150 قراءة دقيقة
19 Jul
Leylan


çap û çêkirna elektronîkî, malper,

 comonist kurd 

Qîrîna komonist ji kurdistan 

kovara Hêlma ya çandê 

Revêberiya GUEVARA MAAO 

Bavê Hêlda 

E:komonistkurdistan@gmail.com

www.comonistkurd.de 

https://issuu.com/komonistkurdistan/docs/leylan

Endizyar û helbestvan

Îmad şêxmûs hemdî

Qamişlo 1973


5

Te dil bida


Te serdanek bi da min

Bi çend gava tu ned mir

Bi destê min bigirta

Çira dil zû venedmir

Evîndara digotin

Hinav û dil disotin

Bi halê wan digiryam

Mi qet bîra xwe nedbir


Mi da dû vî dilê xwe

Ne poşmanim tucarî

Pela ew ket ji darê

Bi xwe şîn hat buharî

Pela geş va zerim ez

Mirar çawa herim ez

Erê heyf û mixabin

Ne bes carek , hezarî


6

Berê geş bûm , niha ez

Zerim , pûçim , mixabin

Erê pûçim li piştê

Tiwer mê j ber te rabin

Birîndarim ji zûde

Gelo dimrim li kûde

Siya darê , çiqa te

Ji ber rokê xwe da bin


Te daba min dilê xwe

Bera ev rih te bir ba

Dilê min wek pela zer

Bi erzanî ne mir ba

Heger min hej te nekra

Ji ter min dil venekra

Li te qey min dipirsî

Tu sed salî li wir ba


7

Evîn cenge


Ne bêj min ez ne xayînim

Belê xayin tu xayîne

Heger ê min te nabînim

Li jor ma ew te nabîne

Guneh îdî çi bû bêje

Çima îro te ez hiştim ?

Tucar ahê dilê min ew

Ji ter namîne namîne


Ne wek te ez ne bê sozim

Ne bê bextim , ne bê olim

Evîndarim , tucarî ez

Di bin dara xwe na kolim

Tucar ez te ji bîr nakim

Ne çend sala , heta saxim

Ji ber derd û kul û jana

Belê nayim , ne daholim


8

Evîn cenge , dilê min ew

Ne bê soze xwe vekşîne

Te go sore mi go sore

Te go şîne mi go şîne

Ne bê sozim , ji çavê te

Tucarî na weşînim ez

Bera tu hêsirê xwînê

Ji çavê min biweşşîne


Heta doh em li ba hev bûn

Kenê do bû girî ana

Mi bîr nedbir li te îro

Bipirsim ez ji kerwana

Te talî dev ji min berda

Te soza xwe bi cî nanî

Erê saxim dikennim , lê

Li kennê min ne ner , na , na


9

Ezê Bêjim


Ji ber jana evînê

Dikim gazî şev û ro

Gelek hate serê min

Heta ana mi ned go


Berî ez te bibînim

Kul û êş tê vedin şax

Çi dil geş bûm ne rojek

Ji roja her mi go ax


Nema karim ji derda

Dilê min nabe vala

Wekî min kî xwe digre

Di vî halî bi sala


Ezê her tiştî bêjim

Dixwazim te li ber xim

Di vê jînê de carek

Bera bêhna xwe der xim.


10


Bendewarim


Heye çarde sal ben ...

... dewarim, veger

Ji dil ez dinalim

ji cerg û ceger

Nema ez dikarim

di vî agirî

Tenê min mehêle

li a xwe meger


Tenê min mehêle

di vî agirî

Neman hêsirê min

bese min girî

Heye çarde sal wez

li benda te me

Tulî wa li benda

gula bi stirî


11

Veger bendewarim

Li ser agirim

Bese tib xwedê kî

Mirim ez mirim

Bi te ez dizanim

Tu karî bi xwe

Ne wek te dikarim

Ne dil kevvirim


Şev û ro dinalim

Li bîra minî

Çikim çû mi dewla

xwe avêt binî

Dilê min ji derd û

Kula , perçe bû

Gelek kul ji dara

Te çand , min çinî


12


Çavên Xezala


Ji wan çavan ditirsim

Belê.. çavên xezala

Dizanim wan bibînim

Ji wan tîr naçe vala


Newêrim ez newêrim

Li wan çava binêrim

Ku êşa wan li dil ket

Rehet nabim bi sala


Evîna te bi rastî

Ji dil xwar û ji hestî

Bi canê xwe te nadim

Bi zîv û zêr û lala


Ji dû çavên reş û girs

Nema kessî l mi kir pirs

Xwe dan alî ji ber min

Berî xelkê hevala.


13


Par Min Gulê Dî


Par min gulê dî sûnd dixwim

Dîn û evîndarim ji par

Derdek di dil min qet nebû

Ana çi bêjim bê jimar


Çav lê ketim hiş bir ji min

Agir bi dil ket ser û bin

Awir bi xwe tîr û rimin

Bejna zirav şaxek ji dar


Yarê gelek rind û buha

Nakim ji bîr sal û meha

Têşim ji par hetta niha

Ma qey bi min der naxe yar


Pê şa nebim cem rûnenim

Mam dil bi kul ez na kenim

Wek sinbila vala genim

Çibkim bi jîna bê buhar.


14


Ji Dil Der Ket


Nexweş bûm wê nepirsî

Li halê min ji xwe tew

Mi nas kir a dilê wê

Li xwe digrî tenê hew

Ji dil der ket nema ez

Li ser digrîm şev û ro

Nema îdî dinalim

Bi doh re çû kula do


Ji bo yarek ne hêja

Dilê xwe perçe nakim

Ezê razim bi şev ta

Sibê’


çavan venakim


Ne hêja ye ji bo wê

Tenê yek şev merazim

Herim desta bi lav lav

Evînê jê bixwazim.


15

Ne hêja ye ji bo wê

Binalim ez bi sala

Ji xwe dîsa bihêlim

Dilê dost û hevala


Heta saxim nema ez

Dimeşşim pêre gavek

Li wê nakim silavê

Mi jê navê silavek.


16

Qamişlo


Dev ji qamişlo tucarî

Na qerim warê mine

Wek welatê xwe li kûde

Zê bibînim na tune

Dûr kevim jê bes du roja

Bê hedanim bê hedan

Şev li min salên dirêjin

Roj li ber sala çine


Van şevêrka van civatê

Xweş ji bîr nakim tucar

Hogir û dost û hevalê

Min hene lê bê jimar

Soz mi da jê na qerim ez

Ger. serê min tê here

Ma çi şêrîntir ji axa

Ez li ser çêbûm hewar


17

Ez tucar pişta xwe nadim

Vî welatê xwey delal

Ma bi wan çibkim buhara

Zer buhişta bê heval

Dil mi dayê ma ji nivre

Jê dikarim dûr kevim

Hez dikim jê ez çi bêjim

Roj bi roj û sal bi sal


Vir welate vir buhişte

Na ne bes ax û kevir

Qet rehet nakim dilê wan

Dijmina naçim ji vir

Vir bi xwe warê ceger xwîn

Vir cihê bavê felek

Ma di dil de hesreta wan

Dil kula herdû nemir


18

Ez bi qamişlo xuya me

Ser bilindim nakevim

Lê dema jê dûr dibim ez


Wek pela l ber ba kevim


Min bi ar û agirê wê


Sot li xwe cerg û hinav


Ma li ser hêsir dihêlin

Yek şevê ez rakevim


Ber dilê min pir buha ye

Min nedî wek wê bedew

Çû heta saxim evîna

Wê di dil ma bê derew

Ez ji qamişlo çiqasî

Hez dikim, zêr û pere

Ma ezê çibkim bi wana

Tev mi navên bes mi ew.


