1 قراءة دقيقة
09 Jun
WELATO

Ahmed Tahir


WELATO

Welato
Li min bibûre
Ez ne li gorî soza xwe bûm
Ne li gorî eşqa te bûm
Kar û peyvên min
Tewş û derew bûn
Roja te serê xwe rakir
Ez tirsiyam
Ez reviyam
Min sînor derbas kirin
Îro di bin navê te de
Dibim şoreşger
Bê piroje
Bê kar û şer
Welato
Li min bibûre
Xak û kevirên te
Çem û darên te
Ji min çêtir in
Çeqel û gurên te
Teyrik û çûkên te
Ji min mêr tirin
Hêviyên zarokan
Min birîn
Bi xwîna wan
Mulk û mal kirîn
Welato
Li min bibûre
Di bazaran de wek piling im
Di bin navê te de
Di kirim difiroşim
Te didoşim
Li min negre
Bê sûde û qudoşim
Dolaran ez kor kirim
Dînaran ez dîn kirim
Bi sed dolarî te difiroşim
Welato
Li min nebûre
Min tu xapandî .

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‎Ahmed Tahir‎‏‏، و‏‏يبتسم‏، و‏‏‏‏‏وقوف‏، و‏سماء‏‏، و‏‏جبل‏، و‏‏عشب‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة