1 قراءة دقيقة
15 May
" Pila hizran "

" Pila hizran "

 Tê gotin : ku mirovekî Rêbwar , yekî "ereb" li cem Av ê dît , barê Deviha wî bala wî kişand , barekî mezin û giran li pişta devihê bû  ... Rabû ji yê "ereb " pirsî : ew bar çi ye ... ?! Got : cemek "aliyek" jê pêdviyê xwarinê ne ji bo birêveçûna jiyanê ye û cemê dî Ax e , da herdû cem li hemberî hev nekevin û bibin weke pîvanê ...?! mirov jêre got : çima tu ji dev cemê ax ê bernadî û navêjî û cemê dî bike du beş û li herdû cemên têrê hevbeşke , da barê ser pişta deviha te siviktir bibe ?! Xwedyê devihê got : tu rast dibêjî û ax derxist û barê cemekî kire di herdu ceman de û  barê deviha wîsivik bû û ji mirovê rêbwar pirsî : Pa tu meznê êla xwe yî ya jê tu oldarî ...?! Go : ne ev û ne ew lê  ez mirovekî weke herkesî ji vî gelî me ... yê " ereb" jêre got : xwedê ruyê te reşkirî , ne ev e û ne ew e , tu şîreta jî di kî ...?! dîsa barê ax ê vegerand weke berê û barekî giran û bê sûd û bê wate danî ser pişta deviha xwe...?! ( bihtirê mirovan hizir li cem wan ne girîngin , ger ku rast bin jî , weke li cem wan girînge pila mirovan xuyabûna wan ji bo hizrên wan ger ku şaş bin jî ) ?!







تم عمل هذا الموقع بواسطة