19


Şûna Te Xuya ye


Çi şûna te xuya ye

Li hêvya te şiyarim

Çikim dil nazikim ez

Ne wek te bi xwe karim


Çiqa sal tê herin te

Ji bîr nakim mi sûnd xwar

Evîna te di dil de

Ne ya îsal ne ya par


Were şake dilê kul

Bera ez têr bibim xew

Nehêle hêsirê min

Herin vala wilo ew


Heta ez te nebînim

Dilê min nakeve cî

Were ba min dizanim

Çiqa şêrîn tu qencî.


20


Terka Te Nakim


Terka te nakim


Rindê ziravê


Ê ku ne dîne


Dosta xwe navê


Bê te nikarim


Ma qey gula min


Destê di agir


Wek ê di avê


Pêlim ji derya


Eşqa te pêlim


Ez dil ji bo wan


Derdê te sêlim


Megrî tucarî


Dûrî te naçim


Ma ket serê te


Ez te bihêlim


21


Nadim bi zîv û


Zêrê buha zer


Çavên belek reş


Gulyên du ejder


A ku bi sala


Ketye dilê min


Na ew tucarî


Nayê ji dil der


Şev ta sibê wer


Derda bi dar vek


Têşim ji bo te


Jana dila wek


Wî agirê sor


Wêna li min sot


Cerg û dil û can


Her sê ne bes yek.


22

Gula Sor


Xwezî min ew gula sor

Ji destê te ne girta

Bi ro ned westiyam ez

Mi ta ned girt bi şev ta


Dilê min bû du perçe

Çi pê kir wê gula sor

Serê min tev sipî bû

Neman tê reş du ta por


Mi çavê xwe bigirta

Dema da min te ew gul

Wilo ned hat serê min

Birîn ned bû li min dil


Dikim şîret ji bo wan

Heval û hogirê min

Tucar negrin gulên sor

Neçin wek min ji rê win.


23


Şêrîna Dilê Min


Ji min dil bir te şêrîna dilê min

Ne herkes wek te karî na ne herkes

Bi wan çavên belek wan awirên tûj

Te ez kuştim bi dev saxim bi dev bes


Çi xencer bû di dil min te bir û bir

Ji ber derba te têşim bê tebatim

Ti xweş zane heger jana evîna

Te ket dil ta hebim ez têde ma tim


Ticar dûrî te naçim vê nebêj na

Tenê peyv û silav herdû ne tiştin

Heger ez vî dilê hêja bidim kê

Ne poşmanim di ber de tême kuştin


Heta saxim bi yezdanê dilovan

Cihê te ma di dil de ma di dil de

Evîna te ne erzane buha ye

Serê min pir ji ber her dem bilinde.


24

Evîna Giran


Ji evîna tey giran


Dil şikest lê nabe ra


Mame bê bask û perî


Ez li ber xwe birme ba


Derdê çavê tey du reş


Dil dirêse ta bi ta


Jê dixwazim dûr kevim

Lê ceger kê da me ka


Bin siya enya bilind


Derdê dil dîsa mi dî


Yek şevê de her bi sûnd


Mid kujin Cara sedî


Her şevê hîn dil dibin


Têne bê tirs û fedî


Wek kevoka hilfire


Deyne ser destê xwedî


25

Kes li min şil nake zar


Agirê dil na kujî


Dil şikest kengî buhar


Şîn dibe l tehta bejî


Kes bera negre li min


Kanî dara na hejî


Dûr bike bilbil ji gul


Ka mi dî gul hênijî.


26


Mi Karîba Bi Dil


Mi karîba b dilê xwe

Dilê nazî mi da te

Ezê têr xew bibama

Nema mid xwar xema te


Birînê min venedbûn

Li te min hew dipirsî

Hewara min ji ber te

Bi şev ned çû tu kessî


Mi karîba b dilê xwe

Nema çavêm digirya

Wê bes carek li ber te

Zimanê min bigerya


Li min cerg û dil û can

Te ned sotin bi agir

Ji derdê te şev û roj

Mi ned go ax vir û vir


27

Serê min va sipî bû

Hejarim , gêj û sistim

Tu tiştî her ji derdê

Te pêve ez ne xistim


Mi çû derba xwe jî xwar

Ji pê têşim heta ser

Ezê çibkim ji nû ve

Bi destê min çi tê der.


28

Delala Min


Delala min sibê zû

Di ber min re mi dî çû

Dilê nazik li min sot

Bi bêhna xwe kirim gêj


Nerî lêva xwe gez kir

Mi dîn kir jê mi hez kir

Silav da min mi jêr got

Dilê min naze nebrêj


Silav kir pêre kenya

Li ber min mij bû dinya

Çilo zê j nivre razim

Çilo zê dîn nebim bêj


Ji bo wê mame xembar

Heta bimrim birîndar

Ji nivre a ku rabim

Tu vê j serê xwe bavêj.


29


Bîne Bîra Xwe


Bi qurban bîne bîra xwe

Civanê me evîndara

Li bin wana me soz da hev

Siya şax û pelê dara


Perîşanim evîndarim

Bi xwe na ez nema karim

Tucar nayê , birîndarim

Xewa jar û birîndara


Li bin dara li nav baxa

Gul û bilbil li ser şaxa

Te nayê bîr gelo çaxa

Ji hev re go me çend cara


Me çend cara ji hevdû re

Me go derya dila kûre

Ji te dûrim , ji min dûre

Heta kengî di bin bara.


30

Erê Yan Na


A dilê xwe derxe bêje


Ez nema karim bi xwe


Vê evînê ez hilandim


Va dinêrim ez li xwe


Ez li hêvya bersiva te


Westiyam na yan erê


Ger. te go na ez nizanim


Ka ezê çibkim ji xwe


Çend meh û sal ez dinalim


Ma tu napirse li min


A dilê xwe zû bibêje


Yan jiyan û yan mirin


Ger. te carek go erê ez


Lo ji te pir hez dikim


Zê bi yek tilyê tenê bes


Hilçinim darê ji bin


31


Çend meh û sal ez dinalim


Wez ne poşmanim tucar


Jêr divê ta ez bibêjim


Çû seqem va bû buhar


Dîtina çavên belek reş


Ger. mehê carek bi min


Wek kilîta dergehê jî....


....Nê di dest min ez hejar.


32


Benda Te Me


Benda te me ez


Kengî tu bê vir


Ranakevin ew


Çavên bi hêsir


Sebra dilê min


Bê te bera ez


Heyvek xwe bigrim


Na na ne bêtir


Çend meh dilê min


Xemgîne bê te


Zanim ne hişke


Wek wî dilê te


Dimrim li vir ez


Til wir dikennî


Nîne ji kesî


Haya te ê te


33


Geşke dilê min


Şev bê tebatim


Carek bibêje


Ez vame hatim


Qurban veger zû


Dûrî te bê wan


Çavên belek reş


Wek bê welatim


Çibkim dilê min


Bûye hezar qat


Firya kevoka


Min çû serê lat


Êşa evînê


Zanim te ev êş


Anî ji dil re


Nej ber xwe ve hat.


