1 قراءة دقيقة
07 Aug
Vebjêre xwe?

Becare Kobane


Vebjêre xwe?

Dijmin har bû li te xwe binase
Tu bûye zevî neyar bûye das
Hêdî bes gotin:te guh palase
Piştî tu barkî du hirin xase!

Xinizî berde veger bi yarî
Koletî dikî ji bo neyarî
Dinya bi pêş ket tu hîn neçarî
Ta kengê bijî tîna kerase!

Xelk li te siware tu bi hop hop
Can li te qeşirî bi dar û cop
Para wan goşte ya te her tim qop
Tu ye nêçîrvan lê xwe nenas!

Xwîna te herikî dinya tev dît
Çi ser işkî wek quto û filît
Derî hat girtin mifte ka kilît
Ta xwe nedî hev nabî xelase!

Di rû hene pir li me diçêrin
Derfet nede wan ji xwe newêrin
Çaxa tu digrî pîs ew dinêrin
Dijmin bê bexte tu baş binase!

B.K.26.07.2019 serzorî




تم عمل هذا الموقع بواسطة