1 قراءة دقيقة
24 Feb
Mikurhatina derengî şevê

Mikurhatina derengî şevê

Vê şevê
Li ber çemê birînê 
Du kerwanên windayî pêrgî hev dibûn
Lav û keser, zû têkilî hev dibûn 
te nikarî bû 
Li ber pêlên şîna min xwe ragirî
newêrî bû
Arezûya pelîndar derbibirî…

Stêrên lerizandî 
ji çavên te 
Amajeyên xwestinekê vedidan 
Bîranînan xwe dadidan…
Wê demê
hîrehîra hespê min te dibihîzt
li ser rîtma arezûya te dilîzt
mîna şehsiwarek evîndar
birîndar dihatim xwar… 
Dengê te 
Xwe li nalînê dihûnand
Te bi hûçkên feriştan 
Canê min dinixumand…

nêzîkî te
niha li vê nişîvê
li derengî vê şevê
li pildana dil mikurtêm
hîna tu qeşenga dîlana biharê yî
heyv di pencera te de ramyar dibin
hêvî belav dibin
bi hest û tiliyên dilmê
gul te dibijêrin
şahînşaha hilm û gulmê.
22/2/2019.z.
***************************

تم عمل هذا الموقع بواسطة