34

Silavê Nake


Di ber min re dibûre

Silavê tul mi nake

Mi nas kir a dilê te

Xuya ye t hej mi nake


Heger te hej mi kirba

Wilo ez ne dikuştim

çikim ez va xuya ye

Li cem te ku ne tiştim


Silavê tul mi nake

Çiqas hişke dilê te

Ezim ê ku dinalim

Çi xemma te ye ê te


Hinav û dil mi dan te

Silavek te neda min

Ji ser çavê mi xew bir

Heta bê ber mi a min.


35


Nema Karim


Birîndarê dilê min


Heta kengî birîndar


Nema karim girane


Tenê hilnagirim bar


Nema karim bidim hev


Xem û êş û kulê xwe


Li ser dost û hevala


Veşêrim a dilê xwe


Ezê çawa veşêrim


Evîna te z nizanim


Li halê min bipirsin


Ne lalim bê zimanim


Ezê çawa xwe bigrim


Nema hêsra birêjim


Zimanê xwe girêdim


Nema navê te bêjim.


36

Ne Her Kes


Evîndarim ji derba


Gulî sora xwe gêjim


Ji dêlva hêsira xwîn


Ji çavê xwe dirêjim


Bi şev pêde şiyarim

Dinalim bê debarim

Ne her kes ez dikarim


Kula xwe jêre bêjim


Ne her kes ez dikarim


Vekim jêre dilê xwe


Bibêjim jêre derda


Xem û êş û kulê xwe


Birîndarim ne her kes

Dikarî’ lê tenê bes

Birîna min bipêçe


Gula min bi pelê xwe


37

Ne her kes jêre karim


Bibêjim ez bi gazim


Ji te sebra dilê min

Nikarim bê te razim


Bese êşa dilê min

Giran barê milê min

Tenê yarê dizane


Ji xwe ez vê dixwazim.


38

Heye Dîsa


Te nabînim li ber çava

Di van rojê te nabînim

Çiqasî ez di xewna de

Difirrim cem te datînim


Ji ber wan dil dinale ew

Birîn û agirê tê de

Gelo nayê te qîrîn û

Hewara min bi şev pêde


Te dil da ber kul û derda

Tiwer îdî bi şev rakev

Heta key ser giranî lê

Ji ser heyvê bese dakev


Heye dîsa bi van çava

Bibînim ez berî bimrim

Ji xwer porê te ez bîn kim

Bi wan destê sipî bigrim.


39


Bêje Hej Te Dikim


Bêje ez hej te dikim bes


Vê tenê tu bêje min

Qet nema digrim xwe "qurban"

Dil de tev êş û xemin


Wek te ev êş xist dilê min


Bêje pê derman tu lêk


Hesreta çavên belek reş


Ser dilê min bû girêk


Çij wisa bêtir dixwaze


Can hiland û hiş te bir


Min nedî dil wek dilê te


Ma heta kengî kevir


Ma nebes çend sal li ser te


Dil kule kêra nedê


Wê çibe her ez nizanim


Bersiva tel ber xwedê.


40

Erê Xewne


Silavê bik bi qurban


Li ber dimrim silava


Bi dev be yan bi desta


Ji xwe a ku bi çava


Ne şaşim ger bibêjim


Ji hişşê xwe diçim ez


Nema karim bimeşşim


Li ser xwe ez du gava


Xwezî carek bibînim


Li halê min te pirsî


Li ser yek hêsira min


Mijankê te bibin sî


Li benda te ji çava


Gelek hêsir mi barand


Bese paye kesek na ......


... kevî gora tu kessî


41

Xwezî a dil bi cî bê


Sibeh der bê bese şev


Bi van çava bibînim


Ez û tu wer li ba hev


Ji vê pêve mi navê


Bera bimrim bi dû de


Erê xewne dizanim


Bi desta nakevî ev


Erê xewne dizanim


Bi cî nayê tucarî


Dilê min ma birîndar


Zivistan û buharî


Bi cî nayê dizanim


Heta ku ez nebînim


Evînê da dilê te


Bi derda bû du parî.


42


Tu Li Ku Ma


Ev mehek ez nav livînim


Agir û derd û xema


Wan dil û cerg û hinavê


Min biraştin til ku ma


Ta sibê ez wer dinalim


Çav li rê pir westiyan


Her te serdanek neda min


Xweş nekir dil te hema


Şev dirêjin qet nikarim

Rakevim, ez westiyam

Lo li benda dîtina te

Ez mirim, ez hilliyam

Wek gula zer bûm biner va

Çilmisîm pel weşşiyam

Min hinav û dil bi carek


Çûn li ber ava çema


43


Wer tu derman bik dilê min

Van birîna yek bi yek

Vê evînê ez hilandim

Ez biraştim bê henek

Min tenê dil kul nehêle

Vî derî til min venek

Ez nema karim tenê bar


Hilgirim lo ez nema


Wer nema karim hilînim

Ez di dil derd û kula

Bê te ma qey pê dikarim

Lawiko êşa dila

Ger. li ser çoka te bimrim

Zû bela bimrim bela

Çû heta saxim rihê min


Ser ziman navê te ma.


44


Carek Mi Dilgirt


Nazê heçê carek te dî

Bawer bike ew namire

Jîna bi ter cejn û xweşe

Dûrî te tehl û agire


Bawer bike nazê ji min

Piştî te hez nakim ji kes

Dîsa nema digrim dila

Carek mi dil girt ma ne bes


Tê zanibe ez kuştiyê

Wan herdû çavên belekim

Ger a dilê xwe der bixim

Carek devê xwe ez vekim


Roja te nabînim mi xew

Na na bi çava nakevî

Gêjim di laşê min de xwîn

Qet nagere dil na livî.


45

Buhare


Di baxan bişkivîn gul


Buhare lê buhare


Bi fîxana te bilbil


Dilê her kes şiyare


Li bin dara çi xweşşe


Heye ba û heye sî


Were lezke , bi rê de


Silavê mek li kessî


Li hêvya te şev û roj


Dû çavê min li rê ne


Heta ana dil û can


Birîndarê berê ne


Birîndarin ji zûve


Bi derba te tu zanî


Li ser soza xwe me ez


Gelo soza te kanî.


46

Ezim


Ezim ê ku li ser te

Evîndarim ne bes dîn

Birîndarim , dilê min

bi şev jê tê gelek xwîn


Ezim ê ku ji zûve

bi derd û ar û janim

Birîndarim te hîna

ji min çid vê nizanim


Ezim ê ku ji dil mam

Li benda te bi sala

Ji ber derd û kula na

dilê min nabe vala


Ezim ê ku mi dan te

dilê xwe, kezeba xwe

Mi namê te veşartin

heta îro li ba xwe


47

Ezim ê ku ji çava

Gelek hêsir mi barand

Ezim ê ku mi da te

Dilê xwe, te mi xapand


Ezim ê ku bi şev ta

Sibê ez kûr dinalim

Şevêrka min digerya

Niha ez bê hevalim.


48

Mi Dîn Kir


Mi dîn kir vê delalê vê ciwanê

Çeleng û nazik û ebrû kevanê

Berî şêrîn ji min ew dil bixwaze

Hinav û dil bi carek tev mi danê


Delala min çiqasî ber bi çave

Bejin rind û bilind û pir zirave

Bi şev ew herdû çavê wê sitêrin

Li ber ba por hevirmêşe belave


Evîndarim dilê min pir heye ser

Ewa rind û delal û şeng û nûber

Serê min ger bixwazî jêke îro

Zimanê min bi carek nagere l ber


Ji dil îro çiqasî hez dikim jê

Çi sêve ew dilê min pir dibijjê

Birîndarim eger ez wê nebînim

Du sê cara ne bes carek di rojê..


