Roj baş delalno
Bese êdî were delal
Bi salaye azariya te
Hiltînim
Dûrbûna te pir dijwar e
Nema karim bendewariyê
Bikşînim
Sîber û xewnê min neman
Da ku ez te bi dilxweşî
Lê bibînim
Ne xewerojk ji min re mane
Da sîbera te l’ber çavê xwe
Bibînim
Bese êdî were delal
Nema karim bê te bijîm
Nema bê te ez dimînim
Bêrya te dikim herdemê
Bawer nakim careke dî
Te bibînim
Bendewarî tev çû sûda
Çawa ezê êdî ji te dûr
Bimînim
Rojên me vane bazdidin
Nema dighêm êdî delal
Jiyanê bi te re bibûrînim
Bese êdî were delal
nema karim bê te bijîm
nema bi tena xwe
Dimînin