15 قراءة دقيقة
12 Jul
PêNÛSA Min

Tabloya xala xwînê
================
Dumahîka cengê
Şiroveya tabloya
Xala xwînê
Û piyê jêkirî
Li pencera jînê
Ji dayikên pakrewana
Bi pirsin
Ku hîn ji doh ve
Hin ji ronîkirin
Û zelaliya rastiyê
Bi singilkê demê ve
Hilwestandînin
Ji destpêka êvarê
Heta dûmahîka rojê
Şîndariyê
Kincên xwe
Li xwe kiriye
Li welatê min
Şîngirîyên
Kuc û kolan
Ji dengê girî
Û dîrokên
Li ser miriyan
Bi dengê dayigên pakrewana
Dagirtiye
Êvareke jiyanê
Dinav pencên xwe de
Digivêşe
Dîmenên şîndar
Jê dadiwerivînin
Sêdara baweriya
Mirov bi mirovatiyê
Vedigirin
Û mirovatiyê
Li pêş çavên mirov
Bi darvedikin
Hûn xwedanê
Alfebêya mirovatiyê
Werin
Tejika nimêja baweyên xwe raxin
Û destên xwe vekin
Û seré xwe daxin
Ji dayikên kurdan re
Nimêja baweyên xwe pêşkêşî wan bikin
Ku şêrîntirîn kes
Û girantirîn kes
Li ber dilên xwe dan
Di ber mirov û mirovatiyê de
Di Cîhanê

.ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏أشخاص يجلسون‏‏ و‏نص‏‏‏




Ne ruwê te heye
Û ne pişta te heye
Û tu dibê tu rû nadime
Damarê rêzê
Di neniya te de
Qetiyane
Û tu di bê rêzgirtinê jimer nake
Kurt û gurover bo te bêjim
Gava tu radihêje megrefonê
Û li paş mêzê
Tu di axive ji milet re
Ez di zanim
Tu derewan dikî


Koletî û sofitiya we
Bo serok û berpirsan
Sîstema bingeha
Partitiyê û réxrewiyé
Di rûxîne
Bi hêvî me
Ku hezkirin
û perestmendiya we
Bo miletê we
û welatê we be
Ne ji bo kesan be
nekokî û ezeziya xwe 

dinav milet de hûn rawestînin
Û Bi dilekî dilovan

 li miletê xwe binehêrin
Hûn serok
û rêveberên partiyan?


Şûnpêkên Lévan

Bi ronî be
Û
Şevreşa min
Ronî bike
Bi roniya xwe

Bi xweşî be
Û
Dilê minî
Bi êş û azar
Xweş bike
bi xweşiya xwe

Bi helbest be
Û
Bera wêne yên
Bêje û hevokên te
Ji hêviyén min be
Ta ku her kesek
Hêviyên min
Di hevokên te de
Bixwînin

Bi kelestûn be
Û
Ezimanê
Welatê min
Bi rengên xwe
Rengîn bike

Bi ramîsan be
Û
Şûnpêkên
Lêvên xwe
Li ser eniya min
Nîgar bike

Ta ku her sibeh
Ji xew hişiyar bim
Û
Şûnpêkên ramîsana te
Li ser eniya xwe
Bi bînim
Di neynikê re
Û
Jê fêrî ramûsana
Û
Evînê bibim

BiBûRîNE

DIL Ne ji pola û hesine

li ber kêşebendiya te

awirên xusrebazî

lerzînoka dikin karde

hestê mirov di livînin

tevzînoka bi laşve tînin

li ser lêvê gulek sore

pêşkêşî dil koran dike

yên dil korbin çi zanin

cejna evîné pîroz bikin

ku ne cadobazên evînê bin

cejnê bi lêvan pîroz bikin

li meyxana bejna te

çinge çinga badeyan kin

gera gerdûn rawestînin

serî bi rengê hêlanê kin

di bawe û gerdeşê evînê da

cengê di gel rojé bikin

ne roj biçe ne sibeh bêt

dergehê pûtxaneya pîroz

bite serbest û azad bikin

li şûnvegerka evînê

nimêja perestmendiyé û pabendiyé bikin

di guvaştokén himêzê da

ramîsanê di nav lêva

li hêviya pîroz kirnê

pîroz bikin
pîrozbikin

Serbilindiya mirov
================
Ciwaniya welatê min
Dîrok
û
kevnariya gelé min
Nermî
û
xweşiya
Zimanê min
Mêranî
û
serbilindiya
Şehîdên min
Berxwedan
Û
Dilhişkiya
Leşkerên min
Şal û şapikên
Bav û kalên min
Kiras û xiftané
Dayika min
Dihêlin
Ku ez
Bi kurditiya xwe
Serbilind bim
Serbilind bim


DEM KURTE

 ===============
Ku min zanîba
Avéjtina gavén min
Wé li ser
deng û awazén
tepîna dilé te
Béte avéjtin
Ji nikte ranedibûm
Ta bi miriné
ROJAVA
dem kurte
Roj û derfet
Di navbera min
û şahiyé de
kémin û kurtin
Çimkî ez
Férî şîné bûme
Neçarim
Qrinceka
bi dil dim
Û dil biguvéşim
xatir ji te
bi xwazim
ROJAVA
Dem kurte
Û rojén jiyé min
Té dernakevin
Bo gihandina bate
Cend sal û dem divén
Ji vekirina
girék Û girékûtkén azadiyé re
Ku li ser réka dilé te
Min bi bînin û lé pirsîn
Li nasnava evîna me
Neyéd kirin
ROJAVA 



