1 قراءة دقيقة
12 Jun
Min digot wê agirê jiyan

Kerîmo Jan Kerim


Min digot wê agirê jiyan
û dojehê para min be
Çimkî
min parswê xwedê şikand
Û çarika Hewa revand
Û min mejiyê Adem çelqand
Min got evîn ji pirtûkên pîroz
Pîroz tire
Min got şîrê dayika min
Ji zemzemê zelal tire
Min got Yara min
Ji perîyan bedew tire
Min got pakrewanê welatê min
Ji tevayî pêxembera xweşik tire
Gelo
ez hîn çi bikim da berê agir
ji Rojava bidim xwe
Agiro
De were dûrîyê ez ji pûşê me
Ziwa tir kirim
Dûrîyê ez ji qirşkan
Sivik tır kırım
De wer agiro
De wer

تم عمل هذا الموقع بواسطة