
ber bi veşargehan de bikudîne
kî bikêre
tayên pirsê ji gûmanê bikşîne…
15/11/2010.z
*****************************************
______________________
Xanima sibeha mizgînê
Tu têyî
ferişteke têrnebûyî ji firê
li ber lava arezûyê ne lezîne
derbend û rê ne ewle ne
belkî
Fîşeka segvanekî rê winda bike
belkî Kurmê xiniziyê
Cihê Nobedaran guherti be…!!
1/10/2013.
___________________
bêhna te
êvarek arezûmend bû
û tavsorkê
çivîkên deşta xemê
bi pêjna te dirv dikirin
li wê bestê
çem dikenî
kevirên çênî
giyayê teze
û çîmên avînî…!!
Serdana te li min pîroz dikirin…
wê êvarê
ciwaniya biharan
li ser dêma te dicivand
bêhna te
gul ji nû di giyan de radiperand
te hêrzek nû
di peyva min de gerand
te hestek nû
di helbesta min de livand…
5\2\2009.z
____________________
Dema tawankar tên û
bi şûrên xwe çep û rast
gerdenan dixilînin
gulîstanên aştiyê
xewnên xwe diweşînin
şax û kulîlk tawî dibin
perwane bawî dibin
û peyv
dibin mêşikin gurî
di demûşa diruşman de
diçikilin…!!
1988.z
_______________
Min bihêlin ji mijê re
Ji berf û baranê re
Ji xewna şevderekî berxwedêr re
Ne cewciqînin
Ava di bin min re derbas dibe
Kevirên di nav de dikelin
Bi hêlin ez dasîtanê bibim serî….!!!
20/4/2015.z
_______________________
xewngîrî
bi nav xeman de dûr çûye
peravên hêviyê dûrin
deryavanan
qeyikên xwe bûrandine
bi tenha
şikestiye helbesta wî
li keviya dudiliyê
keseran ew hilanîne bi pêlan
pirs û gûman
guhên wî dikişkişînin
li ber çavan
aso dişkin
diruşim reş girêdayî têne xwar
çavan digre
bi hatina pêleke tewş
xewngîr dibe…!!
1989.z
_________________
bang
hey revokên ber bi xopaniyê de
werin vegerin li min
tenê karim
hêviyên we yên sitewr
bi gon bidim ..
1988.z
_____________________
dostek
bi geşbînî derbas dibû
bi ken û şelafiyan
çayê vexwar
sozek birî
û çirvirand
civan danî
û çû mîna marmarokê
xwe veşart
ez dimam……
ta sawîrên celdeyê
bi ser min de xiliyan
gêrikên bendewariyê
di laşê min de westiyan
ta pencrên derdoran
baweşkiyan…
û ne hat...!?
şam-1992.z
_____________________
Alek
aleke…
bi dîwarê oda min ve
hîna helawistiye
li binya wê
wêneyê mendalekî felestînî
xwe dadide keviran…
roj dibûrin…
û demsalên kerepûlê
lehengan pêşkêş dikin
hîna jî lewendiya xwe parastiye
dûrî gemara mêşan
û lotikên li derbarî vê odê
hîna di pencera dil de
bi azdî pêlpêl dibe
di gel pêvedana pirsan
û finasên pêxwasan
ber bi başûrê min de
û başûr
di qûntara xerdelê de
bêhnefişka mendalan dihêwirand..!!
1992.z
**********************************
__________________
weke ku ez şûrekim
di xavika rojê de
weke ku ez derya şêtim
di bejê de
weke ku ez firtone me
di dojê de
wisa……
pîlebazên vê deverê
ji hatina min ditirsin
dergehên xwe asê dikin
zarokên xwe
bi efsanên jiyana min dixin xew de
û hîna ez
şikestinên xwe dijmêrim…!!
1996
**************************
____________________
li vê derê
li vê derê…
ezmûna mirovetiyê me
û gewdê min
xaka vî welatiye
biçînin tê de biçînin
pîjên kînê
kêrên jehrê
wênek û zikreşiyê tê de biçînin.
lê ev xaka
birînên min tê de bûne
kaniyên azadiyê
zore zore
ji bil baxên evînê tê de şîn bên..
1998.z
*****************************
_____________________
Dest bi destin
(Min ti carî ne pirsî
Tu Turkî
Yan Erebî yan Farisî
Her dilê min li ber te dibirisî…)
Hevalo...
Dest bi destin ez û tu
Qûnaxên belengaziyê
Ber bi tarên hejaran de di pîvin
Biyanbûn min dikevêje
Lûblûba jar û hejaran
Guhê min di rewêje
Tu nas nakî sedema dînbûna min
Ne jî wateyên kêferata min
Yên te rekehên welatekî hene
Henasên te dîl bikin
Xewnên te basko bikin
Lê yê min ez
Hîna li bendan digerim
Li evîna zindanê
Em diçin
Rengên pişaftina min
Tu alên xwe pê dihûnî
Ez di birîna xwe de digevizim
Û tu
Hogirî vê birînê
Xwe keşxe û paye dikî …
29/10/2001.z
************************
____________________
Wêranî
Şaşin yên ku
Diranên xwe hilnekirine
Ziman û tiliyên xwe ne weşandine
Şaşin yên ku
Drivên xwe ne guhertine
Yarên xwe bernedane ….
Dergehên min li piştêne de bibûrin
Dest vala
Çav girtî derbas bibin
Evane bihiştên min
Zeviyên mayînane pir ewlene
Çemên xwînê bihêmenî revendene
Derbas bibin
Ne tirsin
Di esîda alavê de
Hiş û bîr dipişivin
Di nav xirtola likitronan de
Qêrîna jaran dibile…
Perxîlên dagîrkirinê dibûrin
Teker qadê dihêrin
Bi ser qada mişext û penaberan de
Xewn û hêvî
wek qaşûl û kelemperan têne xwer
derbas bibin
li wêraniyê nepirsin
lebt û hewildanan nekin
û çirûskan ji zindanê bernedin
wê çivîk û perwane dîsa bifirin
fira wan jariya mine
neynikan peyde nekin
vedana wan
nebediya şenge wêneyê mine
mizgînvanekî çelengim
vane pend û yaseyên min
bibijêrin
rêjîmek nû ji cîhan re …..
1996.z
_______________
Mûyek
Mûyekî
Xwe li sere pênûsa min dipêçand
Peyv di ber de dihiştin
Xîmav lî di tewirand
Û digot
Ezim Hewara guliyên kejî sorî
ji nav lepê genêralan revyayîme
lavedarim
de min bihêwirîne
û min di ber
navîşanên helbestên xwe de biçîne
çîroka evîna min
bo yaran bi nîvisîne…
1989.z
************************
_____________________
Şikestina dîlanekê
Li ber ,
Dergehê kelha dozê
Berbangek dev bi ken min dît
Bişkivîn û gernijînek min didît
Ji nişkave
Ji pala çiyayê vîne
Kêrek dihat
Dizîzikî
Û di cergê roja min de çikilî
Birînên hinder keliyan
Şax û derxikên hêviyê dixiliyan
Şevê dîsa
Sawên xwe berdane devê penceran
Hofk û dîlanên zarokan şikestin
Findikên cejnan velîstin
Dema hawara dadiyê bihîstin
Li Başûr li Başûr
Xak li ser termên xwe digrî
Li Başûr…!!
1993.z
********************************
___________________
sirûdek bo zarokan
Em rêwîne
Em rêwîne em rêwîne
em kevokên aşitîne
Me daye ser rêka jînê
Azadî bo me evîne
*************
Em piçûkin dil bi kovan
Gazî dikin xelkê cîhan
em Kîn û cengê naxwazin
Me dostî bo mirovan
******************
Me dive şêrîn dibistan
Lîstik û seyran û dîlan
Em kulîlkên biharêne
Me dive bax û gulîstan
1994.z
______________________
sirûdek bo zarokan
Hey kevok
Hey kevo..kevok …
Çima wek min birîndare
Basik bi xwîne
Li hawîr dor pêt û are
Ma ev çi kîne
** ** ** **
Bihara min birîndare
Perwane xemgîn
Bi fîxan û nale nale
bilbilê dilvîn
** ** ** **
Hey kevo..kevok …
Em perwerin her dixwînin
Bo dad û şadî
Em hatine raperînê
Doza azadî
** ** ** **
Baskan em li ba dikin
gel te difirin
bo aştiya cîhanî
namê hildigrin
1989.z
_____________________
şabaşçiyo…
bese lo…
ba hat û şalik da alî
çîqên reş û
tûpişk ji nav sûrikîn…!!
1990.z
________________________
Balendeyek pelendarim
li her derê
Ez bi rengê xewna xwe di danişim
Nêçîrvanên paytextan
kuştina min pîroz dikin…
Enqera
di xwîna minî tî de
Xwe vediparimîne....
Û moskova
Dêmên bîranînan dixirpişîne..
Û Waşinton
Di dûkela bazarê de
Sêdara Hindiyên sor li dardixe
Û fîşeka kînê dîsa
Amadeyî
Sînga Martin Losir dike…!!
Şama şekir
Kerş û gemara kolanan
Di mizgîna çûna min de didêre…
Û lehengê Meyselûn
Bi ser berxwedanê de diponije…?
1999.z
……………………
___________________________
Niha
tu dikarî
Ahengên serkeftinê li darxînî
Stiranên te
Bo aştî û dostaniyê bi sûdene
Ne wek berê bê ritm û awaz
Tu dikarî
Çivîkên bîr û ramanan bifirînî
Bê bend û gewlaz
Tu di karî navê xwe bi xemilînî
Li meydan û derwazan
Şad û serfiraz…..
___________________
biyanbûn
hoooooo delaloooo ...
çi biyanbûne
di kûrahiyan de,
mînaye koremaran dihirhite ....? ..
çi tenahiye...
deng û rengan ,
di asoyûn dîdariyê de dibilîne ..?..
çi şewate
di deşta ramyariyê de ..
rivîna wê ji dûr dide dilê min ...
bêparbûne
piştî hemî ger û geştê
tûrikê te , ..
ji bil êşan û hêviyan
vala vala vedigerîne ..
de dilê min bike hêlan
ji mendalên xewna xwe re
bilorîne….
