Li gundê me
Dema ku tirên di ber gundê wan re çû, û gundiyan çav lê kir, jê mane behitî, gundi li hev çûn û hatin, ji hev pirsîn ev çiye?
Çend roja her ku tirên dihat gundî tev derdiketin bi çavin matmeyî lê, di meyzandin. Rojekî, yekî gundî ji gundiyan re got: hûn biya min bikin, em ê ji xwe re yeka weka vê çê bikin?
Gundiya jêre got: em ê çawe çêbikin?
Hemê ji wan re got: ez ê bibim serikê tirênê yk ji we bi pişta min bigrê û her yek bi pişta yê dî bigrê ma çiye û li pey min bimeşin, hîn wisa Hemê ji wan re digot: tirên hat, Hemê ji wan re got: ka ji xwe re li binêrin çawe yekî bi pişta yê dî girtiye? Gundiya dihna xwe da tirênê ji Hemê re gotin; bi Xwedê gotina teye.
Hemê çû li serê gund sekinî, weka tirênê kire pîpe pîp weku dengê tirênê. Hemê meşiya yê li cem bû bi pişta wî girt, Hemê di meşê dikê pîpe pît û gundî jî tên bi pişta wî digrin.
Her ku Hemê dighê serê kolanekî ji kolanên gund, çend xoleka disekinê, ji gundiyên ku li hêviya wî bûn re digot: bikevin fargona dawî û dikire pîpe pîp di meşiye.
Hemê ji vî serê gund diçû serê diyê gund, hin rêwî siwar dikin, hinjî dadixistin.
Rojekî gundiya teva bi pişta Hemê girtiye, li gor gotina Hemê wê rojê tirêna wî dagirtiye rê têde nema ye û Hemê dimeşê weka tirênê.
Hemê bi xwe biqasî gakiye, sol li lingê wî nayên hingî lingê wî mezine, dema ku sola wî di qetiye di çû ji xwe re yek dida radan. Hemê wisa dimeşê pîre jinek kete pêşiya wî, hingî Hemê li pîpîkê da lê, jinek negiha ji pêşiya tirêna Hemê rabê, Hemê pêl jinkê kir, pêre jî kesê li pey wî pêl jinkê kirin, (yanî fargonê tirêna Hemê tev di ser pîrê çûn pîr mir) weku tirên pêlê bike, jinik di nav lingên wan de mir.
Xwediyên jinkê çûn gilih kirin?
Hikûmetê şand e ji gundiya, gundiya cardin teva bi pişta Hemê girt, ji xwe Hemê serikê tirênê ye wê bi pişta wî bigrin.
Gundiya teva bi pişta Hemê girt, weku li tirênê siwar bibin û berê xwe dane bajêr, wê herin dadgihê. Çûn li ber deriyê dadgihê sekinîn, ji xwe re lê, meyzandin, çawe diberiqîne, ew bi xwe ji gund hatine lingê wan tev bi heriye, Hemê ji fargona re got: solê xwe deynin û li pey min derbas bibin?
Tev derbasî dadgihê bûn, dadmend ji wa pirsî, ka ji min re bêjin we çima jinik kuşt?
Hemê li pîpîkê da gundî li pey bûne fargon Hemê meşiya, ji dadmend re got: ez benî tirêna me wisa dimeşî, jinik ket pêşiya tirênê, hingî me li pîpîkê da jinik ji ser rê nera bû, ji xwe tirên nikarê bi sekinê tirênê pêl pîrê kir.
Dadmen li herdû hev karê xwe meyzand, li gundiya meyzand ji wan re got: ji vir bi qeştin dê herin ez çavê we ne bînim.
Gundiya teva bi pişta Hemê girtiye ji avahiyê derketin yê li ber derî ji wan re got: wolê xwe bibin?
Hemê jêre got: wan bavê je fargonê dawî bavê je fargonê dawî, wisa tev pêxwas ji wir çûne malê.
Dibêjin ev çîrok bi rastî li gundên Efrînê çê bûye, zilamek Efrînî ji min re got: