Jîn betale ho?
Dikê pêşkim mal û melal
Dikê çibkim vîna mirdal
Ku herimî xwîna zelal
Bira dikenî bi bira!
Felek nerindî danziland
Ji ser ta bin tev dihiland
Weka berfê l'hev gongiland
Hemî bûn koleyên pera!
Pere kûçik nakî meriv
Bi hestîyan dikî giv giv
Di nêçîrda bê pare dev
We dît ku hevparê gura!
Peza gêjgel her nêçîre
Şivan xewar bê tevdîre
Wekî axa li pez jîre
Temiradin li me çira!
Çi axa bûn em kol kirin
Mela bi ol em tol kirin
Li ber dijmin em gen kirin
Di binî da bûn wek pira!
Pire xar bû hêzan şikî
Kuro bêje ka tu çidkî
Tu dev di birîna xwekî
Xwe bikujî wekî mara!
B.K.10.07.2019 serzorî