21/5/2015.z
____________
ji çavên te
Şînên revok
hogirî dilê min dibin
Refên areziwan
Li ber çemê xwestinê kedî dibin…
20/10/2008.z
_____________________
êvarek arezûmend bû
û tavsorkê
çivîkên deşta xewnê
bi pêjna te dirv dikirin
li wê bestê
çem dikenî
kevirên çênî
giyayê teze
û çîmên avînî…!!
Serdana te li min pîroz dikirin…
wê êvarê
ciwaniya biharan
li ser dêma te dicivand
bêhna te
gul ji nû di giyan de radiperand
te hêrzek nû
di peyva min de gerand
te hestek nû
di helbesta min de livand…
5\2\2009.z
_______________________
dema ku tu
bi hêrikê hilêlîkê ve hilkişî
sira bayê kur toza te daweşî
li bakur temaşe bike
Nisêbînê wê li te silav bike
pêre pêre
wê dilê te xembar bike
û bê guman
tê tif li sînoran bike.....
1992.
________________________
Di vê qûnaxa bêjî de
Di vê dernixûmbûna bê oxir de
Berê hespê min li xopaniyê ye
Rade di bin ritma reva min de dişkin
Gulên ku ji xunceyên dil koçber dibûn
Bê ku li wan hay bibim
Li ser destê biyaniyê diçilmisin.
Gelo ezê temenê xwe derbas bikim
Wek lîztika çavgirtînkê
Û yan kerkê ker ajotê ….!!??
16/9/2015.z
______________________
Min bi xurtî pesin didin
û dilê wan dibije vê êşa min
hewesên wan degel dibin
li ber bêhna şewata min
Di dexisin
ji semaya giyanê hilqetandî…
ber bi newateyê de
nadiyarî min li tilyên xwe dipêçe
da rojekê
pêwistî min vegerîne
amojeya hebûnekê …!!!
16/9/2015.z
________________________
Rondika te
hêmeniya sipîdeyê hêwî dikir
Himbêza te
Di kêliya oxirê de
Xema şev nivistî sêwî dikir
Xwêya rojan
bi ser lêvên bêhriyê de di hiliya
li ser zenda dilnermiyê
serê min di xiliya…
ev kêliya kelêye
kêliya rondikêye
wê şaxên giyanê min li bêrya te
çivîkên bîranînan bilûsînin
keldûmana dilê zîz
li ser dêmên gulên min wê bibe şebnem
ezê baxên evînê pê vegeşînim
bendewarî torînan …
18/9/2015.z
*************************
_________________________
Ev çi denge..?
Ev çi denge..?!
Çi halane…..?!
Pîj û pêt û bombe cenga girane…
Pêhlewaniya siwarên pêlên dûr
Deryayan dihimhimîne
Esmanan di kumkumîne
Bejavan di xepêre
Raz û nehînan di dêre ….
Çîmelaqên mendalan
Di berbangên hêviyê de
Belediya vedidin
qêrîn mîna gerîzonkan
bi laşên bendewaran ve hildikşin
wisa
û divê ez bobelatê pîroz bikin…!!
10/6/2003.z
************************************
Em Pêwistin
Ev kevanên keskesorê
Rengê êş û xewna meye vedane
Em Pêwistin
Ne bîbera nav girara navendan e
Ne wek hemî alavane
Ne wek hemî îstegehan
Bo vehesîna kerwanan …
Hîna birîn dev ji heve
kûre kûre
Û xwîna min sar ne bûye
Kûre kûre
Bêhna xerdel û siyanîd
Hîna ji min di fûre
Em Pêwistin
Çendê caran min di got tu pêwistî
Û tê ji xema min ra bî
Wek rabûna van çiyan
Wê xwe bidin ber siya te çol û deşt
Wê bi revin himbêza te jar û mest
Niha
tu dikarî
Ahengên serkeftinê li darxînî
Stiranên te
Bo aştî û dostaniyê bi sûdene
Ne wek berê bê ritim û awaz
Tu dikarî
Çivîkên bîr û ramanan bifirînî
Bê bend û gewlaz
Tu di karî navê xwe bi xemilînî
Li meydan û derwazan
Şad û serfiraz…..
Niha…
her du destê min dilivin
Yek li ser dilê mine
Li kutkutan di pêjine
Û destê din aheng dare
Bi bang û xoşxewanên xemgînan re li ba dibe
10/6/2003.z
_____________________
Bi gûmana têkiliyê ve
Bajarek helawistiye
Dibirisîne
Xewna holisandinê
Li ser rêçên bijartinê…
13\11\2008.z
___________________________
Di riwê hêvîsariyê de
Di rêçên koçberiyê de
Guloka agir
Ji bin çengê xwe derdixim
hiltavêjim ber lingê rêbiwaran
û bê çirûsk
pala xwe didim dawerê.....
_____________________
Dorpêkirin
Çendî hûn min dorpêç bikin
Bi sêpî û baregehan
Bi zinarên direhî
Êşa min belavtir dibe
Û doza min vedigre
Mîna vedenga rastiyê
Belkî bi derengî bi keve
Lê bê goman
Wê sira azadiyê
Alên min perûba bike
Wê aheng û mehrecan
Li ser ritmên dilê min
Û bi rengê birîna min bixemilin…
20/10/2001.z
____________________
Li keviya bobelatê
Bilindayî diherifin
Û çelpçelpa hosteyên kor
Di çiraveke zer de
Li serfiraziyê digerin…!!
1993.z
____________________
Li hawîr
Diz û keleş di qelizin
Şîhîniya hespê doze
çeperan diçirîne
lê sayis û pêwanên me
di bin sîwana xemê de dihênijin
bi ser birîna biran de di ponijin
1993.z
_______________________
Her ku dayikên reben
Pînikan di nijinînin
Da mirîşkên derbider bilûsînin
Birakujî
agirê kînê gur dike
Û mişextî
Careke din dest pê dike…
1993.z
____________________
Reng li nik me tewan bare
Û çavên me
Ji rengekî pêve na guhêzin
Deng li nik me guneh kare
Û guhê me
Ji dengekî pêve na bihîzin…
1993.z
_____________________
Bila her tişt ji te re be
Ax û bax
Tac û bac
Agirê Baba Gurgur
Hemî feraşîn û dur
Lê tenê bo min bihêlin
Henasek azad
Kêliyek hêminî şad…
1993.z
_______________________
Mûyekî
Xwe li sere pênûsa min dipêçand
Peyv di ber de dihiştin
Xîmav lî di tewirand
Û digot
Ezim Hewara guliyên kejî sorî
ji nav lepê genêralan revyayîme
de çivîkên xewna min bihêwirîne..
û min di ber
navîşanên helbestên xwe de biçîne
çîroka evîna min
bo yaran bi nîvisîne…
1989.z
_________________________
Welatek li ser lêva te dikene
Di riwê hêvîsariyê de
di rêçên koçberiyê de
guloka agir
Ji bin çengê xwe derdixim
hiltavêjim ber lingên rêbiwaran…
û çirûskan vedidim
pala xwe nadim dawerê
û hevsarê serpêçiyê berdidim....
Ber bi hingûra êşê de
gulên xeydok di lerizin…
li vê derê…
gelek çeman xwe kuştine
gelek gundan
di nav kavil û wêranan de
qewîtiyên yarên xwe veşartine
Werîsên hêlanên cejnan riziyane
Gelek baxan
periyên ramûsanan weşandine...
Dara tiwê
Lûsê kesera min bû
niha tilûrin biyan
Li ser wê didanişin
Kaniya binya malan
Şaneşîna xeydok û nazidaran bû
niha reşin ziyanok
li dor wê di kewijin
cih nemaye…
cihê gezmax û dîlanê qada şere..
û peyrewên xewnê
Di firewaniya evînê de
Xwe hînî firê dikin
Hînî avjeniyê dibin
Di kendavên giyan de…
Gevalên ewran
bi ser gundên min tên
baskên hêviyan
kizirandî li ba dibin
Û rêwî
ji berqefên xemê der tên
di sûrikin
ber bi vedenga cengê de…
kolan bi kurdî dilive
baran bi kurdî taxive
Di terkê dîwaran de
giyayê sozê kat dide….
bijareyê yeklay dikim
ez li vê derê me
bahozê kedî dikim
dasîtana xwe
di çavên te de pûxte dikim
sira bayê te
raza qêrîna pêşî bû
li ser vê axê
dilê min fêrî navkutka jînê dibû
bi çem û kaniyên tere
bi çivîk û baxên tere
fêrî revendiyê dibûm
fêrî rengê şimamokan
fêrî bêhna bîhokan
min li ser tenûrên dilan
şevên sar di şênijandin
min hestên xwe
hewesên xwe
Bi lewendiya bejna te hilû dikirin
Min hemî daxwazên xwe paşwext kirin
Li ser dayika xwe
Min xemgînî nîvçe dikir
Û bavê min nebedî çû
Bê ku
di şopa wî de kerwanan
rast û dirist bi rê bikim ...
di zanim min gelek dil
li paş xwe azar hiştine
hêlînin sarî tarî
min çivîkên şevder têde lûsindine
min gelek çav
hiştine fanosin melûl
ma tê çawa berê min bi de pêlan
ber bi nediyariyê de
tê lava min bisipêre
bextê keştiyên şikestî…
gerk niha min û te
di serê dîlanê de
xweşxewanên serkeftinê bi gotana
lê xuyaye şûrê demê
ji nisilandina xwînê ne westiyaye
dilop dilop
nexşeyan wêne dike
û rêçên bobelatê nîşan dike...
di asoyên êşê de
hemî nerîn mijankan diweşînin
hemî rade
nikarin vê xema te bi hêwirînin
pêwiste hemî qeral
ji payebûnê dakevin
li şaşiyên xwe mikur bên
li lawaziya fermanan
û li ber destên te tobe bikin...