Li Elmanya
Li bajarê Êsin
Komela Hélîn
Bîranîna siyemîn
Salvagera teqîna
Qamîlé
Hate li darxistin
Ez bi vé helbesté beşdar bûm

Çi kesim ez
==========
Bêhî te çi kesim ez
Li hevan warên bê war
Di hevé jiyana bê jîn de
Xewn û hêviyên min
Bi bêdengî
Ji tûrikê min
Têtin xwar
Bêhî te
Tîpên bêje hevokên
Helbesta min
Li xêzên pirtûkê
Di lerizin û lezokî ne
Bêhî te
Çi kesim ez
Bêhî te
Tu pêwistiya min
Bi hevê jiyanê nema yê
Û ne tu hêvî
Ji tîrêjên roka sibehên
Hevan welatên beyanî
Têtin hûnan din
Bêhî te
Te nê
Nerînên çavên te
Yên
Li rêka min qerimî ne
Dilé min
Ji xwe westînê
Poşman dike
Û
Bi poşmanî
Pişta min
Di de dîwarê
Poşmaniyê
Bêhî te
Li hevî welatê
Ne welate
Ji bohî min
Bêhî te
Roj bi roj
Termê bermahên
Hêviyên xwe
Yeko .. yeko
Bi destên xwe
Ji bîrdank a dilê xwe
Bin ax dikim
Bêhî te
Çi kesim ez bêhî te
Ji kîjan warê wêranim ez
Xelkê kîjan welatê
Bê xwedanim ez
Bêhî te
Li van welata
Bê maf û dadim ez
Ji xwedê jî
Windayî me ez
Bêhî te
Li van welatan
Ne jîn û ne jiyan e
Bero li ku me ez
Bêhî te
Kesekî bê kesim ez
Windahî me
Bêhî te
Welato
Windahî me bêhî te
Welato

(Lihevkirin
================
Ez westiyam
Ez ê rawestim
Li hêviya te
Li rawestangeha diriyana
Lihevkirin
Ji kîjan rêkê tu bê were
Sibehê tu bê
Nîvro tu bê
Êvarî tu bê
Were tu were
Ji bakur
Ji başûr
Ji rojhilat
Ji rojava
Ez amademe
Ji pêşewaziya tere
Ku çare
û
Li hevkirina
Kurda bi terebe
Ji ku tu bê
Were ez
Li hêviya pêşewaziya te me
Lihevkirin

________________

Bera li jiyanê
mirin hebiya
Û
Kalbûn nebiya,,)

Min ne ko
Razanekê
Heta bi sibehê
Û
Min ne ko
Ramîsanekê
Ji dev û lêvan
Û ji ebrûyên
Li min kirine
Tava heyvê
Min ko
Gernijînekê
Bi kêşebendî
Û
Nerînekê
Bi evînî
Ez ê
Li tekiya te
Bi mînim
Pabend
Û
Perestmendê te
Temenê maye
Tevî tevî


_______________

Partiyên kurdistana rojava
Hin ji wan
Ala rengîn bilind dikin
Ji bo bercewendiyên xwe
Û
Hin ji wan
Ala rengîn
Bin pê dikin
Ji bo bercewendiyên xwe
Rebenê milet
Dinav berberiya wan de
Û
bercewendiya wan de
Li ber piyan çûne
Nema zanin
Ne
Berê sicadê
Bi bakur vekin
Li mêj bikin
Û ne berê sicadê
Bi başûr vekin
Li mêj bikin
Van partiyan
Ev milet
Bê limêj kirine

________________

Rêveberê min
Bese bo min bêjeê

Li filan civînêê

Û filan civatê
Bi filan serokkomarî re
Û bi filan
berdevkî re
Min wiha kir
Û wiha got
Bes
Bo min bêje
Kenkî
Wê aramî
Û ewleyî
Bê welat ê minê

An em ê
li van wilata derbeder
Mişext û penaber
Dûr ji welat
Bimînin
heta bi heta

__________________

Poşmaniya
Herî mezin
Ku ez
Lê poşman bûm
Kêlîka
Min tu
Li şûn xwe hişt
Û ez
Bi rêketim
Tu bû
Tiştê
Giran buha
Û herî şêrin
Li ber dilê
Min
Û
Dilê min pêve ma
Li şûnwarê min
Tu bû

____________________

Li pûtxana
Perestmendiyê
Li ber
Bejna te
Ez
Rawestiyam
Û
Nimêja
Baweyan
Min kir
Û
Baweyên evînê
Hemî
Min
Pêşkêşî
Bejna te kirin
Û
Min
Bawerî
Bi ciwaniya
Te anî

___________________

Himêz kirina
Dayik û bavên kurda
Bo zarokên wan
Ji mirinê
Tê wateya
Ku kurd
Hezkerê jiyanê ne
Çavsorî û hovetiya
Dijmin bo kurda
Tê wateyê
Ku li dijî jiyanê ne
Helebça
Şingal
Kerkûk
Kobanê
Efrîn
Nimûne ye

______________

Berbejnek
_____________________
Hîn
Ez
Bi xwe bawerim
Ku
Rojekê
Ez ê
Rêça vegêryana
Li şûnwara
Bi bînim
Û
Ez ê
Li dergehê
Kilît kirî vegerim
Û
Li ber mircaq
Û beştê xanî
Bigerim
Li nivişt û berbejnên
Dayika xwe
Û
Şîret û tebîniyên
Di guhikê kitana
Wê de
Û
Berbejna zarotiya
Xwe
Bi xwere hilgirim
Ku hew
Xewnên nexweş
Û
Şevpestan
Di xewa xwe de
Li xerîbiyê
Bi bînim
û
Veciniqim
bi bînim
Û
Veciniqim