49

Delal


Delal ez te bi rih nadim

Ji te pêve di dil ma kî

Tucar terka te ez nakim

Ti xweş hîna mi nas nakî


Ji te pir hez dikim esmer

Te nadim ez bi canê xwe

Heger navê te bes bêje

Ezê jêkim zimanê xwe


Evîna te xwe berda dil

Ji min bawer bike gava

Te dil jêkir bi wan tîra

Erê wan awirê çava


Ji te pêve mi kes navê

Di cîhanê heta saxim

Li ser te serxweş û dînim

Heger gul bî ji ter şaxim.


50


Dema Dibhûrî


Çi dema tu dibhurî


Ne silav ne bersive


Rû çilo na çilmise


Ev birîn na axive


Ey gula şekir tu tev


Zû bi çava yan bi dev


Bik silav ji nû birev


Da gula dil bişkive


Wer bi destê min bigir


Bê du baskan na firim


Wez ji nû çavêm li xew


Te z li dû hêvya birim


Wer li dil carek bipirs


Em rih û canin bitirs


Derdê çavê tey du girs


Ez li ber xwe na girim


51

Wer ji bo em bidne hev


Çav bi çav û dil bi dil


Da bi hev em şa bibin


Zer nebin em herdû gul


Derdê min bejna zirav


Kengî ez bigrim bi dav


Hiş li min bûye belav


Pir giran bû bar li mil.


52

Tê Here


Va ji min xatir dixwaze


Pê dizanim tê here


Ez nema zanim çi bêjim


Lo devê min na gere


Pir ji mir gotin ji dû wî.....


..na veger bê bexte ew


Min ji wan bawer nekir lê


Va niha bû eşkere


Va bi çava ez dibînim


A dilê xwe bes veşêr


Tev ji pişt ewra xuya bûn


Der ketin heyv û sitêr


Zû here hetta niha te


Ez dixapandim bese


Ma gelo dîsa ji derba


Te heye rabim bi xêr


53

A mi jêre ev birîndar

Ev dilê naz û tenik

Pir bi ter mam lê çikim ez

Min nebir dam yek berik

Ez nema digrîm li ser te

Zû ji ber çava here

Ma çi maye ser bitirsim


Min bikuj’ lo wek xwe bik.


54


Bûm Gunehkar


Mi dil girt bûm gunehkar

Di çavê wan de yarê

Ji xelkê hew dikarim

Serî rakim li tarê


Ji wan bê wê dilê min

Vekin te jê derînin

Li min çava girêdin

Ji bo hew te bibînin


Metirse ez te nadim

Bi can û zîv û zêra

Li hember min bibin yek

Bidin ser min bi kêra


Evîna te di dil ma

Nikarin jê bidizzin

Ne bes salek bi yezdan

Heta hestî bi rizzin..


55

Êdî Bese


Êdî bese dil perçe bû

Ronahiya çava were

Kanî di çavê min vebû

Zab û ferat û kewsere


Bê te hedan nakim tucar

Qehra mi xwar kessî nexwar

Wer hilgire alî mi bar

Dil xweş bike tev kesere


Emrê ciwan vala diçî

Zû çîçeka dil qurmiçî

Soza te da bîne bi cî

Dinya ne bes zêr û pere


Piştî te wa sebra dila

Sotin hinav qehr û kula

Îro ji ber êş û bela

Lewra li min dev na gere.


56

Dilê Min


Yara te çû dizanim

Tu ma bela serê min

Berî tu lê bipirse

Li xwe bipirs dilê min


Tiwî ê nexweş û jar

Tiwî ê tim birîndar

Tiwî ê bê cih û war


Perîşano dilê min


Di vê jîna ne hêja

Ji kessî meke bawer

Li ser kessî tucara

Ne bigrî ne biqehher


Menale meke gazî

Ji xwe ew vê dixwazî

Wek radizê tu razî


Dilovano dilê min


57

Yara te çû nepirsî

Li te’ ev çi evîne

Ê te li te tune xew

Dilo ma tu ne dîne


Bese qehr û xem û şîn

Kula kessî tu mekşîn

Nema îdî xwe bêşîn


Bikovano dilê min.


58

Bi Hêvî Me


Bi hêvî me bibînim

Ji dil carek dikennim

Bi cî bê a dilê min

Mi sinbil bigre gennim


Bi hêvî me j dilê min

Êş û birîn derên tev

Bighêne hev ez û tu

Hêvya mezin eve ev


Bi hêvî me ji yezdan

Bi te şabe dilê min

Di nav xelkê de bê tirs

Destê xwe têxe ê min


Bi hêvî me buhar bê

Vebin gul şîn bibin dar

Dil geş bibim ji ser mil

Hinkî sivik bibe bar.


59

Bi Meş Tê


Dema ez wê dibînim

Ji dûrve ku bi meş tê

Kula wan herdû çava

Li canê min çi xweş tê


Ciwane pir delale

Gelek rind û şepale

Bi ro roke hilale

Bi şev çaxa ku reş tê


Delal û nazika min

Şepal û sor gula min

Diçe dil geş ji ba min

Bi ser min de nexweş tê


Li ba hevdû ne her dem

Neyê cem min diçim cem

Evîndarin weku em

Ne çar salê me’ heştê.


60


Xwe Dûr Xist


Te talî xwe j mi dûr xist

Tenê hiştim bi rê ket

Dilê min ev dilê jar

Çi êş piştî te lê ket


Ji ba min na tu ned çû

Evîna te ji dil ba

Bi sala ew dilê te

Wekî ê min bi kul ba


Te zanîba li dû te

Çiqa hêsir mi barand

Erê xayin te piştî

Dilê min bir mi xapand


Birîn û jan te xistin

Dilê min bi hezara

Te hênik kir çi bêjim

li min dilê neyara


61

Ezê bê te ji nivre

Tenê çibkim li xanî

Te heyfa xwe nizanim

Ji kê îro hilanî


Te ez hiştim ji kê re

Li dû te mame bê pişt

Mi ne dost û hevalek

Li dor min ma te kes hişt.


62

Ezê Vegerim


Zore’ dikim nakim ji dil

Der nakeve êşa welat

Çend sal bi çava xew nebû

Çi hat serê min bê çi hat


Çend sal ji te dûrim welat

Cîhan li min zindane ew

Dûrim ji wan çavên belek

Bawer mi nayê bê te xew


Zê vegerim dîsa li wan

Dost û heval , tara berê

Kê go rehet nabe tucar

Dijware şûna xencerê


Zê vegerim xweşşe welat

Tiştek ji wî xweştir tune

Dîsa veger wek min bira

Zêr û pere lo ma çine


63

Xweşe welat ka em herin

Benda mene dost û heval

Dîsa biken ma qey heta

Kengî girî , hêsrê zelal


Destê xwe ka em bidne hev

Ava bikin bajar û gund

Xweşe welat ka em heval

Lê vegerin tev ser bilind..


.Imad Hemdî -LEYLAN- Helbest 2018.


64

Dilber


Zanim ezê bimrim heger

Dilber ji destê min here

Roj û şevan digrîm li ser

A vî dilî bû eşkere


Yek ta ji por , dêm û enî

Çavên belek reş wek tenî

Wan gotina ez wî kenî

Nadim bi zîv, zêr û pere


Jê hez dikim ez bê derew

Dilber çiqa şêrîne ew

Naz û gelek qenc û bedew

Şeng û çeleng û nûbere


Dilber heger pê şa nebim

Cem rûnenim ez ra nebim

Mam dil birîn hetta hebim

Sebra dilê min dilbere.