rewşa ku me parastiye
Dîmenek kenogiriye
Ayteke
bi şaşî weşiyaye
Ji bîr û bala yezdan…
her hêviyek êşên xwe di xemilîne
her qûnaxek
rûxandina xwe bi xwere hiltîne
û hene pîşesazên êşan
veketîne
geşbîniyê nêçîr dikin…
dîlbera min
yê ku gemiyê tajo
meste
yê ku kerwan dikudîne zordeste
yê ku dilan
di gova hewsê de di hêwirîne
bê heste
hîna dilê min pêşwazî te liyane
gelek zeriyan
gelek periyan
hûçikên xwe
li keviya dilê min dan
hinek burîn
bûne dayikên şewatan
hinek burîn
bûne feriştên deryayan
hinek bûne sebîyên şaneşînan
di nav destên mîrekên tariyê de
û hinan jî
mîna Arîna Mîrkan
bi xwîna xwe ronî didan
bûne vedenga doza te
li seranserî cîhan
li vê derê
jariya xwe di guvêşim
li vê derê
rojên xwe di kevêjim
tenê li vir
stiranên evînê hîna di bêjim
şêrîniyê ji taliya vê şoreşê di çêjim
tewanbarim
şehsiwarê xeyalê me
mest û efsûngêr û gêjim…
gomanan belav dikim
û bawerî xwe çeng dike ser destên min
dibêje
gulên ku vebin geş tirin
rojên ku bên xweş tirin
û tê li ser dêmên gulan bibî şebnem
wê li me bi pêjinin cî û dem
wê xêlî bên kilîlan bihîvêzin
emê ji ser dara zengil
dara tiwê
dîsa çîvçîvê bibihîzin…
evîna te dane
xêr û bêre
jiyane
Bi te melav geşbîn dibe
Qurbanî şêrîn dibe
Tu bûka berfêyî lêêê…
gurpîna dilê kaniyan
te dibînim
Can di jene
welatek li ser lêva te dikene…
24/10/2015.z
_____________________
Xanima sibeha mizgînê
li ber lava arezûyê ne lezîne
derbend û rê ne ewle ne
belkî
Fîşeka segvanekî rê winda bike
belkî Kurmê xiniziyê
Cihê Nobedaran guherti be…!!
1/10/2013.
_______________________
Kilîta sibeha min winda neke
Bê dudilî
Bê ku xilmaşiya rojên helawistî
te ragire
Tundiya min
di nav destên xwe de hilû bike
hevpeyvînê bi nêrgizan re bike
bi mendaletiya arezûya min re…
di hêlana henasa xwe de
bêhnefişka qûnaxan kedî bike
û tiliyên min
fêrî hingiftinek nû bike…
5/10/2013.z
__________________
Welat…
Sêva mendalekiye
soza dildarekiye
mizgîna dîlekiye
Êşeke pêdiviye
Di hiş de ravedayiye
_______________________
Rêwiyo
Rêwiyo…
Di kelkela vê lavê de
Bêhnefişka xwe ragire
Çiye ev lez û beza te..??
Li xwe bizîvire carek
Rê bisawe rêwiyooo….!!!
Eva ku tu li pey digrî
rewrewke
Ne mizgîna şadiyêye
Eva tu ber pê de dimrî
Leylane
Ne çemê azadiyêye…!!
_____________________
Sernixûmkirina helbestvanekî
Soz ji bo te mîrê min
Vê carê
Canê min ne qurmiçîne
Lê carek din
Hew guhê te bi vê sazê
diwestînim
Hew xwestekên belengazan
dixwînim
Ezê van kaniyên xewnan
biçikînim
Termên helbest û ramanan
Bi esîdê bisotînim
Bes vê carê
Canê min ne qurmiçîne…!!!
Soz ji bo te mîrê min…..!!!
___________________
Wekî wisayî ezbenî
Li gorî dilbijokiyê dibûrî
Dihênijî…
Dilekijî….
Dikujî……
Naxwe ji mafê mine jî
Ku xewnên xwe
Di guldanekê de
Li ber serê xwe vêxînim
Û çivîkên ramanê
Di firewaniya helbestê de bifirînim..
____________________
Sofiyo….
Berê çû bi berê re dikudîne
Devê xwe
ji nav axê derîne
tu nikarî
Gera demê rawestîne…!!
Eger tu arezûmendî
Rabirdûyek bironî damezirînî
Derbarî pirsa rojevê
Tê rola xwe bikêr bînî
Wê pêşeroj
Li ser anya dîrokê
Serfiraz te bijînî…!!
____________________
Kebaniyê…
Sibehên te xeyidîne
Rojên te
Di kef û aravan de xwe noq dikin
Tiliyên te bûne "darik"
Bi têla cilan ve mane..
Kebaniyê…
Qeretûn û taştê
Firavîn û şîv…
Û şev tê qure û gîv..
Rondik mîna gulsitêran têne xwar
Li ber dergûşa xemê
Dihênije bejna nazdar
Di lekije li xewna te
Xirxira mêrê zordar...
û herî tu dinisilî…
Bê sirûdek
Bê mizgînek
Wisa ev temenê ciwan
Xula xwe dibûrîne bêgulvedan…!!?
_____________________
Weke ku ez Şûrekim
Di xavika rojê de
Weke ku ez Derya şêtim
Di bejê de
Weke ku ez firtone me
Di Dojê de
Wisa……
Pîlebazên vê deverê
Ji hatina min ditirsin
Dergehên xwe asê dikin
Zarokên xwe
Bi efsanên jiyana min dixin xew de
Û hîna ez
Şikestinên xwe dijmêrim…!!
___________________
Li vê derê…
Ezmûna mirovetiyê me
Û gewdê min
Xaka vî welatiye
Biçînin tê de biçînin
Pîjên kînê
Kêrên jehrê
Wênek û zikreşiyê tê de biçînin.
Lê ev xaka
Birînên min tê de bûne
kaniyên azadiyê
Zore zore
Ji bil baxên evînê tê de şîn bên..
___________________
Tu
Di mestiya şevê de
Tenahiyê tu dadidî…
Çixara xwe
Ji guhikê bîranînan vêdixînî.
Bi pirtîna Kewekî re ji sînor
Tu penayan
Di hêrikê Hilêlîkê de dikolî
Pêşwazî siwarên xemê
Tu kolanan
Bi Qawan û Nefelê radixînî
Li ber saza ahengên te
Çûkên dehla Nisêbînê tên semayê.
Û bengînên bendewar
Hildiçenin ji tayê…!!
Tu mezin bûyî…
Bajar bi tere mezin bûye
Raz û pirsên zaroktiyê
Û xewna hilbirrînê…!!
Nuha…
Tu diwêrî sawîran bipertikînî
Sawên evan sînoran
Û zeviyên mayînan bibûrînî
Razên Henge û kulîlkan
Ber bi bakurî êşê de bifirînî…
Tu mezin bûyî...
Li nav giyayê birînê
Li henteşa
Xecxecoka evînê….
* * *
Bila gûman
Li devê pencera te vingvingê nekin
Û dilsarî
Di asoyên dozê de
Qaşilên pûç liba nekin
Tu bi vî dilê mezin
Dikarî beyarên gundan
Û sînorên birînê
Bi evînê vêxînî
Bila
leşkerên kîn û revê li duryanan
Tuf li singoyên xwe bikin
Tû pêwistî
Qeşmeriyan bi wêneyê xwe neke
Zîlana veguhestinên mezinî
Milên te
Pirin ji bo bûrandinê pêwistin
Û destê te
Ji bo ragirtina çeman pêwistin
Bi lihevketina du keviran re
Dibe xurrîna nijarê
Cîhan pêkve
Li ber siya lingê te dikumişe..!!
_____________________
Ez ezim.
Tu tiwî…
Li her hawî dikarî bimelisî
Sehê Mîr
Mîre di nav "Sehan" de..!!
Lê jiber ku Dayika min
Ji pêsîrê rûmetê şîr daye min
Lewra
Girêza devê "Sehan"
Ti car ti car paqij nakim.
23|1|1990
____________________
Têvelî
Hela hey payedarê xûzî bawî
Çima ji min her û her tu bi sawî
Wekî ku tu dixwazî dîl bimînî
Reben di gumgumka xwe de bijînî
Têvelî te hew ti namê dişînim
Ezê çima bihara te vejînim..?!
1990.z
*****************************
____________________
Şagirtinoooo…
Mamûsta me guh bidêrin
Vê waneya dîrokê
Ezê şirove bikim
Lê hemî bawer nekin..!!
Benê Rastiyê windaye
Û dîrok Tevnek aloze
Ristin bi destê xurtaye.
1992.z
**********************
__________________
Jînenîgarî
Şerpeze ketibûm doh
Û di xwîna min de îro
Arezûyên vejînê dixurcirin
Ezê bimrim doh û pêr…!!!
Lê dilê min
Kî dikeve gûmanê…
Ku vegerin
doh û pêr…!?
1987.z
______________________
Xwelîdank
Lêvên şevê
Bi ser,
qawêra peyalê de xiliyane
Û katjimêr
Ber bi berbangek gewez de
Çipilkên xwe radide
Xweliya axaftinê
Û qûnçikên peyvan
Di Xwelîdankê de
Pênûsê pîroz dikin.
1992.z
____________________
Du çivîk
Peşek baran
Di ber devê pencerê re dibûrî...
Nalînek diherikî
Çemekî
Keskahiya keviyên xwe şeh dikir
Civanekî
Bişkoka paxilê vekir
Mizgînekan vedidan
Tiliyên areziwê diliviyan
Ji himbêza du yaran
Du çivîkên giriftar difiriyan..!!
__________________
Bûka tozê
Li vê derê
Tenê bêlan
Bûkên tozê diguhêzin
Hey zeviyên hêviyê
Ev çendî xwe paye nekin
Hîna baran
Di despêka zîldana xewnê de ye.