________________

Li xerîbiyê
Mirovê kocber
Hestiyar nabe
Bi alesa jiyanê
Lê hergav
Hestiyare
Bi gotina gotinekê
Yan bi nûsîna
Bêjeyekê
Helbestekê
Ku
Dilê xwe pê şa bike
Û hestên xwe
Pê aram bike
Ji bêrî kirinê

__________________

(KESEREK )
================
Ku min
Dilek hebûya
Minê
Rismê ramîsan ê
û
Sorava lêvan
Jêre
Bi Al kira
Û
Dengê hinasên
Berî ramûsanê
Jêre
Bi sirûd kira
Min ê
Her sibeh
Wekî perestmendekî
Bi rêzdarî
Li ber rawestama
Û
Destên xwe
Bi serhevdan
Û
Pateya evînê
Jêre lêda
Hinasek
Dirêj- dirêj

__________________

Birastî gazin
ji serkêşên
partiyên me
nayên kirin
ji ber şer û cenga welat
belengaza
li kuç û kolana
mezin bûne
û bi pariyên kurtêlan
li ber deriyan xwedî bûne
ruwê wan
bi heft ava
ji şermê hatiye şiştin
Wê çawa gazin
Ji wan bibin

___________________

Sergirdê kurda
================
Sergird û reveberên
Jîr û zana
Bidemekê
Lipêş demê
Dibezin û Dixebitin
Ji boyî
Bercewendiyên
Gelê xwe ?
Lê mixabin
Sergird û rêveberên
Gelê kurd
Ku li ser kursiyê rûdinin
Bi demekê
Li paş demê
Dimînin
Heta
Ku
Ji boyî bercewendiyên
Gelê xwe
Di xebitin




____________________

Kêla ramûsana
================
Ku ba
Li kitana
Dor gerdena
Te pêçayî dide
Û dergehê
Benda
Gerdena te
Ji nerînên min re
Vedike
Şûnpêkên lêvan
Û
Cihê ramûsanan
Ji mive xuyan dibin
Bi serxweşî û nelihişî
Lêvên min
Xwe
Li lêvên te
Bi guvaşî badidin
Wê kêlîkê
Ez tê digihêjim
Ku
Kêşebendiya
Navbera min û te
Deyardiyekî
Cadobaziye
Û
Xwezayekî
Ji xwedaye
Li bamin û te
Raza evînek
Veşartiye
Di nav kêlên
Ramîsana
Û
Şûnpêkên lêvan de
Jiyaniyek bê êş
û
azar kêşan dine
Ji min û te re

_______________

Bêguman şoreşa
Ku serkêşên wê
Mirovên dilpak
Û zikêşên gel
Û xaka xwe bin
Bicî wê
Şêr û pilinga
Bi afirînin
Û
Şoreşa
Ku serkêşên wê
Ker û bergîl bin
Bêguman
Wé qantiran
Bi afirînin
Milet jî neçar dibin
Ku jihev başqe bibin
Heryek
Bi nifşê xwere herin

____________

Ji bîrbirina min de
Her évar
Talda sîbera te
Cihé rûniştin
Û
Gilî û gazinén
Mine
Û tu
Bînere
Li ser éş û azariyén
Evîna min
Her tu ava dibe
Hinekî
Ji jiyana min
Tu bi xwere dibe
Bi xwere dibe

________________

Ne zanebûne
Ku tu milet
Bi benikê nepoxan girêde
Û bi dûxwede
Bi firîn ne
Rewşenbîr
Zanebûn ew We
ku tu milet
Li ser bingehekî rewşen
Ava bike û baska jêre deyne û bifirîne
Rewşenbîr

____________________

HêVÎYA WiNDA
=============

Piştî windakirina
Hevalbenda
Hêviyên min

Di rêka rêwîtiya min de

Min xwest helbestekê binûsim
Ji bîrkirina te re

Lé min nikarîbû
Ramîsana lêvên te
Yên hênik û sar
Ji bîrbikim

Di vê kelekela germa havînê de
Û ez

Bi rêka penaberiyê de diçim

Bi vê cîhana bêser û berde

_________________

EFRÎN
===========
Rondikên
Ji asoyên çavên te
Di barin dilê te tenê
Bi êş û jana wan di zanin
EFRÎN
Dara zeytûnê ya
Li banê kolozê te
Damarên qurmê wê tenê
Bi evîna xwe û xaka te di zanin
EFRÎN
Xewa li ber sîpera şax û pelên darên te
Bapîrên te tenê
Bi xweşî û aramiya wê xewê dizanin
EFRÎN
Koçber û penaberên kockirî
Ji gund û bajarên te
Şûnwar û kavilên
Li paşwan mayin
Tenê bi bêrîkirina xwe û te di zanin
EFRÎN


______________________

Îro stûna jînê ye tu bibawerî
Çihelbestê bo te binûsim diyarî
Ji keçanre can û ceger dibin yarî
Ne hêjanin êş û elem jê dibarî

Ji keça kurd re spasî û pate yek
Berxwedana ku tu dikî bûye findek
Dadên gerdon te guhertin tev bicarek
Ji jinê re di cîhan de bûye şanek

Rext li mile can sivike wek çibçibke
Cengé dike di gelmér de érîş dike
Héviyén wé azadiye dest sivike
Bi dilkî hişk neyar gule baran dike

Ji erkê xwe xwe nade paş bêşik û şek
Îro bite serbilindin kurd bicarek
Di kozik û çeperande xwedan parek
Ji dozê re xwe dibîne berpirsyarek

Xwe avakiriye ziman renge renge
Bi destekî pênûse yekî tivinge
Jîn te daye jinê pirr bi nav û denge
Çendî bêjim ji bohî te peyv bê çenge