65

Megrî


Bese megrî gula min

Wekî min na li xwe mek

Bihêl çavê te raze

Bi şev bigre sibê vek


Mi navê ez bibînim

Delal çavê te digrîn

Dilê min ser te têşe

Hinavê min dibî xwîn


Bi êşa te di zanim

Wekî a min evîne

Di xewde te dibînim

Şeva tu min dibîne


Tu zane wez di zanim

Evînî agire ew

Çima herdû dila em

Bi hev şa nakin û hew.


66

Ger Tu Ket


Ger tu ket îro ji a xwe


Kes li te nabe xwedî


Tê bi erzan bê firotin


Neb hezarî neb sedî


Çend meha ez mam li piştê


Dil birîndar û nexweş


Sûnd dixum carek tenê min


Ber serê xwe kes nedî


Çav şiyarin dil dinale


Şev heta ro der keve


Ger tu ket ez vê dizanim


Ta bira nayê b teve


Min hinav û dil li ser te


Dane ber êş û kula


Ê te ez çibkim ji bo te


Her li ba te wek heve


67

Guh bide carek hewar û


Nale nala min bi şev


Dil birîndarim bi derba


Te xwe ned alî nerev


Ez ketim dava evîna


Te çilo min ber xwe dî


Ez bi dil dost û hevalim


Kê ji ter go bes bi dev.


68


Çûm Bixwazim


Ez çûm bixwazim


Dilber ji bavê


Ez can bi qurban


Rind û ziravê


Jê hez dikim ez


Sozbe li ser min


Yan dilbera min


Yan jî mi navê


Çibkim nedan min


Bav û birê wê


Dîsa di dil de


Ma agirê wê


Na na bi carek


Wana ne pirsî


Ne l hêsirê min


Ne l hêsirê wê


69

Herdû dilê wan


Hişkin ne nermin


Bav û birê wê


Soz dan li ber min


Wê her bihêlin


Ta ku hebin em


Bigrîm li ser wê


Bigrî li ser min


Soz dane wer em


Dil kul bimînin


Carek bi hev re


gulkê ne çînin


Yek bû birîna


Herdû dilê me


Ana nizanim


Bê çend birînin.


70

Evîn Zore


Ji bo çavê te şêrîn

Birîndarim ne bes dîn

Te bîst cara nebînim

Bi nozda naşike tîn


Ji wê roja me hev dî

Mi çav û lêv û dev dî

Nema min xew bi şev dî

Evîn zore bise hîn


Ji bo te bûm evîndar

Te xistin dil bi hejmar

Ji gava min te dî par

Hezar derd û xem û şîn


Kulê dil de hezarin

Kulê îsal û parin

Ji çavê min dibarin

Şev û ro , hêsir û xwîn.


71

Ne Kuştim


Ne kuştim lê bi derda

Hinavê min te hêra

Ji her kessî werê ez

Birîndarim bi kêra


Ji wan çava ditirsim

Li dil ez hew dipirsim

Erê şêrim , nikarim

Tenê hember du şêra


Ne wek te bê dilim ez

Gula min bilbilim ez

Hinav û dil heger çûn

Ezê çibkim bi zêra


Ne bêj min guh giranim

Bi halê te nizanim

Hewara min bi yezdan

Giha heyv û sitêra..


72


Xeyda Evîndara


Pir xweşe xeyda di nav her...

...dû evîndara erê


Çend şeva ber wa bimînin


Çav li rê ber pencerê


Ew ji xwe gava li hev bên


Ma çi jê xweştir heye


Şîreta min tim li wana


Bes neçin herdû ji rê


Şîreta min tim li wana


Dev ji hev win bernedin


Guh medin çend gotinê wan

Çav nebara guh medin

Çav nebar her vê dixwazin


Win ji hev tim dûr kevin


Lê berî dava li ber we

Win li ber wana vedin


73


Win bi hev tim wek şekir bin


Hingiv û dims û gezo


Hez bikin herdû ji hev wek


Wan gula zîn û memo


Şîreta min pir buha ye


Rê li ber bigrin neyar


Hez bikin her dem ji hev win


Gav bi gav û ro bi ro.


74

Kengî Ez


Kengî ez tej bîr dikim

Kê ji ter go z bê dilim

Derd û êşê min pirin

Ez erê naştexilim


Mib kujin ser jê bikin

Destê min dagrin pere

Dev ji te ez na qerim

Ez dibêjim eşkere


Na ji te dûr na kevim

Ma didim gul bi stirî

Qey dixwazî ta hebim

Kil bikim çava b girî


Ger bi te dil şa bibim

Nû bera mirna mi bê

Piştî çavên reş belek

Ma dipirsim ez li kê.


75


Bîst û Du Sal


Nema karim veşêrim

Li ser dost û hevala

Çi dijware evîna

Berî bîst û du sala


Biner bîst û du sal çûn

Li ser soza xwe me hîn

Çikim ez pê nikarim

Dilê min ev dilê dîn


Ji hev dûrin ez û tu

Birîndarim birîndar

Ne carek têşe ser min

Dilê te ê mi her car


Ji zûve bendewarim

Tiwer û gazina mek

Heta îro ji te na

Ne ket destê mi namek.


76


Dimrim Li Ser Wê


Dimrim li ser wê ez li vir


Zanim ji min wê ha tune


hetta li vir bû, wek perî


Bû.. lê li wir ew yek dine


Soz be li ser min ez heta


Saxim li darê vê dinê


Nej' bo gula min be tucar


Ev dest gulê sor naçine


Dilber ji min dûre gelek


Wê ha ji min qet nîne wê


Namek nivîsî min bi dest


Lê kes tune bighîne wê


Raste ji çava dûre ew


Nayê guha dengê zelal


Lê win dizanin dilgirim


Ma dil çilo nabîne wê


77

Namek nivîsî min bi lez


Çawa ezê rêkim gelo


Her kes dibêjî min: bese


Ma dev ji xwe berna de lo


Min têde go: dîsa veger


Benda te me ser agirim


Nayê xewa min bê te lê


Bê min xewa te tê çilo?


78


Çawa Dikarim


Du çavên te reşin mîna şevên tar

Çen û dêm û dev û porê te her çar

Nema zanim çi pesnê wan bidim ez

Ji xwe gerden mi lêva xwe li ser xwar


Hela min dî kesek çava nebîne

Şiyar wek min şev û rojan nemîne

Kesek negre ji destê te gulek sor

Evîna te çi agirkî bi tîne


Evîndarim çi kêfa min ji ter tê

Heta nemrim ji dil ma qey tu der tê

Evîna te bi xwe jana zirave

Hewara min bi şev pêde ji ber tê


Tu çavê min bixwaze bêje ana

Ezê têxim bi soz destê te wana

Te dil birye ji min çawa dikarim

Ji nûve ez bi dev bêjim te na na.


79

Rû Kenê


Ma ji xwîna te çi şêrîn ....


...tir heye wa rû kenê


Ma çi jê xweş tir heger ez


Cem te rûnim ez tenê


Ger li wan çavan binêrim


Sûnd dixum bes yek nerîn


Têde namîne bi carek


Ev dilê min yek birîn


Ez bi şev pêde şiyarim


Qey dikarim rakevim


Min hela go kes ne bêje


Ez tucarî nakevim


Min hela go ev evînî


Qet nikarî ew bi min


Lê li ber wan zû şikestim


Awirê çava rimin.


