-di encama qernê nozdan dengê kurdan hate cîhan - mîrê botan her pêşewa miqdad nevîyê bedirxan -bi banga xwe gel şiyarkir 'Kurdistan' kir dengê kurdan -vîna kurda wî diyar kir Bi dilsozî daket meydan -li QAHÎRA biryar da bû Ku doza kurd nayê berdan -dengê kurda pêr bilinbû geşbû pêre hizr û rêdan -"KURDIStan" mûma jînê bû Wê vejand fikir û raman -şewq û ronî dida cîhan Wê xweş hejand erşê sultan -xebatê wê berdewam bû li CINÊVÊ.... bibû mêvan -geh li vir bû geh li wir bû li ENGILÎZ... bibû sîwan -çar rûpel bû pir buha bû nîvê mehê dihat weşan -zar şêrînbû rewanbêj bû bi zimanê xelkê BOTAN -sih û yek hejmar bi berkir li HEMBORGÊ bûye dîwan.