Paşçav nabe xebata te keça kurde
Te hilkirine ji pêşiya xwe sinc û bende
Paşgezên te kolayne di gerdûnde
Peykerê te li mûzîxana ser bilinde


____________________

BARÎN

Ken û gernijîna te
Wê bimîne
Dilopên xunavê
Li rûpelên
Gul û kulîlkên
Zeviyên EFRÎNê
BARÎN

___________________

AFRÎN

===========
Efrîn wêneyên te
Û rûpelên nûsandî
Bi dîwarên kavil û heriftî ve
Li bazara mafê mirovan
Herkes
Di wade di buhirin
Ser dernixûm û dest
Li ber guh
Bêy ku kes ewan rûpelan vexwînin
Û ew rûpel
Hatinin nûsandin
Ji bohî e wan kesan
AFRÎN
Bangén te yên evîniyé
Liser eniya şevê
Cihê şermezariyê ye
Ji bêdengiyê re
AFRÎN
awazên birîna te
Xwe berdidin nav hinasên
Her dilekî
Û çi çavên xilmaş hişiyar dikin
AFRÎN
xaka te tê te misdan
Bi xwîn û goştê
Kal û pîr û mendalên te
Liber çavên cîhanek bê hest
AFRÎN
Bi melûlî e vê helbesta xwe bo te
Di nûsînim û diyarî
Te dikim
AFRÎN

_____________________

EHMEDê Silêman axê omeriya ket hebsê

 piştî çend mehan ji zindanê hate berdan

 gundên omeriyan derketin pêşiyê ê

 ku tu bi xêr hat ê ku ser çava hatî
Jineke pîr hate pêşiyê go 

em bêjin tu bi xêrhatî tu bi xêr hatiye

 em bêjin ser çava ser çava tu hatiye 

ku hema tu dime emûckane axa
É mejî ez bi tirsim ku piştî heft sala 

ji avakirina kantona di herêmê 

me de dawiya dawî em derkevin pêşiya cêşa 

BEŞAR û jêre bêjin hema tu

 di me hemûckane SEROKê ME

_____________________

EVÎNA Min Û XWEDê
================
Helbesta min nûsandî
Pencere ya hevok û malikên wê
Pira esîman neda xuya ji min re
Ku herim serdana xwedê

HELBESTA Min NÛSANDÎ
mûzîka
Kêşe û saziya awaza wê
Bersiva hevdîna xwedê
Li ser mêzeya yek û du
Ji min re negihand
Û ez mam û mam
Evîndarê
Serhişkiya xwedê
Û carekê tenê
Xwedê
Pêrgî min nehat
Di jiyanê de
Û destén xwe
Di ser serê min re
Nebir û nanî
Û ez ne ramîsam
Û min ew himêz nekir dijiyanê de
Ez mam perest mendê suriştê
Û ew ma Xweda yê nependî
Bihev şanebûn em


_________________

Gava EFRÎN
tête topbaran kirin
Landikên menalan
Di lerizin
Li ber dengên topan
Û
Menal
di landikên xwe de
di gernijin
Bi lerizandina landikan


_____________________

EFRÎN
Her ku ez wêneyên te di bînim
çavên xwe
hişk di girim naxazim wan bibînim
EFRÎN
her ku dengê te
di bihîzim ez guhèn xwe hişk 

digirim naxazim bê min
EFRÎN
şîna te
melûliya te
Wê kengî
bidawî bibe
Qêrîna te
EFRÎN
Ez nizanim
ez nizanim

_______________________

HELEBÇE XÛşkA EFRÎN
Rondik
Ji şerma dilerizin
Li ser rûken mendalên te

Qêrîna dayika
Dilerizî ne
Dilê neyarên te

Laşên canên xwe
Ji dest dane
Bi kîmawî
Her êvar şevpestin
Li ser sînga
Neyarên te
HEIEBÇA
XÛCKA
EFRÎN


_____________________

Vê êvara pîroz 

siyasetmedarê min
Çîroka mêranî û serkeftinên

 kawa yê hesinkar
Ji min re dibêje
Û ez
Destê xwe
Li kêlek xwe digerînim
Li ser perçe û pariyên

 laşê kawa yê hesinkar
Li evrînê jiyana xwe
Ji destda ye

___________________

êvarên penaberiyê
Her êvar
Destên xwe
Bi dizîka
Dixin buxçika
Hêviyên min
Û
Çengek hêvî
Jê didizin?

Çisibeha bixwe
Hişiyar dibim
Buxçika min
Şîndare û rondika
Dibarîn e
Li pê çenga hêviyan ?

êvarên penaberiyê
Tenê ez û tu
Dizanin
Çend çeng hévî
Te
Ji
Buxçika min
Dizîne
Te
Ji
Buxçika min
Dizîne
êvarên penaberiyê


____________________

Teşiya bi dest teşîrêsê
Vê êvarê lal û zîze
Li rawestangehekê
Ranewestiya
Û ez wekî gulokê
Li pê teşrêsê
Viyalî viyalî
Di likumim
Û di terpilim

Çeng dibim
Ji qurincekên
Gez kirina lêva
Û
Badokên awira
Min
Digvêşin
wekî RÎS
Li bejna teşîrêsê
Tême badan
Û
Gernijînê
Li ser lêvên min
Yariyan û tenaziyan
Bi êş û jana
Badokên awiran re
Û gezkirina
Lêvan re
Dikin
Vê êvarê