19/2/2000.z
******************************
_________________________
Ji bo we
Jana xwe jendî dikim
Birînê şirove dikim
Di nav tevzên rojan de
Li dêmên we digerim
Ber bi keviya vehesînê de…
benê temenê we dikişkişînim
Hûn nizanin
dilê min gerînokeke dîne
di Dicle ya bêxem de
kulên ser av û bin av dihêwirîne
ji bo we
rêçên bisaw dişopînim
destên xwe dirêjî pêxîlan dikim û
xewnên qedexe
di bin çengê xwe de digerînim
û hûn bi min lewzan dikin
"di destpêkê de peyv bû"
Peyv vedenga bêdawiye
qûnaxên kînê dipîvim
tovê evînê diçînim
binaxiyan diyar dikim…
û mizgînan
di lûsê perwaneyan de vêdixînim…
20/4/2010.z
________________________
Rewşa kulibî
peyvên kefte
serê tîpan xwarine
di kolanên êşê de
xwe veparimandine
û rûpelan
li pênûsan xwe dane hev
bûne qerqer
termên pirs û ramanan
bûne deraxe seranser…
Qijnik ji hawîr diqûruin
di guhê vî bajarî de
mûristanan dikolin
birîna min dixepêrin
li soza min diçêrin…
li nav tarên hejaran
binecih amadedibin
"sêgoşkên Bermodane"
gewdan dilehfirînin
nepend dibin
rêwî û şevgerên xemê…
dibin pirsin kelogirî
şityar li ser lêva demê…!!
* * *
li her goşê
kose û berkosene
hest û bext firotine
neynûkên xwe sûtine
nêçîrê pareve dikin
guhan û goşî dotine
nûzayan ji şîr vedikin..
û hîna jî
xebatkarên kawikî di guhê Ga de
bangewazan
ji nalîna min di hûnin
mehrecanên serkeftinê
li ser ritmên şikestî li dar dixin
bi sazên têl riziyayî
gernijînên mendalan sazend dikin
û hîna jî sert û gîvin
nizanin ku
siwarê leylanêne ba dipîvin...
Ji vê pelaxê pê de
tê sozan bifroşî kê...?
tê kîjan dîlbera xemê bixapînî...?
tu nikarî kenê gulan
ji tajangên setmê biparêzî
tu nikarî lavên dozê
bi ezmanê hêviyê ve bihîvêzî
stewrin
ewrên ku te bi diruşman kumkumandin
bêkêrin melavên ku te
di vê banga nêrûmê de mizixandin
de peyvên xwe
ji ferhenga xewna min bikişîne
Rahêje dilê xwe
û ji êşa min bireve...!!!!
2007.z
____________________
Wekî wisayî ezbenî
Li gorî dilbijokiyê dibûrî
Dihênijî…
Dilekijî….
Dikujî……
Naxwe ji mafê mine jî
Ku xewnên xwe
Di guldanekê de
Li ber serê xwe vêxînim
Û çivîkên ramanê
Di firewaniya helbestê de bifirînim..
__________________________
Dema bitenê bî di xewna axaftinê de
Di şevên te de, bêdengî me
Rêya mirina xwe, desnîşan dikim
Li her derî vedeng im
Min, toz belav bike
Winda dibim, diçim û têm,
dengê xwe li awira te dipêçim
Ev êvar e,
naxwazim êrîşa spêdeya te bikim
Rê bide, ez, berfê li te bikim agir
Ev bajar di valahiyê de ye
Ji mirinê neynûkan hildike
Ji biyava dûrketinê
Tu robar î
Bi şev li bajarê mijê digerî
Bajar mirî ye…
Leylanim, li nav bexçeyê peyvê de
ev helbest ya helbestvan tengezare marini ye hatiye wergerandin bi cend zimanan :
helbest kuspe tevna we hev girtiye >ritim u muzika we ahengiyk xwesh te de heye>..biyanbunek ciwan u sewateke henik bi heste mirov re berdide...le viyanek bihiner u liherik disa me li bajar vedgerine,,,le bashe ku cavek bendewar heye u gerdenek ku di kare qerinan bi de u deng u nerin yekitiyeke diyaliktiki cekin sipas bo te hejayoooooo
______________________
Ji vê pelaxê pê de
tê sozan bifroşî kê...?
tê kîjan dîlbera xemê bixapînî...?
tu nikarî kenê gulan
ji tajangên setmê biparêzî
tu nikarî lavên dozê
bi ezmanê hêviyê ve bihîvêzî
____________________
Bi rê dikevim
Bi rê dikevim
bijareyan yeklay dikim
dudiliyê
Di çavên te de bûxte dikim
Li ser vê rêça pîroz
Xewna xwe vêdixînim
Yên ku ez pêrgî wan dibim
Bi geşbînî
pirsa min dihêwirînin
evînê dişopînin
Li kêliyekê digerin
Li henaseke azad
Ku tê de westiyayan vehesînin
Di ferewaniya hêviyê de
Nameyan dirêsînim
Ez dizanim
Ku rê tim ne ewleyê
Û pîlebaz diqelizin...
Lê mande hinkûfî min
Jîngehê amade dike
Wê xem bibin Heçhecîk
Wê mizgîna biharan
veguhêzin
bexçeyên dilên yaran...
18-11-2009.Z
_________________________
Rêwîme…
Û pêwiste bûrandin
Li seranserî sînoran
Saw li gewdê min qozikên xwe disûn
Baskokirî….
Birîndare kevoka min
Li ber bayê
Reyandina dezgehên ragihandinê
Bawî dibe helbesta min
Êdî çawa..?
Saloxên pertikandina çivîkan
Saz û ritmên raperîna çemên xwînê
Çawa biryara evînê
Bighînim destê yarê…!!!?.
1989.z
______________________
Bajarekî helawistî
Bi gûmana têkiliyê ve
Bajarek helawistiye
Dibirisîne
Xewna holisandinê
Li ser rêçên bijartinê…
13\11\2008.z
_________________________
Baran
Baranek hûr
mîna peyvên yara min
bi hêminî xwe berdide
nav geyayê xewna min
ez û zarok
dilxweş li ber pencerêne
bi peşkan re dilîzin
pirsek şil xwe pelû dike
xemgîn dike ramana min
ew ên di çiyan de
di berqefên dilê xwe de
nameya azadiyê hilandine
bi çi hestî
pêşwaziya Berf û Baranê dikin..???.
2006.z
* * *
______________________
Helbestek lavlavê dike
can bi derdan weximiye
tilî ji qirçandinê
bûne şanikên pirsê…!!?
Û peyvên min
Çivîkên bizdyayîne…
Rûpel li çav dibin konik
derbirîn dibe kofendîl
ji hizra min velû dibin
wêneyên bilîmetan
rût û pêxwas
li pey hevdu direvin…!!!
10/12/2008.z
________________________
Newroz
dîsa kevok birîndare
di esmanê hêviyê de dike doz
xwîna şehîdanî pîroz
bûye kanî diherike
av dide baxê evînê
li ser sînga vî welatê gewrî boz....
_______________________
derdoran binijinîne
Zindana xwe bide serhev
Û tûrikê xem û xewnan hilîne
Dorpêçiyê zîvar bike
razên xwe diyar bike
û were
Bila rojgirtin te ne sêwixîne
Li berwaran
Heval li benda te ne
Şevê şilfî tazî dikin
Sirûdan amade dikin…
Aso di destê wan de dihêwire
de zû were
Ber bi derbendên azadiyê de bikudîne
Di cergên kedxwariyê de
Pêtên bêparbûna xwe biçikilîne
Demek hindik
Tê leşkerên dudiliyê bişikîne
Tê birengê doza xwe
Panavan bixemilîne
De zû were
Kêliya xwe
Bi destê dijminê xweve bernede
Îro reng rengê teye
Îro deng dengê teye
10/11/2009.z
____________________________
Perwaneyek têr nebûyî ji firê
Û tu yî dilbera min
Perwaneyek têr nebûyî ji firê
Li baxin nû digere
Li şewqek nû
Henasên te
Xewnên min perûba dikin
Bi rê di kevim
Rê bi sawe
ji hawîr
guleyên segvanane
Hay ji xwe
û hay ji dilê min he be
ji finasên sêwlekên
ku di vê bablisokê de hatine
û bi axa bin lingê wardozên te
rûdêmên xwe pak dikin
Ez dizanim
Bi giyanê berxwedanê te hez kirye
Evîna me bê hepaye
Hingiv tê de tinye
Gezo tê de tineye
Tê de tine civanê şaneşînan
Tê de
Kenê berî mirinê heye
Tê de dîlana li dor agir heye…
Tê de
Şeydabûna me
li ser rêçên azadiyê
Girêbendên xwe vedike…
zêrevaniyê li vejîna me dikin
li çelengiya
rêwiyên rêka pîroz….
li vedana kenê gulan
Tu dişibî Arîn a kobanê
Bi awatxwaziya xwe
Civanê me nêzîk bûye
Li peravên evê kêliya lavdar
Bihêtina giyan xwe
me hiştiye
piştî vehesîna tozê
li ber dergehê doze….!!!
*********************************
______________________
welat
Welat…
sêva mendalekiye
soza dildarekiye
mizgîna dîlekiye
êşeke pêdiviye
di hiş de ravedayiye…!!
Sînoran disûn
melavan serjê dikin
û destên xwe
dirêjî devê min dikin
nêzîkî kuştina min
sitêran bazar dikin
welatekî hilqetandî
li ber min diferfite...!!
dema welat
li qeraxa birînê xwe vedihesîne
dibe dergûşa êvarê
û mendalên êşa min dilorîne
sibeha deyl min dike
di celdê de
bi min re dinehwirîne
tê civatan
geh xwe dinixumîne
geh xwe belûbanî dike
sînorên xwe bi xwînê vêdixîne
carna…
nameyan dişewitîne
Geh hogirî dilê min
Helbestekê dixwîne
Geh dibe heyv
Geh dibe peyv
Geh delîva hanê ye
Geh rekeha ramanê ye
Geh xwe bi min paye dike
Geh xwe li min ternaz dike
Di neynika xewna min de
Carnan Pora xwe şeh dike
Û carnan
dîlana dînan dike…
di birisîna te de
ez sirgûnê bê dawî me
Jixwe tu nahêwirî
Û guh nadî
sêwiyên zor dane girî
"Sêwlekên"
ku li pey te
şoreşan li dar dixînin
hejarên ku
li hêviya dîtina te
mirina xwe bi derengî dixînin
bi axê re
xweziyan dipûrisînin
tewanbarim bi heza te
mikurên min
gunehê min diçespînin
serbilidim bi fermana
di gerewa lava te de canê min bir
hîna tu bigazina xwe
pişta beza min dax didî
tu dirvê xwe
Li awirên min didî…!!