80


Dîsa Dibêjim


Mi got dîsa dibêjim

Tucar terka te nakim

Weku hej te dikim ez

Wilo ez hej xwe nakim


Hema dengê te bê min

Te dî canê mi hilya

Hedana min nema hat

Ne rûniştî ne şipya


Li çavê min binêre

Ji çavê min xuya ye

Çiqasî hez dikim ez

Ji te tu pir buha ye


Ji te dûr bim dilê min

Dibe sed perçe bawer

Di himbêza te rûnim

Birîndarim her û her


81

Ji destê xwe tucar ez

Te bernadim mi berned

Ji dil der nakevî ger

Ne salek tê here sed


Tiwî can û rihê min

Nema qîma xwe tînim

Di yek rojê de qurban

Te deh cara nebînim.


82

Ez ne ezim


Êşa dilê xwe j bîr dikim

Gava li cem te rûdinim

Çidbe ji min ez ne ezim

Bawerke ez yekkî dinim


Hilma te min serxweş dixe

Ez na gihim bêjim ji ter

Hej te dikim bawer nekî

Qurban li çavê min biner


Hilma te hilma sor gula

Çavê te herdû mêrkujin

Bejna te wek takî zirav

Rindê nedî min wek te jin


Min wek te xwîn şêrîn nedî

Wer nazik û tim dev li ken

Çawa dikarî rakevî

Dil a mi jêre ev reben.


83

Salek Tê


Salek tê û yek dibhure

Dilê te hîn ew kevire

Tij min dûre tû ne l vire

Bextê mine ne nifire


Min hej te kir min xwe nedî

Dûrî mi çûn dost û xwedî

Hema te dil vekra gidî

Kula te hemberî sedî


Xwezî bi te dil şa biba

Bera mirin zû hatiba

Ku tib tenê l pişta mi ba

Çima evê halê mi ba.


84


Ji Bo Çavê Te


Ji bo çavê te canê


Evîndarim evîndar


Ketin dil sed kul û jan


Xuya xwe vî dilî xwar


Evîna te çi bare


Nikarim hilgirim ez


Gelek zore girane


Nedî min qet wilo bar


Te cerg û dil biraştin


Te dan ber derd û jana


Te dil xwest û mi da te


Ji min çidxwaze ana


Ketim bextê te canê


Li min bes awira ved


Rimin ew awirên tûj


Te ez kuştim bi wana


85

Te derba xwe li dil xist


Heta saxim bi mir ma


Kula te lê kula te


Çû derba te ji ter ma


Şev û rojan dinalim


Şikest îdî bi carek


Zimanê min ji taya


Evînê ne ji serma.


86


Ji Min Dûr Ket


Ji min dûr ket mixabin

Li ba min bû heta do

Heger wê a dilê min

Nizanî bû’ mi jêr go


Ji min dûre ne latim

Nema karim xwe bigrim

Bera bimrim ji bo wê

Ezê her mane bimrim


Li ba min bû şev û roj

Milê min ser milê wê

Nizanim kê ji rê bir

Ji min sar kir dilê wê


Ji wana re nehêle

Xwedê ahê dilê jar

Heçê yarê ji rê bir

Berê wê da riya xwar.


87

Nazdare


Çi nazdar û ciwane

Delala ber dilê dê

Gelawêje li ezman

Gula sore li erdê


Dema çavê mi lê ket

Ketim bê hiş mi ta girt

Ji dil jê bû çi perçe

Dilê min ma xwe ra girt?


Enî roje , dev û lêv

Biçûkin, por hevirmêş

Hinarkê rû dû sêvin

Ne bes sêvin , kul û êş


Bijin naz û bilinde

Çiqas lê tên cil û zêr

Bi ro çava bibîne

Bi şev derda bi hejmêr.


88

Mam Tenê


Mam tenê pişta xwe da min


Dev ji min berda çima


Qey dikarim rakevim na


Xew li van çava nema


Ez heta îro nizanim


Min guneh îdî çi bû


Ev buhara xweş , kula we


Jê tenê para mi ma


Çav reşê çû ma ji nivre


Qey dikarim rakevim


Ez nema dilber dibînim


Nû ezê b çola kevim


Kes li hawêr min bi carek


Wê ne hişt’ ez mam

tenê


Ka heval û hogirê min


Çav li kessî na kevim


89

Çû ji ba min çav reşa min


Ma çi zû sebra dila


Ez tenê hiştim, girane


Bar li ser herdû mila


Ģû bi xwe zanim ji nûve


Hew li ser xwe ra dibim


Ev dilê nazik dizanim


Ma ji bo êş û kula.


90


Destê Te Kanî


Destê xwe bid min


Da em herin nav


Bexçê gulên sor


Ba û sî û av


Ez hew xwe digrim


Her dem şiyarim


Ma qey te navê


Razin li min çav


Ez hew xwe digrim


Destê te kanî


Kuştim hilandim


Ev ser giranî


Destê te bigrim


Pevre herin bên


Gulkê bidim te


Sor erxewanî


91


Ma qey te navê


Rih pêve bê dil


Jê der kevin êş


Derd û xem û kul


Carek bi şev ez


Çavê xwe bigrim


Ma qey wilo man


Roj û şevan şil


Ma qey te navê


Carek di jînê


Dil xweş bibim ez


Şa bim bi zînê


Ned çû ji ba min


Roj û şevan ger


Wek min te dî ba


Êşa evînê..


92


Rinda Min Yar


Rinda min û naza mi yar

Sebra dilê min gul buhar

Têşim bi şev nakim tebat

Derbek mezin mi l ser te xwar


Yara minî baş û ciwan

Pir nazik û şeng û giran

Min dil li ser te tev bi jan

Derd û xem û qehr û bi ar


Porê xelek ،bejna zirav

Dêmên sipî ew herdû çav

Agir bi dil xistin ،hinav

Sotin li min ax û hewar


Xanî bi ser min de bixin

Sed xencerî l nava mi xin

Tej dil nikarin der bixin

Dost û heval, çawa neyar.


93


Dil Ji Te Maye


Erê hej te dikim ez

Li ba min pir buha ye

Çi bêjim lê bi rastî

Dilê min ji te maye


Tu naşîne silavek

Ne namek ez bixwînim

Tu xayine ne bêj na

Bi çavê xwe z dibînim


Çi bê îro serê min

Te ha tunne ji kessî

Ne bes hişke dilê te

Xwedê hiştê çiqasî


Tu napirse li min wez

Ji bo te dil birînim

Dixum qehra te her dem

Biner bê ez çi dînim..


94


Dev Ji Min Berde


Ma ezê çibkim bi wana


Hêsirê çavê te lê


Min dilê xwe da te îro


Ez çi poşmanim belê


Dev ji min berde nema ez


Tême xapandin ji nû


Ger ji te pêve nebin gul


Ez te bîn nakim gulê


Ta sibê bigrî li ber min


Çû dilê min bû hesin


Ez li kessî hew dipirsim


Ne biçûk û ne mezin


Çend meh û sala li ser te


Min gelek hêsir rijand


Min nedî xayin te pirsî


Bes tenê carek li min


95

Min nedî carek te pirsî


Yan te namek şand ji mir


Bê çilo îro ji bo te


Ez mirim wek min bimir


Ez di nav derya evîna


Te li ber pêla ketim


Va niha bayê evînê


Hate te xwe l ber bigir.