________________________

BÎRANÎNEK Ji şûNWARÉ KEVNAR
================
Tişté ku biminre mane
Ji şûnwaré
Kevnar û firişt û yara
Alesa ramîsana yekemîn
Ji rûké keçika gundî
Ku hîn
Li serlévén min
Di jené
Û
Perçe cawé
Buxçika dayika min
Ku neqiş
Û tenteneyén wé
Bi ta û derziya dayika min
Hatiye tentene kirin
Di nava wé de
Héviyén min
Û birînén demé
Pirtûka
Bîranîné min nûsandî
Di gel
Béhna dayika min
Péçandî
Di nava wé de
Hilandînin


____________________

Zortirîn ewe ku tu bi hesté xwe

 rûpelé nûsînén késin berpirs
dixwîne
û li axaftiné wan kuhdar dike
tu zane ku li te û milet derewan dikin
Û milet
ji wan bawer dikin
di şahî û şîna de
bi milet kovenda
di gerînin
û milet ji derewén
wan re
dide lîla
û li çebka dide

___________________

Serkéş û sergirdé
Ji dil û can
Xebaté
Diber milet û welat dikin
Xwe û şoreşé dikin
Qurban
Bo milet û welaté xwe ,
Serkéş û sergirdén
hene
Milet û welat dikin
Gorî û qurban
Bo xwe û bercewendiyén xwe?
Bakur Başûr
Rojhilat Rojava


____________________________

(Bi sedan kes)
_____________________
Li palagir
Li ber devé çem
Li ser ré û duriyana
Li kaş û newala
Li pişt télé sînoran

Bi sedan kes
Di dilé min de
Bi éşa min re dijîn
Bi keseran re
Radibin û rûdinén
Bi hinasan re
Diçin û tén

Bi sedan kes
Di rex min de
Li meyxana xerîbiyé
Li ser mézan
Ramîsanén evîniyé
Bi evînî û aramî
Jiser lévén hev
Dimijin
Û ez
Li ser evé méza qunciké
Lévén peyalé
Bi toreyî
Di nav lévén xwe de
Di guvéşim
Û Ramîsanén
Serxweş kiriné
Û xwe ji bîrkiriné
Ji lévé peyalé
Di mijim
Bi sedan,
Divé kélîka ji kéliké
Héviyan nézîk dikim
Neqşé ré vegerka
Şûnwaré xwe nîgar dikim
Tazî bûn û birçî bûna welaté min
Xweştirîne
Ji xweşiya
Welaté ku hemû tişt lé hebe
Û ez
Téde tinebim
Û ez
Té de tinebim

____________________

çAVêN TE

xweş xamene du çavên te
li pirtûka bîranînê
gernejîna li ser lêva
dermanê êşa birînê
cado û kêşebendate
dil kirîye heyecanê
hiş ji mejî valadike
diçim û têm wek hêlanê
di himêza xeyalade
bûme wek pîrê meyxanê
car di bînim li ber çava
car di bînim wek leylanê
jan berdaye nêv hinava
êş mêvane li birînê
kul û xema di lorînim
çav nabîne qet razanê
kengî tê bê serdana min
gulkê bîne pêr mizgînê
nameya hestê birîndar
ji kovana û ahînê
guhdarîke li dilê min
li lave lava evînê
hêvî hemû raxistîne
li ber pête şeha jînê
nerme nermî piyan bavê
ji te divêm lêbûrînê
eger yarbe dil beyare
an neyarbe can bistinê
bera miryê destê te bim
ne jîndarkî li pêjînê
şev û rojan bi bûrînim
bi şevpestan di vê jînê

_______________________

Di serhildana dihezar û çaré de
Peykeré ( ESED) li dewara 

AMÛDÉ herifandin hin kurdén
Peyén emné peykerek zû
Anîn li cihé peykeré kevin danîn 

peykerekî hûrikî û qurnisî bû,,
Nemir perwîzo her sibe 

dihat li ber di sekinî û di ko 

mine lawén pîs çi biseré mirov dikin,,
Evjî partiyén mene
Bine bé Çi biseré mileté xwe kirine

___________________________

Partiyén rojava
Wekî wé jinika
Qûnekî dikir û perén xwe dikir mizgefté
Dûmahîké hat ba xoce ko ka bine
Bé xéré min pirin yan
Gunehé min ?
Xoce lénehérî û koté
Xér û kunehé te wekî hevin?
Lé qûn qetandina te
Ji kîsé te çû ?
Evjî partiyén mene
Piştî heft sala ceng û kuştin ewqas şehîd
Wéran kirin Penaberî dûmahîké herémén 

me radestî réjîmé bibin ewqas şehîd jî
Ji kîsé milet çûn

_______________________

Du mirov ji héla Aşitiya ji xwere bazirganiya dewér dikirin
Hatin héla Amûdé gihan gundekî dî ku jinek nan li tenûré dixe yek ji wan zîvirî ser hevalé xwe ku bi xwedé ez é bela xwe li vé jina xweşik û bedew dim
Cû sertenûré ji jiniké re ku ka nanî jinké nanek dadest
É aşîtî ji jinké re ko hûn çilo wilo xweşik û bedewin
Jinké ku mane tu bazirgané dewére gerek tu zanibe berxén xweşik ji berané xweşikin
Wiha jinik di axivî ba dismala é Aşîtî ji seré wî firand taka por bi serîve tine bû jinké lénehérî û kot tew bi serhalade keçele jî ??
É mejî ma serkéşekî baş dinav partiyén rojava de derneket tev mesixî û şexelî şîrkuştî û mîjo derketin