Dizanim tê gelek canan xerç bikî
Gelek sozan
Gelek dozan
Li pey xwe tê xaç bikî
Gelek gundan tê ji cihê wan hilînî
Gelek peyvan
Tê ji bo hewesa xwe bimezixînî
Lê dawî ez dizanim
Tê ji windabûna min şiyar bibî
Û wardozan
Ber bi vejîna min de siwar bikî…
30/11/2008.z
*******************************
_______________________________
Hêlecan
Mizgînvanên dirînde
Soz dane zebaniyan
û kilîtên Bihiştê
ji baxvanan didizin
tên û li dor
gûlîstanên roniyê diqelizin
Hêlecane...hêlecan…
* * *
Kerb û kina xwe bi jehrê kutane
Hatine
Bizava jînê bi şûn de
Bi terîşên riziyayî vegerînin
û xewnên mirarokî
di berbangên pîroz de
bi dohnê ademîzadan vejînin
Hatine
qewîtiyên sextebazan
di bêrîk û xelîtkan de
hilanîne
di tûrê Baba-derwêş de
felsefeya kuştinê diguhêzin
di xwîna pêxemberan de
Feriştan digevêzin
!! … Hêlecane …Hêlecan
* * *
Hey peygerê leylanê
Tu nizanî
Çavdêrî navkuta te veketîne
di bazareke pûşt de
bi hesanî te difroşin
guhên te diqelêşin
di anîya hev didin
pê bicoşin
li ber guvîna xwîna te
peyalên serkeftina xwe
… dinoşin
Kose û berkose ne
Ew dizanin
Ku kedxwarî gawire
û çavsorî
Ga yê hêçî paçik-xwere
û xema azadiyê
Hespek sergermî navbire
di bin tepseriyê de
… nahêwire
Doze ji te didizin
Berê te diguherînin
ber bi windagehan de
perîşan te dişînin….
12/3/2005.z
******************************************
__________________________
XEWNA RÊWIYEKÎ
Dildarê Aştî
Bendewarî bûrîna mizgînekê
Min peyvên xwe fêrî firê dikirin
Ji nişkave
Çivîkekê xwe pelûkir pêxîla min
Şîn dibû
Dîn dibû
Didiliya……
Zîz dibû
Lal dibû
Bê rewa dilûsiya…!!!
……………………………
Deng li hev digeriyan
Berî rîhan bên semayê
dibiliyan
Bêhnên biyan
difûriyan
Ber bi başûrî pêjnê de
Perwaneyan guhên xwe miç dikirin
Bendewaran matmayî dîq dikirin
…………………………………..
…………………………………..
Guvvv…guve……
Gurrrrr…gure……
sawîrên balafiran
Ji morana bobelatê direvin
Û ewrên zer
Qerqerên reş werdigrin
Bi ser hofkên zarokan de
bêdengiyê vedigrin…
……………………………..
…………………………….
Mij û dûmana xerdelê digre devê penceran
dû dibûre
Bêhna sêv û bîhokane
Ji himbêzên dilovan
Berşîr ji xew çeng dibin
Dû dibûre……..
Berşîr bi dû şad dibin
Tiliyên lerizokî li tayên dû dipelînin
Dû xinize
Gernijînan dixapîne
Û pencên xwe li gerdenan dialîne
Lêvên perwer
Li pêsîrên pakî merd diperçivin
Rondikên zer
Birînên şîn av didin û dinivin…
…………………………………
………………………………….
Bi kohê PîREMEGRûN ve
Termên xwe dikişkişînim
Termin…….
Devjihev û dest li ba
Pêşwaziya min dikin
Termin weke qerpalan
Ji asoyan
Teramera dibarin
Termin li hev dibanin
Dêmên hev hilû dikin
Cejna hev pîroz dikin…..,
……………………………
……………………………
Bi zinar û pesaran ve hildikişim
Li ber mişextiya min
Evraz pozên xwe hildidin
Nişîv pişta xwe xûz dikin
Ûdiranên deviyan
Di bêrîkên canê min de diçikilin
Bi ser kêrên keviyan de
Şax û bejin dixilin
Û zox û xwîn
Ji guhan û goşiyan
Bi ser milên nijaran de dinisilin..
…………………………………
……………………………
Sînorên welat seranser bi mirna xwe vêdixînim
Kavil û wêranên gundan
Û kaniyên setimandî dibûrînim
Şikeft û berevez hemi
Ji wexm û bêhna miraran sincirîne
Çêlyên Kewan
Û hêkên Qitkan li rastêne
Ne gazî
Ne hawar…….
Ne talde
Ne hedar……..
Ûvizviza bayê sûtar
Perda şermê zîvar dike
Razên giyan diyar dike
Şaneşînên hingivîn tarûmar dike..
Canên şityar li evînê mikur tên
Li finasên sêwlekan
Canên şityar
Dîroka bobelatê tomar dikin.
…………………………
Di nav rezê xewnê de
Di ser laşê jinê de
Kef bi devê mêr ketiye
Kef û kunce
Ne ramin ku girêza pêxweşbûnê ye
Jin gewdek pûçî sare
Û mêr
Hêlecana dawî dike..
……………………………………
Çavên min xwe zer dikin
Û gewdê min helawistî dimîne
Çivîkek sêdarbûyî
Di lava rizgariyê de diferfite
Sirûda dil dibe agir
Li ser lêvên qelişî ditevize
Û heyva jar
Dixweliya halanê de digevize…
………………………………….
Livan deran
Her tişt berî siyê bide tê çilpandin
Her tişt berî deng bide
Her tişt berî reng vede
Di şeng û benga xwe de tê perçiqandin…
…………………………………….
………………………………………….
-Miha zayî
Berî Berxa xwe balêse
Kerî tevde
Li guhanên Balafiran dibane….
-Berî civanê hozanan
Bi simbil û goşiyan re here serî
Kemançe û Tembûrên xwe
Di ber termê Nêrgizan re dirêj dikin…
-Berî kevok bi danişin ser banan
Baskên xwe diweşînin
Darbesta aştiyê ji wan çêdikin…
-Heçhecîkên vegeryayî ji zozan
Vedciniqin li ber rewşa GERMIYAN
Bi çîvçîva pêşîre
Bê perka hin pûç dibin
Hin dîsa dibin biyan..
……………………………………….
Li van deran …
Tilî hişkî kawî dibin
Pênûs pûçî bawî dibin
Peyv zer dibin
Û name di çilmisin
Bi ser
Astankên berzûriyê de diweşin…..
…………………………………….
Şev pîr dibe diperixe
Geya di bin serê min de digermixe
Neynika derûniyê di pelixe
Û rewrewk
Lewz û laqirdiyan dikin..
………………………………
Hîrhîra ken û hoqboqa leşkeran
Degel dikin girîzonk û Neşteran
Gurpîn li dil dike ceng
Kevirên hedara min dibin pereng
Man li min vedixume
Newal dernixûm dibin
Cîgeh li min şûm dibin
Û bêdengî
Hew min dihêwirîne……
……………………………….
Hêrzên xwe himbêz dikim
Peyrewî pirsek revoke
Emrazên xwe têz dikim
Birînan dihîvêzim
Li gorî bêhna mêbûnê
Arezûyê diguhêzim..
…………………………..
Name û siparişan
Di hûçkên ba de hitînim
Di zimagên tirsê de
Tirafa can
Di xwena sirgûniyan de dadidim
Hû dikim devê çivîkên qefilî
Û pirsa xwe didomînim
…………………………………
Di henteşa Lîlozan de
Ramyariyek min digre
Û dûkela giyanê min
Digre devê geliyan….
…………………………........
Dipirsim…..
Dû dibe rêberê min
Û xwîna birisandî
Xaçîrêkan di berfê de nîşan dike
Şopa kerwan digerîne
Dipirsim…..
Sêpila kew bersiva keserê dide
-Ha evin :
Şivîlokên koçberiyê
Radeyên êşê evin
Me di vê rodankê re
Pêçka berbanga xwe revandibû
Me di vê navbirê re
Kerwanê gerden-azadan bûrandibû
Me di vê derbendê re
Leşkerê dagîkeran xapandibû…
Li vî gelî…
Lehengên me li himberî Balafiran
¬Dest vala şerkiribûn
Ha li rajêrî wê latê
Me sebeta hêviyê veşartibû
Li ber devê wê şikeftê
Me fanosa xwe vêxistî hiştibû
Ew gundê mij di ser re
Keleha berxwedanê bû
Lê sosreta bê hempa…!!?!
Roja dorpêça belik…….!!!
"Nemayê….
Nemayê…
Ne
Ma
Yêêêêê…"!!
_Ji deştê û ber bi vî çiyayî de
Nijdevanan
Girtin ser gund û bajaran
Zar û zêcên me dîl û pabend kirin
Ber bi çol û bêlanan de nepend kirin
Tiştê kuştin
Kuştin…..kuştin…!!!
Tiştê hiştin
Şel û şehtî
Kezeb sohtî
Hêliştin..!!!
……………………………………..
Di nav dûyê dîmenê de diponijim
Û ne pendek
Nalîna min dihûne
Ne baskên mizgînekê
Xiloxaviya xemê dixûrijîne
Barana tirş
Hêsirên şor
Li ser dêmên xecxecokan xayiz dibin
Û rûyê min ji tîrêjan biyan dibe
Di henasa evîndarekî xemgîn de
Winda sergerdan dibim…
…………………………………………
Îskeîska mendalan
Nale nala pîr û kalan
Min li rêçên vegerê agadar dikin.
Ji jariyê şiyar dibim
Û bi min re degel dibin
Qaz û Ordekên golan
Guşguş û xuşxuş bi min re
Rê dibin razên gulan
Û refên Belatînkan
Geroverên keskesorî
li pey min dixemilînin ..
