Li gundê me
Serê zivistanê, Miho ji kurê xwe Hemê re got: çima em vê zivistanê jinekê ji tere nayînin tê xwe pê gerim bikê?
Hemê ji bavê xwe re got: erê bi Xwedê yabo ez di vê oda xwe de ji serma diqefilim.
Bavê wî çû jinek jêre anî, dawet çêkirin , êvarî bûk derbasî odê kirin, diya zavê pêre çû ji bûkêre got: cilê xwe deyne ta zava hatî?
Diya zavê ji odê derket, bûkê li gor xesûya xwe kir cilê xwe danîn û ma şipiya li hêviya zavê.
Hemê çû derbasî odê bû dî va bûkê xwe tazîkiriye, Hemê çû li ber bûkê rûnişt, weku mirov li ber sopê rûnê û destên xwe bi de ber sopê, dî tu tihna agir jê nayê.
Hemê jêre got: kanî tihna te nîne ev çiye?
Bûk ji liv û gotinê Hemê tirsiya hinekî xwe bi şûnde da, Hemê ji qûn ve li pey wê çû, bûk bi şûn de çû, Hemê li pey çû, ji tirsa bûkê bi xwe de mîzkir?
Hemê lê, meyzand ku av bi çaqê wê ve tên jêre got: ev çawe çêbû, hîn gerimnebûye mazotê di bin re avêt?!