___________________________

Bîranînek Amûdé
Hîn bimin re maye
================
Ku navé Amûdé té kotin wéneyé herdû kesan té ber çavé mirov yek sedaqe niviskar û zimanzané kurdî û yé duwa Şéx Selîm ??
Roké li dikana Sedaqe me çayé vedixwar û em li ser helbesté di axivîn zavé Şéx selîm ebdil celîl hat é aşîtî piçekî aqil sivik bû
Ku ka çaya min mamoste Sedaqe ku de wirde her dîné berdayî ku weleh tu çayé nedî min ez é ji Ahmed re béjim min ku Sedaqe te çikiriye ku min tişt nekiriye bila béje min jére ku ez jitere çeydanek çayé bînim té ji min re béje ku ee min ku her bira çayéçî jitere bîn ez é pera bidim ?
Ku şevédî ez daketim qebwé mekteba apé xwe min dî apé min û sedaqe li ser çoga û anîşké ne û mikebere dane ber çavén xwe û li (quzé)
Méşé dinerin ???min ku ev çibû seydayé sedaqe ku hoooo ev me di pîrépîré xwedé dikirin di mekteba Şéx selîm de yek jiwan me méş digirtin û davétin dava wé û ya din mehişt ji xweber néçîra xwe bike piştî çend rojan em hatin ya me méş digirtin û davétin dava wé fetisîye di kirasé xwe de ne gihiştiye biguhére me méş fehis dikir kacî di laşé wédeye

___________________

Héviya mileté kurd e we Ku

 réveber hemî bihiş û aqil
Réveberiyé bikin
Ne biçav tené ??
Ku biçav tené be
Tişté li darî çav tené
Té bibîne
Lé ku bi hiş û aqil be
Her tişté veşartî dipaş 

perdé û bin mézé de té bibîne
Ku birastî xebata te
Jibo kurd û kurdistané be réveberén
Serdema min


________________

Pénûsa min
Wekî mine
Ne rûpel heye
Ku lé binûse
Ne refik heye
Ku Li ser binive
Û ne
Mirovén ku dilé wan
Li ser bi éşin heye
Her évar Tûriké wé
Li mila ye
Li bin tava heyvé
Li nav komén stéra
Li béjeyeké
Di gere
Di ber kimbera xwe ke
Û sibehé zûka
Li ber seré we rûné
Ji were béje
Wekî mendalekî
We jixewé
Hişiyar bike
Bi parsekî

_____________

Her ku
barana
Payizé
Di bare
Ez
Radiwestim
Û
Çenga xwe
Li ber vedigirim
Dilop bi dilop
Ez
Hilm dikim
Di bém belkî
Li welaté min
Bariya be
Û hilma Tirafa
Şewata
Sînema
Amûdé
Jébé

_______________

Ji wé kélîka
Min te
Ramîsand
Ez
Ji te hizdikim
Û
Ew ramîsan
Li ser léva ye
Ji wé kélîké de
Piste pista
Léva ye
Bi hevre
Li te
Di pirsin
Ji wé kélîké de
Li te di pirsin


_______________

(Béhniké em bikenin)
------------------------
Kurdekî dihokî
Çû berdilovaniya xwedé
Xoce ew şişt û kefen kir
Xoce zîvirî ser milet û ji wan re ko hûn di zanin niha ev mirî wé here ku
Ko wé here cihekî
Ne neft lé heye
Û ne av lé heye
Û ne kehrebe lé heye
Û ne derfetén kar lé heye
Û ne cihekî ewle tu lé rûn heye
Û ne Tu xweşiya jiyané lé heye
Yekî ji penaberén rojava yé kampa domîz rabû
Û ko bi telaq ev mirî wé here kurdistana rojava heréma
Xweseriya dîmokrat

____________________

Yek ji keserén
Bérîkirinén
Min
Maye bi min re
Rûniştina
Pala giré me
Ber évarî
Ku rok
Berew
Bi ava dibû
Û
Çîve çîva çûkan
Berew bi qulén
Dîwarén mala me
Di bûn
Û
Li hev vegeriyana
Dengé dayika
Min
Ku
Gazî min dikir
Di ko law
Were em
Berxén xwe
Danbikin
Lawiké min


___________________

Birastî şerme
Ku mirov
Ji netewak
Kurd be
Û
Ji beşar re
Piştgir be
Heft sala cengé bikin
Ewqas şehîd deynin
Ji bo ku méşa
Ji ser qûna Beşar
Bi qewitînin ,
Dûmahîké
Em béjin bijît
Şoreşa hevdemé
Du şehîd ji méşa
Û ji me yekî bi tené

__________________

JÉ HiZDiKiM
===========
Ku héza gerdûn di dest min deba
Ev berfa bejnate dorpéç kiriye
Miné bi kesereke germ
Yan bi kelkela hinasén dil
Bi hilanda
Û xaka zeviya bejna te
Bi taximekî evîné bi çanda
Gund û bajar
Ji hizkiriné ava bi kirana
Gulîstané gula
Bi afiranda
Bi destén xwe rahişta vé gulé
Li ber sînga xwe
Weke bûkeké
Biriba ba xwedé
Miné bikota xwedayé dilovan
Li vé gulé binhére
Çendî bedew û qeşenge ev gul
Rok didé çend rengan dide
Te candayédé
Di ezmané evîné de di gere
Minjî ew kiriye ser perişta firişta
Gelekî giran buhaye
Miné ew biteda
Lé ez nikarim xweda
Çimkî ez heftarim
Li ber destén wé
Nikarim bitedim xweda
Ez jé hizdikim
Ez jé hizdikim


