Li gundê me
Çavê Xelîl êşiya bê çar bû here cem Dektorê çava, dema Dektor li çavê Xelîl meyzand jêre got: xalo çavê te paqijkirin jêre divê?
Xelîl jêre got: tu karê xwe dizanê ji xwe ez hatime cem te da çavê min derman bikî.
Dektor Xelîl derbasî odê kir, ew li ser texit dirîjkir çavê wî derxist da bin çav paqijbike.
Piştî çav derxist danî ser masê, û bi binê çav mijûl bû, di wê kêliyê de pisîkek di pencerê re li ser bihna xwînê derbasî odê bû, xwe çenkire çavê li ser masê û xwar?
Pisîk çav xwar, di wan kêliyan de yê Dektor ji xwe re got: ev zilam ma bê çav ez ê çibkim, weku dih jêre bêjin pisî bikuje beriya ji odê derkevê û çavê wî li şûna çavê Xelîl deyne?
Dektor pisîk kuşt çavê wê derxist li şûna çavê Xelîl danî, bê ku hayê Xelîl jê çê bibe, çav qenc girê de jêre got: tu dikarî herê malê lê, piştî deh rojên dî we re ez li çavê te binêrim?
Piştî deh rojan Xelîl, li Dektor vegera.
Dektor çavê wî vekir û jêre got: tu pê dibînê?
Xelîl got: belê ez xweşik dibînim.
Dektor jêre got: de her piştî deh rojên dî were ez binêrim?
Xelîl çû malê ta deh rojên wî qediyan li Dektor vegera.
Dektor jêre got: ha xalê Xelîl ka çavê te çawe ye?
Xelîl jêre got: Dektor çavê min pir başe lê, qusûrek wî çê bûye?
Dektor got: çiye?
Xelîl got: çavê min li pey qula diçe, bê ku ez bixwazim, hema qulek li ku be tedî çavê min kete wê qulê?
Dektor li xwe mikurhat jêre got: pisîk çavê te xwar, min jî ew pisîk kuşt û çavê wî li şûna çavê te ji tere danî.