Li gundê me
Di salên heftiyan de dema ku berê Xelîl kete Ewropa, apê wî Hecî Mihemed ji jina xwe Gulê re got: ka rab em herin cem Xelîl dibêjin wê herê wan welatê dûr nav kafire, ez ê çend çîreta lê bikim?
Hecî Mihemed di milê Xelîl de rûnişt bi dengek bilin jêre got: Xelîl ê min, li apê xwe gihdar bike?
Xelîl bi baldarî lê meyzand ji wî we ye ka wê çi bêjê.
Hecî jêre got: binê lawê min, va ye tê herê, ez nizanim ew welat çawe ne lê, mirov baş be baş e û mirov ne baş be, ne baş e, ev şîreta min li te. Hecî ev gotin çend carî dobarekir û ji Gulê re got: ra be em herin bila Xelîl razê rêya wî dirêje piştî Hecî giha ber derî cardî jêre herdû gotinê xwe gotin?
Xelîl gelekî bi gotina apê xwe ramiya lê, nizanî ew çiye, apê wî çi dixwazê.
Xelîl çû Ewropa sal di wê navê re çûn lê, gotina Hecî ji hişê Xelîl derneket, ne Hecî ji bîrkir, gelek cara dema ku Hecî li civatan dirûnişt û gotin dihat e ser çûna xortan li Ewropa, Hecî digot: çaxê ku biraziyê min çû, wan welatan min du gotin jêre gotin, elhemdile di çûna xwe de bi serket, ew gotin bi sedê cara Hecî di civatan de digot: lê, kesî ne dizanî ew herdû gotin çine, çimkî Hecî ne digot min çi jêre gotiye, ji lewma herdem civatî bi wê gotina Hecî diramiya ka wî çi ji biraziyê xwe re gotiye. Ji xwe ew çîroek dirêje kes nizane çend hezar car ew gotin hatiye gotin.
Li Ewropa Xelîl her dem ew gotin li bîra xwe tanî lê, wî ne dizanî wata herdû gotina çiye, Xelîl ew gotin ji gelek hevalên xwe re digotin lê, kesî wata wan ne dizanî, her yekî tiştek ji xwe re digot lê, dawî ji hev re digotin em nizanin ka bê mebesta wî çiye, vê gotinê gelek serî bi xwe êşandin û gelek şev gewrî pê ziwa bûn, gelek dilmanî ket nav bera civatê, hin ji hev di xeydîn hin li hev dihatin lê, her gotin di ma di ciyê xwe de û kes ne digha dawiya wê?
Di salên duhezaran de, dema ku Xelîl xwest serdanekî here malê, ew gotina apê xwe ji bîrkiribû lê, dema ku giha malê û êvarî apê wî hat civata wî, piştî pisa rewşa hev kirin Hecî jêre got: te dî lawê min, min ji tere got: mirov baş be baş e û mirov ne baş be ne başe?
xelîl jêre got: apê ev qas sal di ser çûna min re çûn lê, her dem ez li vê gotina te diramiyan, min nasnekir tê çi watê?
Çavê Hecî li nîvê serê wî sekinîn tizbiyê xwe li pêşiya xwe danîn, destê xwe avê te qotiya tûtinê ji berîka xwe derxist, çixarek pêça lê çavê Xelîl dli devê wiya ka wê çi jêre bêje. Weku Xelîl li ser agir be lê, nexema Heciye hêdî hêdî çixara xwe dipêçe.
Çavê Xelîl li dest û devê apê wiye nizanê wê kengî serê xwe ji ser çixarê rake û jêre wata herdû gotina bêjê, têlefûna Xelîl lêket da xwe dî va di xudanê de maye li dora xwe meyzand wê li mala xwe ye, ji xwe got: mala Xwedê ava ez li malim.