______________________

(Ji EŞA MiNRE)
-----------
Li ber degvedana
Awazé diyardekî kevin
Gernijîna li ser lévé
Kovend û sema dikir
Béjeya razayî di dilé minde
Ji zûde ji xew hişiyar dikir
Héviyén xwe hildigirt
Û li ser rûpelé pirtûké
Tevna xwe li dardixist
Helbesta xwe vediçire û dirist
Bi hesteķî hîkar
Veşaré éşa minî kal di pelîne
Kirasé razén wé di sere tîne
Jibre éşa xweya kal şerim dikim
Hûn xwedané pûtxana evîné
We elîfbaya pîta nûsandiye
Werin pîtén xwe
Romanén xwe
Çîrok û helbesté xwe werînin
Li ser rûpelé helbesta min
Cilika xwe deynin
Destén xwe bi serhevdin
Niméja baweyan péşkéş bikin
Ji ÉŞA miNRE
Ji EŞA MiNRE)
===========

_______________________

( Ku EZ NEHATim)
________________________
Çawa ez é te ji bîrbikim
Û tu xatîreke
Li keviya bîranîne mine
Bi şev û bi roj bi minreye
Péşberî min ronî dike
ÇAWA EZ É TE Ji BÎRBiKim
Tu neqrîska sikrata berî miriné
Di gerdena min deye
Saz û awaza berîkirina mine
Di her kelîk ûdemé de
Dengé te hîn di guhé min deye
Û xunava peyvén te
Bi bejna minde di bare
ÇAWA EZ É TE Ji BÎRBiKiM
Berîkirina min
Li héviya serdana te
Mévan tiya te
Hatina teye
Dîmené te wéneyé te
Ji bîbiké çavé min cida nabin
Tu ser kanîka xwîn dide
Damaré min
Û héz dide dilé min
Ku li şûnwara vegerim
Xweştirîn û giringtirîn
Di vé jiyané de
Vegeryana mine yan hatina teye
Ku ez venegeriyam yan tu nehat
Wéhingé zanibe
Wéneyé te
Ji bîbiké çavé min cida bûye
Û dengé te ji guhé min ketiye
Ser kanîké min miçiqîne
Zanibe
Yan ez dimrim û yan mirîme?
=====================


_______________________

( WiNDABÛN)
________________
vésibehé li ser dengé
Bilûra hizkiriné
Li gumîna dahola evîné
Kaniyek ji nerîna
Bi xweziyén hévîdar
Bi tiliyén gewrî tenik
Poré xwe şehkir
Û guliyén xwe hûnand
Kirasekî ji pelén gula reş
Bi ser bejna xwede berda
Çavén xweyén şerok kildan
Bi gumanén şewitî
Rahişte tûriķé tékiliyé xwe
Ji dil û bé diliya xwe
Ji gavén xwe yén bé hévî
Gazin kirin
Û kete ser réka şîndar
Evîna xwe yaré xwe waré xwe
Bîranînén xwe
Li şûnxwe hiştin
Û gerdûn himézkir
Li xwe nezîvirî
Û xatir nexwet
Ji min ji min xatir nexwet??

______________________

( NiKARIM)
_____________________
Dûrim ji te bi tereme
Li berteme dûrîteme
Nikarim bi tere bi axivim
Bi sedan nameyén bédeng
Ji tere di şînim
Hizkirina xwe hemî
Jiboyî te hiltînim
Nikarim te ji bîrbikim
Divé çerxa dildaryéde
Qiçeqiça dilé mine
Gelo héviyén vé evîné
BerW LI KUYE
Ji boyî te min ji jiyané hizkir
Wateya şahiyé
Min nizanîbû
Ji ber evîna te
Alesa xewé min ji bîrkir
Û xweşiya jiyana min barkir
Wekî balindakî
Ez firîme esîman
Taku vehisim
Lé çavén min her li teye
Bi kude here bi kude béyî
Cihé te kuwîder be
Xweşiya jiyané li bate ye
Qîz û biwîkén cîhané
Tev di bejna te dene
Ji minre tu bi gişka ye
Nikarim te ji bîrbikim ??
==================

_____________________

( AAAX)
========
ev jiyan
Wekî nava desté
Karkira ye
Wekî paniyé
Piyé dayika min
Qeliştiye
Birîné wé xwîndarin
Qeşmûşik nagire
Di hemî şahiyan de
Şahî
Di nav lévan de
Di lerize
Hévî û xwstek
Di çavan de ranaweste
Tîr û niqurç
Tén dila
Éş hinava di guvéşe
Li pé şahiya jiyané
Û di rexme de
Xunava buharé
Hemî di bare

_________________

(Bala xwe péde)

Ji çavan pélén nerinin germ
Evîné diyarî ji dilre dişne
Û bi sedan nameyén gernijîna
Daxwaziyén ramîsana
Ji lévare tînin
Di vé sar û sermeya
Jiyana minde
Agiré ézingén hindiré û cax
Hemî ji minre di şîne
Qiçîn û qiçeqiça peyalé
Li ser mézeya evîné
Balaxwe péde
Kiye yé hésirén herdû çavén
Teyé reş
Ji xew şiyarkirine
Kiye herdû sévén xelatî
Di sînga gewrde afirandiye
Mane roka rojhilat
Ji bejna te hilté
Û piştî maçkirina rûké te
Diçe ava
Di dilé tede cîh girtiye
Iévén te diçin ramîsana
Û
Ramîsan téne lévén te
Bala xwe péde
Mane dilé teye
Barana zivistané
Bi yek caré di barîne
Û hemî canén di nava xaké de
Cilika xwe radixînin
Destén xwe vedikin
Niméja baweyan
Ji tere péşkéş di kin
Bala xwe péde??

