NAMEYEK JÈRE
---------------
Te barkir
Û bîranînén
xwe
li şûnxwe hiştin
Ma tu nizane
Mana wan
li şûn te
Çendî min
di éşînin
Ne roj
li min rojin
Û ne şev
li min şevin
Li şûn waré te
Jiyan bé jîn
û
perçe perçe ye
Ne heyv
lé hilté
Û ne strék lé xuya dibin
Tarîreşka
Li wargehé te
Bi bédengî
li xwe dikim
Û
nerme nerma
bejna xwe
pé Ciwan
girédidim
Li ser mézeya évaré
Rûdiném
Her ku dixwazim
Ji bote binûsim
Pénûs
di desté min de
Rondika
di barî ne
Û peyvén rewa girtî
Li kevîka cihokén rondika
Di bine gul û di bişkuvin
Di paxila bérîkiriné de
Hiltînim
Li héviya hatina te