Li gundê me
Xweda bi dilovaniya xwe şabike Mehmûd xwest xwe hînî zimanê Erebî bike. Lê, ka wê kî wî fêr bikê.
Celîl jêre got: tu berxekî bidê min ez ê te fêr bikim?
Mehmûd jêre got: bila Xwedê ez ê berxekî bi dime te lê, ka tê kengî min fêr bikê.
Celîl jêre got: ez ê ji îro de dest bifêr bûna te bikim ma çiye.
Herdû li pêşiya mala Mehmûd sekinîne. Keyfa Mehmûd hat, jêre got: deka ji min re bêje?
Celîl ji Mehmûd re got: hema em ê ji ting dest pêbikin.
Mehmûd jêre got: ting çiye?
Fatê keça Mehmûd, ew jî li ber dîwêr rûniştî bû dengê wan kir ji bavê xwe re got: yabo Celîl li ser solgih dibêjê ting?
Mehmûd li keça xwe meyzand û ji Celîl re got: rast ting solgihe?
Celîl jêre got: erê
Mehmûd ji celîl re got: Xwedê Erebiya fatoka me dizanê min navê..?!
(solgih ew ciyê ku gemara xwe tavêtinê ta ku dibû biqasî girekî lê dihat) hin jêre dibêjin ting hin dibêjin solgih. We ya rast divê Celîl jî ne dizanî Erebî lê, dixwest berxekî ji Mehmûd bistîne lê, Mehmûd zû li xwe vegera