1 قراءة دقيقة
15 May
.Min hîşt.......Zebûnî tu....Min hilgirtî barê te

Min hilgirtî barê te?

 Mi'j te hezkirî carek,
Va ez bûme yarê te!
 Li xweşiya min hat qey
 Pêra hilgirt barê te?

 Çiqas zor û zehmet bû,
Evîna dil dûrî te!
Xwestekciyê te pirin
 Lê bûme bêçarê te!

 Ta ku dinya li hev bê
Her ezim bin barê te!
Carê min daye soz
 Ku bijîm b'narvîna te?

 Heger dinya tev yarbin
Xweşik nîne j'xwina te
Bila dojeh ava bin
 Honik tire tîna te?!.

 B.K.03.05.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏يبتسم‏‏


Zebûnî tu?

 Ger pêk werî ji bo me ew amûre
An pêk neyêt tev gerek û çamûre
 Kî li xwe deynî ku sûc bî samûre
 Evdê bê bext ku rojek bî me'imûre!

 Yek heye li jor bo me ew xefûre
Ey ser bi pirç tu xwe dikî kefûre
Wî şanî da bo te kir ava me'mûre
 Ji ku virde lep dirêj bû tu stûre?!.

 B.K.09.05.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏٢‏ شخصان‏

Min hîşt?

 Min hîşt ku ezber bibim!
Dil ji wê yekser bibim
 Ez ta dûrî şer bibim
 Xwazî pê efser bibim!

 Xwazî dil jê ne dûr ba
Birîna wê ne kûr ba
Hemberî min bi şûr ba
 Her tim li wê ger bibim!

 Her tim li wê dil safî
Ezê pêşkim wî qafî
Ger nestînim wê mafî
 Ta ebed koç ber bibim?!

 Dijminê wê her pirin
Hirç û rovî û gurin
Rêka li me dibirin
 Bo wê nema kerr dibim!

 B.K.07.05.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏





تم عمل هذا الموقع بواسطة