………………………………
Di çim …
Li peravên birînê
Baskên peyvên min şîn tên
Û hana tengezaran di gihînim
Di şevên sirgûniyê de
Dema zengil xilmaş dibin
Ez dilê xwe dikim Çeng
Û tiliyên hêvîdar
Li jîyên wî di pelînin
Rondikan vêdixînim
Perwaneyên derbider
Li derdoran difirînim…..
…………………………..
…………………………..
Berî demsala hêsiran bibûre
Û Bilbil bên dardekirin
Berî soza min bi kanî û giyare
Here gilî
Û dengê min li rûyalan bê çandin
Di bin siya sêdaran re derbas dibim
Û kemendan vedikim
Zimanên lerizandî bi navê min bang dikin
Zerzêlekên gevcilandî
Û bejnên belqitandî
Raperandî
Pêşwaziya min dikin…….
……………………………………
Kerwan diçe……..
Reyandina Rêbiran
Mûyekî na livîne
Lîlandina ba
Xeftanê mêrg û zeviyan liba dike
Feraşînên bêhnçikandî
Bahûnkan rizgar dikin
Û gulma mê
Nêrbûna biryardana min gij dike
……………………………………
Hew ti gûman guhên min dikevêjin
Ne ti Qîlên dirînde
Xeyala min direwêjin
Ne zûrzûra Guran tê
Ne fişfişa Maran tê
Ne çîr û fortên leşkeran
Ne warwar û ne qêrîna koçberan
Bi hêminî
Kesera xwe di şêjna benefşan de
dilorînim
Û xewnên min bûne Ferişt
Peyxaman digihînin..
Endîşe û silbûna min
Bûne gevalekên ewran
War bi warê Evînê
Mebestan di vejînin..
…………………………………….
Her çendî nêzîk dibim
Ev çendî navkuta qadê bilind dibe
Ev çendî koşîna min
Pîroz û lewed dibe
……………………………………
Weke ku pêjna yarê nema dûre
Weke ku hilma Beybûnê difûre
Weke ku bûye demsala çinînê
Wek çêlîkên Barûtkan birevin ji hêlînê
Wisa arzû disûrikin
Evînek tê min digre
Û tayek min diberde
………………………………………
Diçim ……
Rade li ber bêhriyên min dimelisin
Beyarên sal- nivistî
Bi şewqa hatina min re dixurisin
Nêzîk dibim….
Û rabirdû çavên xwe difirkîne
Giriyekî şîrgermî
Canê min dinermijîne …..!!
……………………………………..
Kundên li ser Şikêran bûne Mûmya
Siya Bî û darên Tiwan
Bê lorîk û bê hofk mane
Û hêlanên helawistî dinalin
Li hawîr dor gulhilalin
Bi hildana
Lingên Torîk û Sehan re dêris dibin
Bi wêneyên Hovane
Neynik bêmirês dibin
Peykerên li derwazan
Rêbiwaran dibizdînin
Û pêwanên sextebaz
Niyazan vedipirsînin..!!
…………………………………………
Gûman dîsa bergoran
Dixavika ramanê de dikolin…!!!
……………………………………..
Ez "pêl"dilê xwe dikim
Rêwiyekî biyanim
Derbas dibim……..
…………………….
…………………….
Mehrecan destpê dike
Û Cencal
Goc û cendekên piyanûsin
Bi derûnin dilsarî nedilniyayî
Bi kotekî tên ajotin
Ber bi Baxwê xewar de…!!!
………………………………………..
Şanogeh amade dibe
Jinek mîna Pîrebokê derbas dibe
Çît û perdan zîvar dike
Şeqşeqa diranê wêye di hêre
Û porkurê
Pêsîrên xwe hil dike, dixepêre
Xweliya çar hezar gund
Li serê xwe didêre..
_Waweylê…waweylê….;
L,vê şapatê..l,vê mîratê..
Waweylê…
L,vê fermanê.l,vê talanê..
Waweylê…
Li vê kînê …li vê xwînê...
Waweylê…
Waweylê….Waweylê…..
Wa…
WEY….
Lêêêêê……
…………………………………..
Saw dîmenê dagîr dikin
Û gewdin kût tên û bêlûtê dikin..
_Gastînên me bezgeha gendekane
Kurdo meded
Xan û der Pêşengeha cendekane
Merdo meded
_Çîroka me pêkenoka Yezdane
Kurdo meded
Dîroka me lîstika Ahrîmane
Merdo meded
_Doza te rewêjeka guhê meye
Kurdo Meded
Navê te tawan gunehê meye
Merdo meded
Kurdo
Me
Ded….
……………………………………….
Çalakiyan dişopînim….
Û dil mîna Fanosekê
Hêlecanê di destê min de dike ..
Diçim …
Rade sergerdan dibin
Û tilûrên halanê di hana min de digrîn..
Ne stiranek landikekê dilorîne
Ne rondikek çavekî diçirisîne
Ne zigurdek ji civanê yarê tê
Ne şevgerek di ber min re direvê
Tenê me
Li raza min tê poştin qerqerê şevê..
………………………………….
Ji nav Goristanin bê kêl
Bejnin bilind dixûrijin
Çirûsk di destên wan de diqûrijin
_Li vê derê
Em hêrsên tekoşînê ne
Gerewa evînêne
Baceya Azadiyêne
Dadî li ber serê me hat gurandin
Viyana Berxwedanê em hildidan
Berhindeyî pozê Yezdan
Çavekî em ne dîtin
Guhekî em ne bihîztin.
Em li dilê Qada xwe vegeriyan
Li dozê bûne pêwan….
…………………………..
Li nav baxên bîranînan
Tenê canê min per dide
Hildifirim…
Di firawaniya giyan de
Li dengê mirov digerim
Li soza evîndaran
Pêrgî roniyê dibim
Tevî xunavê dibim
Hogirî Qozeqerê
Rêbazê destnîşan dikim…
…………………………….
Bêhna Axê
Min di peroşiyê de xilmaş dike
Û şebnem
Dibe Landika xema min..
Keskayî min dorpêç dike
Perwane didanişin
Hevnişîna min û Nêrgiz û girî
Û Mem û Zîn
Têne vexandina min…!!
…………………………………….
Hîna dilê min liyane
Berî nalînê bihûnim….
Di Rodanka xewnê de
Rûyekî pertew veda..!!
Û bejnek dixemilî…
Şenge şaxek di gevilî..!!
Bi ser min de dixilî
Min des li goşiyan peland
Perçak goştê şilove bi destê min ve dihat..!!
Qêrînê hilçenandim
-Wa HELPÇA..wa HELPÇA..
Wa…HELEP
ÇAAAA………!!!
………………………………………
Wek qaşilê Hinarekê
Ji darekê
Di hatim xwar
Û welatek ser û ber
Di rewşa min de zer dibû…….
…………………………………….
Xula tirsê dîsa li min dizîvire
Li seranserî sînoran
Dêwezme min tîror dikin
Û xewnan direvînin
Ber bi Deryayên dûr de
Û bavan zîvar dibin
Pêlên şûtî bêhawe
Gewdan dilehfirînin
Li peravên biyaniyê
Bi mirinê mijûl dibin
Ta peyxama min wan bi hiş xwe ve bînê
Rênimayî
Li ser rêçên Evînê…….
………………………………………..
Ji Qureyên paytextan re çi bibêjim
Ji bazirganên xwînê re çi birêjim
Ji hogirên nankorî re çi bipêjim
Ez bi soz û biryarim
Bê arzî û Bazarim
Û Şeydayên samanê
Bi kilîtên Gencînan mijûldarin
Li Êşa min beşdarin…..
…………………………………..
Çendê caran
Bi xwîna xwe min name dinîvisand
Kevoka xwe
Di esmanê biyan de min difirand
Min gurpîna dilê zîz
Di Rekeha tawanê de dilûsand
Lê dema Dêwên zerkeş
Kevir û kuç ji hawîr dibarandin
Ti qêrînê
Sîtava xwe li birînê ne kir Sîwan
Ti Şalûrî ne ti Bazî
Li baxên min ne kir fîxan
Ji bil çend Bilbilên jarî perîşan…!!??
………………………………………
Kî hat û şewata min vêxistiye
Kî hat û hestiyê min kevaştiye
Kî hat û Xencera xwe
Di nav qolincên min de diçikiland
Kî hat û Kişwara xwe
Ji pol û parsiwên min damezirand
Heçî ku hat
Beşdarî Zêweyê xwe veparimand
Her wisa di gelcê de
Ne ew li raserî me rawestiyan
Ne em li himberî wan diwestiyan
Me bi hevre ,"du pêwistiyên dijber"..!!
Dîroka bobelatê dinîvisand
Me efsana bexwedanê dihûnand…!!!.
…………………………………
Sitûrin serbanên qêrîngehên min
Çima dengê min dişke
Dibe qahfûr û tê xwar..?
Çima şêjna min bê keyse
Li Serkeşên rêbiwar…?
Li himberî cadûkaran
Li bejna min tê poştin şêweyê Mar..?
-[peyva dadiyê çorte yara min
Beramberî tawankar..].!!
…………………………………….
Pênç hezar feryad
Di guhên van Çiyayan de bûn ewlegeh
Pênc hezar birîn
Li ser sînga vî Welatî bûn rewangeh..
Bi hezaran gundên ku bê derûn dibûn
Çivîk û perwaneyên sirgûn dibûn
Hatine pêşwazî min
Bi navê te bangewazan hildidin
Helwestên pîlebazan şermezar dikin
Tên û li dor rivîna te diherin
Hewesa ciwaniyê derdibirin…..
…………………………………
Êdî were….
Guh deyne ser dilê Çiya
Û li bêhnefişka min bipêjine
Penaberên rapizkandî
Kurtepistê di bin çermê min de dikin..
Were……
Asoyên xembarî xeydok
Li banga min haş bike
Ezê li serpêçiyê bo te siwar bim
Gema tirsê
Di ser pozê Felekê re werînim
Şîhîniyê rizgar bikim
Bi guhê Bahozê bigrim
Û li gor arezûya te
Bablîsokan bigerînim
Xetîreyan ji cergên xwe vêxînim
Bo qurbanên kujtar û taristanan
Yadîgarî bişînim
Bo zarokên Hîroşîma
Ji bo şagirtên ZÊWA..
