Zeredeşt Abdullah
" Weke îro"
Weke îro xencer di dil de kırın .
Weke îro EFRÎNA min dagir kirin .
Weke îro bûka Welat dîl kirin .
Weke îro kirasê reş lê kirin .
"Weke îro"
Lêlûn a bapîr û bavan xepartin
Ew ji damara qir kirin .
Peykerê destana Mîdî ya ruxandin
Li ber çavan bin pê kirin .
Kêlê gornê Pakrewan serî birîn
Şûnwarên me talan kirin .
Termê me ji xakê deranîn bi xaç û mîx
Ji nûv e sêdar kirin .
"Weke îro"
Weke îro cîhanê tev çavên xwe ji me kor kirin .
Weke îro em firotin bi tenê hiştin dilsoziya me ji bîr kirin .
Weke îro hovên kujer kuştin a me rewa kirin .
Weke îro xewna kurdî dorpêç kirin
"Weke îro"
Pêsîra rometa kurda hilqetandin
Bi neperûşka parçe kirin.
Kîna berê kevin û qirêj bi Bi teng û top
li ser me vala kirin .
Xwed ne nasa gawrên reş gorê çav sor
Bi banga ALLAH û ekber ba kirin .
Li EFRÎNÊ li KURDAXÊ careke dî mirovatî
Dubare Enfal kirin .
Mirovatî duvare Enfal kırın .
"Weke îro"
Weke îro bi xwînê va tê xêz kirin .
Weke îro dîroka Berxwedan ê tomar kirin .
Weke îro peymana Azadiyê tê vejîn kirin.
Weke îro sozê bidin EFRÎn bê rizgar kırın .
" " Weke îro ""
18/3/2019 / yekemîn sal vegere roja dagirkirin a EFRÎNÊ