1 قراءة دقيقة
19 Apr
Rengvedan


____________


Nijde ku tê bihalan
Dibe hawar û qeyran
Hemî asêgeh û sûr
şikeft û tûnêlên kûr
Serê qeralên zordar
Na parêzin ji neyar 
Tenê dildarê dilsoz
Rûmeta gel dike doz 
28/3/2019.Z

******************

_______________


xwe têşînî maleve
tenê di gumgumka xwe de dilive
Ji qalikê payebûnê derkeve
Bila Mişkê hirhitandî
Ji serê te bireve
Jiyan xweşe
Dema Bilbil bi gulê re dicive
2/4/2019.z
*********************** 

___________


Xula dîrokê dizîvire
Lerza dil nahêwire
Evîndaran 
Dilê xwe dane ber tavê
Xewnên xwe vedigeşînin 
......................... bi gulavê…
heçî kînkêş û çavnebar e
tim bi êş û xembare
Ciwaniya jiyanê binpê dike
Zindana giyanê xwe 
Bi destên xwe çê dike.!!
28/3/2019.z
*********************** 

____________


hişê yek pil goşeyî
bavêjin nav çiravê
li gorî giringiyê
rade nerîn û gavê
mirov bi xêr û bêre
gewher ku tê ber tavê.
30/3/2019
************************** 

___________


Rengvedan

marên bi laşên ademî
xwe li pêngavan dipêçin 
giyanê min 
bi ser qadeke şor de diguvêşin
rovî bi xap û rîpan 
tiliyên amajeyê dikevêjin
rêberên kût bêperwaz
li ber simên nijdeyê 
peyvan bêwate tavêjin
rengvedana kenê yarê
Eşkere 
razên evînê dibêjin !!.
28/3/2019.z
**************************

_______________


Dozvedan

Sîwanên hêvîsariyê venegire
Rêçên gihiştina dilan ne bire 
Tu nakarî
Behre û kama çivîkan 
ji çîvçîv û firê bikî.
Tu nakarî 
hemî çavdêr û sîxuran kirê bikî. 
ma tê çawa 
Ji çiya ber bi deştê de 
vedana neynika min qedexe bikî?
Tê çawa bilbilê işqê
Hogirî dengê xwe bikî ?!
27/3/2019.z
*********************

تم عمل هذا الموقع بواسطة