Sirûdek nû
Bi ritm û awazek bê dû
Ji bo cejn û helkeftinan vejînim..
………………………………..
Hew dixwazim
Gul bi xwînê bêne avdan
Ez dixwazim
Gul di avê de bikenin...
Ez dixwazim
Tiştê bi avebûnê bûye wêran .!!
Vegere xwerista xwe sade û hesan.
Têkçûne zanîn û raman.
Windane rêbaz û rêzan..
Hîna sêdara mirovan li dare
Hîna felsefa kuştinê li kare
Hîna aştî peyveke tawanbare..!!!
…………………………………
Pêlên êşê
Kenarên semaxa min hilweşandine
Di heriya van rêçan de
Pêngavan di hirhitînim
Niyazdarim ku teqanê bibûrînim
Û dawera xwe bisipêrim
destên tenî aferîner…!!
……………………………………….
Gazî dikim …
Kulek di dîwarê deng de vedibin
Tu dîq dikî
Tenê ez te dibînim
Û kenê te zeraqa xwe vedide
Û Pertewa dêmên te
dihingive mijankên bendewaran
Li ber bîbokên çavên te
Xula Jînê destpê dike…..
1988-1998.z
**********************
**********************
___________________
Ne gevcilandî vedigere
Dildarê Aştî
peyrewî êşa revend…
dihejmêrî
rêwîyên bûrî
perriyên weşiyayî
ku derbendê reva min
şanî peygeran dikin…
tu hêrzên serpêçiyê
didî çogên rêwengiyê
tu dixwazî
kevirê ser dilê bajar bihêrî
li ber bayê guhertinên bêhawe
çiltûka hêviyên jaran didêrî…
tu dûr diçî…
û çemê azariyê diherike
tu mîna Nêrgizekê bi ser avê dikevî
zarokên şût
li pey te lewzan dikin
tu dibî periyek dîn
razên giyan
li dildaran belav dikî…
tu dixwazî xwe hînî firê bikî
û laşê xwe hojanî şahiyê bikî
lê nêzîkî kêferatê
şerma kulîlkên avgirtî
bitirs te dadigerînî
di çentê qermiçî de ji tevdanê
tu sozan dihêwirînî
ne gevcilandî vedigerî…!!
areziwê
li ber deryê rûmetê şevder dihêlî…
li derbarî lava te
lal dibe behreya min
çemên xwe koçber dike
û nefela mizgînan
ji tîna penaber dibe…
rojan têra bobelatê canê te kevaştine
û têra welatekî
te xunava dêmên xwe daye gulan
tu bi vê şeydabûnê xwe dikî mamik
dilê min sergerdan dikî
û ji min xwe vedidizî
wek Ahoyek bizdiyayî
di deşta dîdariyê de dibezî
Tu di hana min de hovenadî
Nêçîrvanên veketî
Dixwazin bi kurtepistê te ragirin
hunriyê bi jiyana te bikin
Û Pakîzeyiya te
yadîgarî ji mîrên xwe re bişînin…
sînorên êşê xwe vediparimînin
li me dipêjinin
pêwanên ku melavan basko dikin
leşkerê ku bavê min
bi zarotî bêlan dikir
hîna di xwîna min de
lûleya tivinga wî ne riziyaye
hîna
nêçîra bangên min dike
û can dicû…
mebesta wî kuştina awira teye
ewa di dilê min de
lehengên berxwedanê
ber bi dozê de tajo…
kî dikare
di perpitandina te de bigihêje…?
Kî diwêre
Ji şîrava evîna te biçêje…?
tenê dilê min dilberê
rêberekî kul nase
min serborên bêmiradan
di berqefa xemê de civandine
û perriyên weşiyayî
yek bi yek rengîn dikim
peyv û tiliyên te
hînî laqirdiyan dikim
xwe li min nenas neke
ez wardozekî şeyda me
di rûyalên temen de
bê rêbaz dikudînim
vehêla awira te dibijêrim
li gastîn û duryanan
dînbûna xwe didêrim
hîna
hîrehîra siwariya min degele
xwe li celewê dixe…
kesera te
şepêla ramana min rizgar dike
Di guvîna xwîna min de
dengê te vêdikeve
xewna te dipişkive…
2o/2/2009.z
* * * * *
_________________________
Qamişlo te çi dîtî…??
Bi çi gulê
Pîroz bikim cejna te
Bi çi dilî,
Himbêz bikim bejna te
Îro xanim
Tu bûka newrozê ye
Li dor te kêferate
Şîhîniya dozê ye...
* * *
Birîna min bişkiviye
xewnên te jê dane der
Îro xanim seranser
Xêlî bi halan û qîrîn,
Tiştê ji hawîr di firin,
Ne çivîkin,
Pîjin..
gule û tîrin.
* * *
Evîndar bûm ji mêj ve
Ji dema ku xunceyan
Sirûda baranê xwendin
Ji dema ku şebnemê
Rondika min
Li ser dêma te jibîrkir
Û hîna tu piçûk bû…
Hîna nû peyv
Li dor te di bişkivîn
nû hengeyên pelendar
Li kulîlkên arezûyê di hingivîn..
Min di xwest
Li nav darên şenge biyan
ez li şêjna te rûnim
Raserî kanya miradan
Birînên xwe vepûnim
Ji bêhna pûng û rîhanê
Helbestekê bi hûnim…
Lê min di got:
Belkî tenê areziwe....
Hîna ziwe...!
Hîna raman têz nebûne
Tilî bihêz nebûne...
Û wisa di gelcê de
Min bêdengî di bijart
Di nav diruşmên kedî de
Mebseta xwe vedişart
Heta ku qêrîna te hilçenandim
Li zaxor û navbiran di gerandim
Gund û bajarokên min
Li serxet û binxetan raprandin
Bend û sînor di bûrandin
Bi halanî
Navê te di hecandin
Qamişlo te çi dîtî.....?!
Te jî hûçkên xwe bi xwînê rengîn kirin
Kirin al
Ber bi bêhna dozê de
Xeftanê te li ba dibe
Bi kaniyên mişextî re
dibî heval
Xweşxewanê dikişînî
Ha wer delaaa....aa...al....
ha wer delal…
.........................................................
Ev toza ji wê ve tê
Ne pezê koçeraye hatiye çêrê
Ne kerwanê peyên berpirsiyaran e
Girtiye rê
Ne refên qijakane
Danîne li wê derê
Belkî…!!
Cemawerê tîmên werzeşiyêne
Lê ji dirv û simbolên wan xuyane
Ne mizgîna xweşiyê ne
Belkî...!!
Bazirganên xwînê ne..!
Belkî...
Lavekarên kînê ne…!!
Û belkî…
Ardiwê şewatêne…!!
* * *
Ling li navtenga celdeyan di hejin
Siwar
Dînemêrin lewçekîne
Û celde ditertilin
Şax û bejin di xiln
Dest pir dibin
Û dêm têne guhertin…
……………………………..
Zigurdên te di ferfitin
Ji nav pencên bêzariyê xwe zer dikin
Di bezin...
Ziman bi qozik û gezin
Endîşeyan di revînin
Arîşenan vedijînin
Ji kişwara bobelatê
Derketine kêferatê
Xem û xewnên xwe dêrane
Kevirê ber dil hêrane…
* * *
Li alîkî...
Top û teng amadene
Li alyê din
Şilfên kêrên sêwlekan
Bi tîrêjên sibê re di çirisin
Terîş û al
Di bin mertal
lîlandina zeriyan
û Silogan
di ser laşên germişî re
keskesorê dikin sîwan
* * *
Ha wa hatin…!!
Wek cirîdvanê berbûkan
Bi lewz û hoqboq û hayhay
Ha wa hatin
Wek siwarên dagîrkerên cengên berê
Guhan û goşî û leman
Didin bin pê û siman
Bû xurîna "reşaşan"
Termên xortan
Weke şitlên rîhanê li bala rê
Li evînê mikurtên
Li birisîna veşartî
Ha wa hatin
Nijindarê kujtarêne
Bobelatê pîroz dikin.
………………………
Rê û duryan
Bi çete û rêbiran zikzikîne
Zikreşin kulibîne
Li ser bêhna xwîna min kewijîne
Dîsa mîna demên berê
Kurtêlxwerên li nav êlan
Dawdêlan diçikçikînin
Li sînorên gundên xwele
Li goşeyên tarên ewle
Li dor mal û mewdanê min
qulûz qulûz di qelizin
keda jaran didizin....
* * *
Piştî xurîn û teqînê
sawîr hişyar dikirin
mizgîn tarûmar kirin
pêwist bû kevok bifirin
lê min bihîst
di nav pencên qertelande di mirin
min dît pisîkên mûdî
ji nav merxên kujtarê
nêçîra xwe dibirin
dûra...dûra...
pirçika xwe talastin
sinbêlên xwe badidan
bê xem û guman
Min dît reşin di reşê de dibûrîn
çend soz ji xwe re dizîbûn
û şalikên Mûsilî
ne hinkûfî laşên wanî çarqorzîbûn
Ala welat
li bejna wan ne dihat
Girêza wan
bi girara pêjandî re
dibû hewdel
li ber rivîna şewatê
bûne çalak û degel
hemî gewşek û gendel
* * *
Lehiya çilê vê salê
nameya kêferatê bû
min zanîbû bixwenda
Germa sibat û adarê
"mizgîna" bobelatê bû
min zanî bû vexwenda...
min zanîbû bayê başûr
Vajî viyana zordaran
hêviyan vedijîne
min zanîbû
gulvedana dêmên yarê
kîndaran didexisîne
lê bê xatir
bê oxir
me rêwengî di bijart
me dilpakiya xwe dispart
mehderiya bedkaran...
belkî setembariya me
belkî mafdariya me
ne dihişt em bawer bikin
ku ev çendî..?
şevlêger bi rewrewkê re
bazara xwîna min dikin
ku ev çendî
kîna xwe pengihandine
"kepûl mepûl"
dinav qolincên me de çikilandine
* * *
çendê caran min gotibû
Tu Bazên xwe di mijê de bernede
kevoka xwe
di ezmanê biyan de ne firîne
nameya te nagihîne..
