Rêz girtin
Rêz û rûmet ji bo te.
ji bo keda nemira
Vejînê qada mene. .
donê xwe dane çira
Sitêrin dîrokê ne.
li xakê bûne pira
.......
De ûjdan de tu dijî.
eywan û birc û sera
Rehme li gora te be.
pêşewa yê çarçira
Qadîyê kurd her tuma
Çand te daye serwera
.......
Komara kurd te anî
ji nêv lîsk û çepera
Çira te her li dare.
ala destê leşkera
Pêşmergê rojêne ew.
li meydan û sengera
........
Tucarî ji bîr nabin.
Sêpiyin dar vekirî
Bext reșî û qederê.
Pir laș hiștin bê serî
Ta îro jan di dûme.
Li pê tim kal û girî
.........
Li dû șopê dil sozin.
Hemî ciwan zerî
Ferînaz û leylane.
Gelek horî û perî
Wefe darê xwînêne.
Ta go ew vekin derî
.........
Pêlava te rûmete.
Li ser serê neyara
Tirs û sawê her didî
Wan çeqel û keftara
Rêberê azadiyê
Xwîna reh û damara
......
Her demê tê bimîne. .
Yek gorgîn û çira min
Mîna al û beyreqê
Li ser serê qatê min
Ew rûmeta te da dest.
Ma hêviya siwara
............
.....warșîn amûdê