_____________________

EVÎNEK KELESTÛN
=================
Hîn û hîn wéneyé te
Bi bejna minve ye
Û jiyandibe bi jiyana minre
Li xerîbiyé desté xwe
Li ser éş û jana birîna di gerîne
Weke awazeke xweş
Her kélîk
Nerme nerma dil
Ji xwere di nihirîne
Piştî evqas sal
Ji dûriya te
Hîn û hîn bédeng nabe
Dûmahîke
Ji wan salare ye
Nebû bîranîn evînamin
Dibe ji bohî te
Zingizingek
Ji bîranîna be
Li ber guhé te
Yan modélek
Ji dîmené jiyané
Li ber çavén te ket
Û
Awirén te péve man
Evîna min
Hîn kelstûnek heft rengîye
Di çilesriyé wé demé de
Ne ewra karîbû
Di paşxwe de winda bikin
Û ne roké
Li ser baské tîréjen xwe
Ez bi teve gîhandim
Ku zemawenda xwe
Me li darxista ?

_________________

( HAJÉHEBE )
==============
ci réka min girt
Di jiyana xwe de
Û péde çûm
Li gavén xwe
Ne poşmanim
Çimkî sûd min wergirt
Ji şaşitî û ne şaşitiyé
Diyar û ne diyar
Û dilé min
Ji gavé min hévî péçan
Ji ber bayé
Ji réké çîhané hemî
Ji pévî réka wéran
Réka welaté min
Hajéhebe
Cara péşiye
Karé min serrast dibe
Helbesteké dirésim
Weke zarokeké
Poré wé
Li ser rûdémké mine
Hajéhebe


_____________________

Gelek fésbokî hene
Wekî zaroké nû ziman bi gere
Férî çend béjeya
Ji siyaseté bûne
Tevhevîké dinav milede dikin
Û layikvan jî ji wanre layika didin
Béyî ku babeté wanî tirtovirto
Bi xwînin
Ez bi hévîme hûn babeté wan baş bixwînin ka rexnén wan
Di xitmeta mileté me deye yan bercewendiya wan wiha dixwaze
Û wé gavé layika bişînin
Spas bo we

______________________

( Ji bohî zimané dayiké?)

Gelek niviskaré me hene
Wekî wan misilmané
Munafiqin
Di roja cejné tené
Dicin niméjé li mizgefté dikin?
Li ber dergehé mizgefté destén xwe
Di ser seré séwiyare dibe
Şekirekî didé mislmantî
Û qenc bûna xwe péşberî
Milet dide xuya
Evjî zimané meye
Niviskaré me di vé rojé tené
Pénûsa xwe
Li ser seré tîpan re di gerîne
Û kurdayetiya xwe
Ji wanre di dine xuya?

___________________

( Çilo Ji ROJAVA)
------------------
Tu dibîne çilo
Ji nav lévén dilekî
Zivér bûn û hizkirin
Ji cihekî derdikevin
Çilo
Ji evîneké
Buhişt û dojeh çédibe
Û
Yekî gendel û yekî qenc
Ji ziké dayikeké derdikeve
Çilo
Di xaniyekî de
Yekî şîndar û yekî şahîdar
Jiyan dibin
Û
Şaxé dareké
Bi hevre
Stiriya û gulé digre
Çilo
Ji devé tivingeké
Guleyek ji evîné û yek ji kîné
Di ROJAVADE ji cîhekî
Derdikeve
Çilo çilo ??

_______________________

( KURDiTiYA VEDEMÉ)
zanyar û nivîskarén me
Ji çandé qaşilk girtine
Û helbestvana
Ji helbesté
Kéşe û sazî girtine
Milet
Ji péşketiné
Mûdélat girtine
Û evîndara
Ji evîné
Sékis girtine
Partîzanén me
Ji rébaza
Qerwelk girtine
Û kurda tanuha
Ji kurdayetiyé
Bi paşnavén xwe giritine
Hevalno
Karé min serbilindaya paşnavé mine
Ne karé paşnavé min serbilindîya mine
E we ku mirov
Bi karé xwe serbilind be
Di nav mileté xwede
Ne bi paşnavé xwe
Ez kurdbim
Bi xwe serbilind bim
Ne bi kurditiya paşnavé xwe


__________________

(PÉNÛSA Min)
........ ........,..................
pênûsa min te hajêheye
Ku rok nîve nîvêJi derya yé hilté
Û tîrejkén rengîn dide zeviyan
Renge reg dibin zevî
Bérîvana delig hildane
Dicine bériya mihan
Li ber dengé
Kilana meşkén wan
Qapaxké çavé min
Hino hino vedibin
Ji xewhişyar dibim
Di zanim buhar hatiye
Welaté min
Taşté û qeretûn
Qeymax û nivişke
Dema vegeryana koçerane
Li şûnwara ?
Te hajéheye daristané
Darén bépel çi deme
Dema hilandina sînorane
Herifandina dîwarén
Navbirka birane
Avdare te hajéheye?
Koké gîha zîldane
Li pala giré ÇiLWÉRAN
Dema şevîné ye
Rakirina miha ji guhera ne?
Te hajéheye daristana pîr
Dema vegeryana min hatiye
Li welaté min buhare
Çem û mesîké
Di rex gundé medek
Xwe bi keskayé péçane
Li kaş û kendalé péşberî wan
Gulîlké sorû zer
Serî hildane
Surişta KURDiSTAN
Di gernije û çavan ji minre
Di qurmiçîne?
te hajéheye dara pîr
Pénûsa min rébaza xwe
Guhertiye
Peyvén séwî û hevokén tazî
Adara bé buhar û
Buhara bé gulîlk
Hew di nosîne pénûsa min

تم عمل هذا الموقع بواسطة