96

Dev Nagere


Dev nagere ji zora

Evîndarim ne lalim

Bi ken sebra dilê min

Ê min bera’z binalim


Te xiste dil çi hesret

Şiyar mam û ti raket

Ne gor soza xwe der ket

Çi tu dil hişke zalim


Erê tu dil disojî

Bi şev bo çi bi ro jî

Ne wek te ma wilo jî

Bese lê ez hevalim


Heyfa wan hêsirê min

Kulê min keserê min

Êşa dil û serê min

Tenê îro li malim.


97

Xwezî


Xwezî ez te bibînim

Li ber çavê xwe her ro

Bera ez bême kuştin

Bi kêra tûj ne a ko


Ji bo te bûme winda

Dil û canê xwe min da

Tiwî xewnê şevê min

Ne şaşim ez heta do


Li ba min tu bi yezdan

Buha ye wek rih û can

Ji te pêve mi navê

Bi şûr min bikne diddo


Du çavên tey belek reş

Kula wan nas dikim xweş

Di dil ma hesreta wan

Heta saxim mi va go..


98

Derdê Dila


Agire derdê dila


Kes dila negre tucar


Ew gula ku çilmisî


Lê xwedî nabe buhar


Kî ji destê vî dilî


Nahile nabe tilî


Wek li hev gerya gulî


Va li min gerya ye war


Hûr bibim ser tê here


Min ji te kes nake dûr


Wer biken ronî bide


Derxe pê derdek ji tûr


Zû li min çava veke


Dil bi kul dîsa neke


Ez û tu me rih yeke


Me ji hev dûr naxe şûr


99

Şerbeta derd û kula


Min ji destê te vexwar


Ne te dil geş kir li min


Ne te ez kuştim bi car


Wer delala xem revîn


Hîn ku germe ev birîn


Xweşke dil bişkîne tîn


Da di dil de vemre ar.


100

Kî Min Heye


Kî min heye ez herme cem

Bêhna xwe pê derxim ejî

Bar kir ji vir hiştim tenê

Digrîm li ser ma ka mejî


Digrîm li ser sebra dila

Gazî dikim roj û bi şev

Kê bîr dibir rojek werê

Em dûr kevin herdû ji hev


Wê dev ji min berda gulê

Ewqas evîn erzan firot

Carek dilê wê min ne hişt

Gotnek ne xweş min jêr ne got


Sozek tenê nanî bi cî

Bê soze bê peymane ew

Bê bexte pir dil hişke yar

Der ket evîna wê derew


101

Wana ji bîr nakim tucar

Çavên belek , girs û du reş

Wan ez kirim jar û reben

Mest û birîndar û nexweş


Nakim ji bîr bejna zirav

Enya bilind , gulyên du mar

Lêv û dev û birh û mijank

Ew gerdena ba jê dixwar.


102

Gula Cûrî


Siba teb xêr gula cûrî


Were ba min dil û canim


Siba teb xêr bi êşa te


Ezê bimrim bi xwe zanim


Bi xwîna dil feratim ez


Bi van hêsrê xwe baranim


Evîndarim sed û yek car


Ne bes carek bi qurbanim


Evîndarim bi qurbanim


Ne bes carek gelek cara


Siba teb xêr ji vir hetta


Cihê tu lê ji wan wara


Veger şake bi dîna xwe


Dilê jar û birîndara


Ezim bilbil heta kengî


Bikim fîxan li ser dara


103

Li hêvya te heta kengî


Meh û rojan bi hejmêrim


Evîna te dilê min sot


Li ser te ez venaşêrim


Nema digrim dila piştî


Te cana min nema wêrim


Xwe naspêrim kul û derda


Ji nûve na xwe naspêrim.


104

Tu Nayê


Tu nayê da dilê min bi te şa be

Ji te pêve li kessî ew venabe

Şev û rojan bi derda dil disojî

Jiyan dewrane kes bîra xwe nabe


Çiqa zore evînî lê evînî

Tenê bê te li min zindane xênî

Erê piştî te dil bir dilbera min

Çima îdî nema kes te dibînî


Bi te xweş tê binalim her dem û gav

Şev û rojan neyên girtin li min çav

Li ber lingê te ser daxim bi xwazim

Evîna dil ji te îro bi lav lav


Evîndarm , evîna te mirade

Mi dil da te , çima ê te tu nade

Tu ketye dil , ji te pêve mi navê

Evîndarim , ji zûve ne j niha de.


105


Bê Wê Silavê


Silavê hew li min bik


Hema bê wê silavê


Çû agirê te xist dil


Venamire bi avê


Ez û tu bûne dijmin

Nema mij te ne tej min

Ku kêr gihişte hestî


Bira birê xwe davê


Bela xwe lê ji min vek

Silavê qet li min nek

Ji pola ye dilê te


Silava te mi navê


Nexweş bûm te ne pirsî

Te ha tune ji kessî

Mi naskir a dilê te


Ji nû na kevme davê.


106

Biken


Çiqa xweşe kenê te

Biken ta ji te bê lê

Bisoje vî dilê min

Bisoje kezebê lê


Li cerg û dil nepirse

Biken yara delalî

Ezê bimrim dizanim

Li ser destê te talî


Ezê çibkim bi wana

Heger cerg û dilê min

Neyên sotin bi arê

Evîna te rihê min


Ezê çibkim bi çava

Heger negrîn li ser te

Bi dev çibkim nebêje

Te xistin dil keser te.


107

Çiqa Bigrî


Çiqa bigrî, binale, bibe poşman

Ji bîr nakim firotim wê bi erzan

Heta saxim nema pêre li hev têm

Birîna dil nema lê tê ti derman


Heger bimre ne bes carek di rojê

Sedî ê min bi xwe çû min nema jê

Erê sêva ji destê min bi der ket

Ji nûve ma dilê min qey dibijjê


Tenê îro şiyare jê werê ew

Ku çend sala bi çavê min nebû xew

Ji dil der ket ewa bê soz û peyman

Nema ez lê dipirsim wek berê hew


Mixabin ez firotim dam bi erzan

Weku sozek neda min û ne peyman

Çi zû xayin ji bîr kir ew evînî

Ku çend sala li hev par kir me yek nan.


108

Pîroz Be


Pîrozbe îro


cejna me kurda


Dijmin bi carek


bimre ji derda


Hawêr binêre


çawa me îro


Ala te daxist


a xwe me hilda


Çava veke xweş


dijmin binêre


Zanim ji qehra


lêvan dihêre


Xaka welatê


kurda bibêje


Talî ji ter ma


yan ma ji kê re


109


Cejna welate


Dîlane dîlan


Rakin serê xwe


Enya bi xwêdan


Desta bidin hev


Win tev birane


Daxin bi hevre


Ewra ji ezman


Xwîna şehîda


Wan pekrewana


Derdê bi sala


Hêsrê ciwana


Zindan û lêdan


Êş û xizanî


Vala ne çû yek


Îro ji wana..