* * *
zozan li deştê dîq dike
heçheçîkan...
bihar anîne kabokê
û legleg xapandine
heyva me hate girtin
û dûvsitêr ne hatin xwar
perwaneya xwe sotandin
Ti mizgîn nebûn diyar…
li pêşwazî darbestên evîndaran
çingeçinga naqosê venedaye
û bangeha mizgeftê
bêdengî li xwe pêçaye
qêrîn rûte
hawar kûte
qedexene
lav û lavêj û bêlûte…
hinek hatin
xaç ji xwe re kirin mertal
û hinek çûn..
kumê sipî yê tentene
di ser xwere kirin sîwan
û hinan bi gevezî
zixtên"rexnê" peyda kirin
xavika min pê dax didan
tenê tiliyin perwer...
kezebên şewitandî
bi serê pênûsên azad vekirin
kirin halan.
tenê girdikên zigurdan
li himberî gayê hêçî paçikxwer
kurdayetî
mîna alek sor hildidan
me bitenê birîna xwe dipêçand
me bitenê kevoka te xemdêra min
di vî dilê bengîn de dihêwirand...
Xema ne xwe
û rêbazê bi bijêre
nav û rengên te diyarin
veneşêre
xewn û niyazan bi dêre...
dizanim tu
welatekî lave dikî
welatekî
di gêra pelê tirî de
axpînekê...
ku têra fîxanê bike
têra dîlanê bike
têra reva leylanê
têra firîna perwanê
têra....
çivanekên bejna dîlbera min bike
axpînekê
têra dînbûna min bike...!!
* * *
Li vêderê
liba genimî pêşî
li ser destê min zîl dabû
û bavê min
pîşmendê alavê cot bû
ev beriya Mêrdînê
xet bi xet wî di xepart
li hewînga nisêbînê
zevî û medrebên birinc
ji kaniya "Reş û sipî" av didan
gurz û goşî
û guhanên mêşinî
li destên dayika min di baniyan
rîs û teşî
bi destê nazidaran dirêsiyan
Nêçîrvan bûm...
ji sîpanê xelatê
ta bi çiyayê Ezîzê
Qaz û qumrî di firiyan
min li pey xifşên xezalan
şêt û şeyda dikudand...
Li vê derê...
damarên qadê qor bi qor
Ji Şexna ta Waşûkanî
Li pêjna min mikur tên
Tenûra himhimandî bûm li Orkêş
kerwan li ber rivîna min
di hêwirîn
wisa qada Sobarto
Ji çûn û hatina min repin dibû
di navbera "Apûm" û Qamişlo de
min zevî bi xwîna xwe diparastin
û simbilan
simbêlên min talastin
* * *
De rabe….
bîranînan tomar bike
Sînorê qada dînan diyar bike
Dema Ceqceq xembar dibe
Horbehorba "Ebû dayis"
hêlehêla "Heygazo"
Û çîr û fortên "dilo"
sirûda bêpariyê sazend dikin.
De rabe tomar bike
Sîmfoniya dostaniyê bijenîne.
Derdoran bi nijinîne
Çendî dûr bin
Asoyên mizgîn vedayî
Rade te nawestînê
Çendî kûrbin
Tîrên bi jehrê sûkirî
Canê te na pejirînê
Kerb û kînê...
Berê navê te diyare
"Qamişloka evînê"....
2004.z
*****************************
____________________
Hewildanê
di dûmanê de nehêle
tûrikê qewîtiyan
bi stûna bendemanê ve daleqîne
rişma serpêçiyê berde
û zû were
li quntara dozê li benda te me
va nijde ji wê ve tê...
bê mihrevanî dibûre
guh nade bejnên lewaz
û dişkîne
destên lav û berzûriyê...
20/11/2009.z
****************************
_______________________
Bi rê dikevim
Bi rê dikevim
bijareyan Yeklay dikim
dudiliyê
Di çavên te de bûxte dikim
Li ser vê rêça pîroz
Xewna xwe vêdixînim
Yên ku ez pêrgî wan dibim
Bi geşbînî
pirsa min dihêwirînin
Li kêliyekê digerin
Li henaseke azad
Ku tê de westiyayan vehesînin
Di ferewaniya hêviyê de
Nameyan dirêsînim
Ez dizanim
Ku rê tim ne ewleyê
Û pîlebaz diqelizin...
Lê mande hinkûfî min
Jîngehê amade dike
Wê xem bibin Heçhecîk
Wê mizgîna biharan
veguhêzin
bexçeyên dilên yaran...
18-11-2009.Z
........................................................
___________________
Aştî
de destên xwe
ji evîna min bikşînin
hewesên xwe ji xewnên min vekişînin
ne siwarê cengê me
ez dostê biharê me
dostê bax û xunavê …
eve çil sal
hogirî benefşa dilan
ez rêbaza aşitiyê saz dikim
û peyvên min fêr dibin
hingiftina şimamok û nêrgizan
tivingê ne de dest min
di wêrim bême kuştin
lê newêrim bi kujim
tirsonekim ez di vê bafîkê de
di ahenga xwînê de...
8/11/2014.z
__________________
Ejdehak kurmî bû ye
li wê derê
lê vê carê ji pala deryan
ejdehak kurmî bû ye
yara min
ejdehak…!!!
li vê derê
jiyana me ajotine axurên teng
zordarin dipêjinin
li ritma derketina me
li bazên helawistî
bi diriyên sînoran ve
li awazên bilbilê di rekehê de
dipêjinin…
cenge li dor me digere
derde li vir nahêwire
sosretan belav dike…
eger hat û dînbûnekê
mirovek hewesdar hiland
divê cengek li dar keve
eger hat û pûştekê
ganderek di şaneşînekê de xapand
divê cengek li dar keve
eger hat û gencînekê
li valabûnê mikurhat
divê cengek li dar keve
em gerewa hewesa Ejdehakan e
û xwîna me
zeyta makîneyên wan e
pêwiste kuştina me
pêwiste şewata me
pêwiste wêraniya me
bo azadiya< mal paşa> li navendê
bo şadiya wekîlên wî li vê erdê…!!!
18/11/2014.z
_______________
Qunax
di vê qunaxa bêjî de
av ji dêman kêm dibe
û sorgul di xwînê de
xwe fêrî gevzê dikin
temenê kin
di nav metirsiyan de di werive
18/11/2014.z
____________________
Şore şore axaftin
Şore şore axaftin
Ez ditirsim
Tiştê di nav destên min de
bê çirûsk bê mizaxtin
Û dergehên bobelatê li piştêne
bablîsokên Hemî dengan
ji bil dengê min dibûrin …
16/11/2008.z
_____________________
Tundûtîjî
Beramberî mana xilmaş
Tundûtîjî
pencên xwe dipelîne
dêman dixerpişîne
bexçê axaftinê diçilmisîne
Û himbêza hedarê bê sêv dimîne
Tilî di valahiyê de xwe dikojin
Henasên tî
Tiştê mayî ji xewna min dinoşin…
16/11/2008.z
______________________
Şore şore axaftin
Ez ditirsim
Tiştê di nav destên min de
bê çirûsk bê mizaxtin
Û dergehên bobelatê li piştêne
bablîsokên Hemî dengan
ji bil dengê min dibûrin …
16/11/2008.z
_____________________
îro deng dengê te ye
Derdoran binijinîne
zindana xwe bi de serhev
û tûrikê xem û xewnan hilîne
dorpêçiyê zîvar bike
razên xwe diyar bike
li berwaran
heval li benda te ne
şevê şilfî tazî dikin
sirûdan amade dikin…
aso di destê wan de dihêwire
de were...
ber bi derbendên azadiyê de bikudîne
di cergên kedxwariyê de
pêtên bêparbûna xwe biçikilîne
demek hindik
tê leşkerên dudiliyê bişikînî
tê bi rengên doza xwe
panavan bixemilînî
de zû were
kêliya xwe
bi destê dijminê xwe ve bernede
gewdê wî pendifiye
melava wî pengiviye
meydana aştiyê veke
îro reng rengê teye
îro deng dengê te ye
îro ceng cenga teye…!!
10/11/2009.z
****************************
____________________
Dilê piçûk
Dîwarê xewnê ye
Wênegeha mendala ye
Tîmanan şirove dikin
Dilên piçûk
Pêve dihelawisînin
Çavdêrî pencera gulê
Gernijînan vedidizin
Nizanin ku
Bi zimanê
Çivîkên arezûyan ez dizanim
Yefşê didim
Da henasên dîlbûyî
Fêrî serbestiyê bibin..
2o/3/2008.z
**********************
__________________
lavelav
ne pêwiste ev lavelav
bawer bike
kevokekê dilê min revandiye
ber bi bêhna çiya de
û dengê azad
ber bi şopa siyamend û ferhadan de
û çemên dil şad
niha……
hey keça arezûmend
tû jî dil jêre birêke diyarî
belkî mîna du feriştan payedar
belkî di henteşa wê de
bicivin her du giyan
1990.z
_________________
rêwîme…
û pêwiste bûrandin
li seranserî sînoran
saw qozikên xwe disûn
baskokirî….
birîndare kevoka min
li ber bayê
reyandina dezgehên ragihandinê
bawî dibe helbesta min
êdî çawa..?
saloxên pertikandina çivîkan
saz û ritmên raperîna çemên xwînê
çawa biryara evînê
bighînim destê yarê…!!!?.
1989.z
__________________
xewngîrî
bi nav xeman de dûr çûye
peravên hêviyê dûrin
deryavanan
qeyikên xwe bûrandine
bi tenha
şikestiye helbesta wî
li keviya dudiliyê
keseran ew hilanîne bi pêlan
pirs û gûman
guhên wî dikişkişînin
li ber çavan
aso dişkin
diruşim reş girêdayî têne xwar
çavan digre
bi hatina pêleke tewş
xewngîr dibe…!!
1989.z
__________________
vê carê…
ku hatim civanê te
berî ku em
dibin perên birînan de
binav bibin
berî ku em
di gerînoka pirsan de
winda bibin
min agadar bike bo maçê..!!
1988.z