Li gundê me
Xemo ji Remo re got: gelo te kengî dev ji kar kartîtiyê berda?
Remo bi devê kî li ken jêre got: min di sala 1980 an de dev ji karê rêxistîn berda
Xemo jêre got: dêmek kerîtiya min bi çar salan ji ya te bihtire?
Remo bi matmayî lê, meyzand, weku ew gotin pê nexweş hat, Xemo ne hişt ew rewşa Remo tê de gelekî dirêj bike, jêre got: mebesta min te berî min bi çar salan xwe ji wê girikê tewa kir?
Rûyê Xemo vebû jêre got: er ê ji xwe min beriya te zanî ku min çi şaşî kir dema ez tevlî wan bûn lê, başe em ji wê gemarê tewa bûn.
Keder li wir, li wan guhdar dikir, û di dilê xwe de dikir bi behiciya, xwe bi ser hev de guvaştin lê, bi xwe nikarî, bi rûyek tirş ji wan re got: hûn ji xwe fedî nakin, we herdûkan jî di rêya vê partiyê re çû yekîtiya Sofiyat xwend, her yekî ji we bawernamek ji baştirîn zangoyên wî welatî wergirt.
Ez bawerim heger ne bi xêra vê partiyê ba, dibe ku hûn di xewnê şevan de jî ji Sûrî derneketan û ne jî hûn bûban endezyar û lingê we bi zangoya ne keta lê, mixabin îro hûn kenê xwe bi partiya ku hûn kirin rêza mirovan dikin.
Xemo û Remo xwestin gotinê ji devê keder bigrin, da berevaniya xwe bikin lê, keder rêya axavtinê neda wan, û wisa berdewamkir.
Binêrin kurda berê gotiye kaniya mirov av jê vexwar gerek kevira navêjiyê? Başe we dev ji partiya xwe berda, em ê bêjin baweriya we nema pêtê lê, şerme hûn kenê xwe pê dikin, ji xwe fedî bikin.
Man e ez we hardûkan jî nasdikim, beriya hûn herin Yekîtiya Sofiyeta, tê bîra min, we çi berevanî di ber nêrîn û rêbazê partiya xwe de dikir, ew bû hûn li kolana ne dirabûn, yê ku bi we re biketa gengeşê, yan gotinek ne di rêde li ser hevalik we bigota. mane dewleserê vê partiyê hûn bûne endizyar.
Nûka hate bîra we ku hûn kerin?
Çîrok dirêje lê, ez ê li vir bi sekinim.