25/9/2017


110

Birîndarim


Birîndarim dinalim


Li çavê min tune xew


Neyar hatin bi min ve


Tu napirse li min tew


Hema carek nedî min


Li halê min te pirsî


Dilê îro li ser te


Nizanim çi dile ew


Birîndarim , ne da min


Te serdanek bi yek car


Debara te çilo tê


Hevalê te birîndar


Ji ber êşa dilê xwe


Heta saxim mi sûnd xwar


Li ser kessî ji nivre


Nema qehr û girî hew


111

Were ez te bibînim


Bi te bêhna mi tê der


Bi destê te gula sor


Bibînim ez gulek zer


T neyê ser min bi saxî


Heger bimrim nema wer


Te ez girtim , wekî min


Bi wan çavan’ te çend kew.


112


Mi Rê Da Te


Te serdanek neda min

Bi carek te xwe dûr kir

Ji dêlva geşke’ bêtir

Birîna min te kûr kir


Ji bo te bûm birîndar

Dikim gazin ji her der

Hema carek tenê te

Ne got ka ez herim ser


Heye sê sal dinalim

Li ser te ma ne besse?

Te sê sala ne pirsî

Ji nû nemma bipirse


Ne dînim ez dizanim

Ji dest min hat serê min

Te go çi min ne got na

Mi rê da te’ erê min.


113

Silav Kir


Silav kir û digirya

Mi nas kir ku vegerya

Ji eşqa û ji kêfa

Firya dilê mi firya


Dema hat û silav kir

Hilma gula belav kir

Werîsê jan û derda

Li qirka min zirav kir


Hate li min dipirsî

Kêf xweş dibûm çiqasî

Li warê xwe vegerya

Çem jêre ware’ masî


Di dil wê de gelek tişt

Hinek got û hinek hişt

Agir kire dilê min

Xwe kuşt û min bi xwer kuşt.


114

Çavin Reş


Kuştim bi herdû

Çavê xweyî reş

Vê çav reşa min


Şoxê gula zer


Şev ta sibê ez

Têşim dinalim

Êşa xwe bêjim


Kes nake bawer


Wan awirên tûj

Sotin ne bes dil

Cerg û hinavê


Min dane ber xwe


Ê ku li ber wan

Tîran şikest çû

Ma qey ji nû ve


Wê rabe ser xwe


115


Ta ku hebim ez

Mame birîndar

Derman bikim van


Êş û birîna


Ne Mem ne Ferhad

Jarê siyamed

Na na nedî min


Kes wek xwe hîna


Na qet nedî min

Kes wek xwe dildar

Derdê dilê min


Nayên jimartin


Min çend hezar kul

Dil de veşart lê

Wek vê kula wê


Nayê veşartin.


116


Min Dixwest


Sûnd dixum piştî evîna


Te gula bazin bi dest


Ez nema digrim dila çû


Besse çavê min şikest


Agir û derdê evîna


Te di dil hîna hene

Min dixwest dil şa bibim ez


Lê nebû wek min dixwest


Min dixwest dil şa bibim ez


Her bi wan çavên belek


Van kul û derda derînim


Ez ji dil wan yek bi yek


Lê çikim ez hesreta wan


Herdû çava ma di dil


Vê evîna te z hilandim


Ez gelek têşim gelek


117

Min dixwest dilber ez û tu


Herdû em bighêne hev


Ez nema derda bibînim


Her nema xewna bi şev


Ger te dil îro neda min


Wez bi êşa te mirim

Ez dikim hêvî ji te dil .......


....ber li ber min na nekev.


118

Te Nabînim


Çima şêrîn te nabînim


Heye çend ro xuya nakî


Ji ber derda dilê min bû


Hezar perçe ji perçakî


Birîndarim were ser min

Birînê min nuhin germin

Were rûne li hember min


Bi dîna xwe tu min şakî


Nema karim tu pê zane

Tenê dîna te dermane

Evîna te ne erzane


Gula sor û zer û xakî


Ji derba te birîn kûrim

Bi derda ez giran tûrim

Ezê bimrim , ji te dûrim


Rihê min ma li ser takî.


119

Rihin Em


Ji roja ku te bar kir

Şiyar ez mame her dem

Ji çavê min çi tê ez

Niza hêsir niza çem


Di dil min de gelek êş

Nema gavek mi da pêş

Bi kê bêhna xwe derxim

Ji nûve ez herim cem


Ji derda dil tujî bû

Serê min tev sipî bû

Bi ser de hîn venakin

Ji min bela xwe alem


Veger em dil birînin

Bera em te bibînin

Bese te em hilandin

Rihin ma qey çine em.


120


Nema Soza Bide


Nema soza bide min

Bese ma bê dilim ez

Bi cî nanî te yek soz

Nehêl biştexilim ez


Ji wan sozên te dan min

Bi cî nanî hema yek

Ezê herme ji ba te

Xwe bid alî’ de rê vek


Ji destê te mi pir dî

Dilê min tev birîne

Heger ez çûm nema têm

Li hêvya min nemîne


Te qehra xist dilê min

Ezê têxim dilê te

Bera nala te bê min

Ne her dem a mi bê te


121

Heta îro di dil de

Ji te pêve nebû kes

Ji te bawer dikir min

Nema bawer dikim bes


Ji te bawer dikir min

Ji wan nam û silava

Heta hate serê min

Mi her tişt dî bi çava..


122


Ey Welatê Min


Serxwebûna te dixwazim


Ey welatê min welat


Ma çima qey ez ne kurdim


Ta nekim bo te xebat


Pir tu hêja ye welatê


Min heta ku ez hebim


Can fida me ser firazim


Ez bi xwîna xwe ferat


Pir xweşe meşşa di nav ba......


..xên te tev dar û giya


Pir xweşe dengê bilûra


Van şivana l ser çiya


Ger dil û can û serê min


Tê herin ez dil girim


Dilgirê axa welatim


Ez heya bimrim heya


123

Tim serê xwe hildidim her


Ez bi ala tey buha


Wek berê navê te hîna


Ser zimanê min niha


Sed rim û xencer bi carek


Perçe nakin dil li min


Lê tenê derdê evîna


Te didin ber xwe reha.


.Imad Hemdî -LEYLAN- Helbest 2018.


124

Min Dil Bijî


Min dil bijî newqa zirav

Ma kes heye dil nabijê

Perçe dikî, derman dikî

Dil ma ji ter’ ma min çi jê


Canê gula dil ew tiwî

Xweşe di bin şaxê te sî

Sed car bi peyman û bi soz

Yek mû ji te nadim kesî


Yek ta ji te nadim kesî

Gotna bidim jê na revim

Can û serê min tê herin

Ej a xwe qet danakevim


Her dem ji bo min wek gula

Hewşê’ kulîlka hindire

Çavê te armanca dile

Çibkim bi zêr, tê û dire.


125

Evîna Kê


Çima tim mad zerim ez

Ji min alem dipirsin

Hene ê ku li ser min

Ji te bêtir ditirsin


Heger êşa xwe bêjim

Gelek zore girane

Evîna kê mi dîn kir

Bi nav nakim tu zane


Gelek roja tu zane

Ji ser çava te xew bir

Te xistin dil çiqas êş

Birîn û derd û agir


Heger her tiştî bêjim

Çilo ro tel mi kir şev

Bi sûnd têra mi nake

Ne bes salek’ emir tev.


126

Li Hêvya Te


Li hêvya te serê min


Sipî bû’ çilmisîn dêm


Bi qurbana te bim ez


Ne bêje ez nema têm


Hinav û dil li ser te


Çi perçe werçe bûne


Ne çavêm çûne ser hev


Heta bêjim vebûne


Ji zûve bendewarim


Jiyan bê te ne xweşşe


Hela reşşe şeva min


Çima roja mi reşşe?


Mi emrê xwe li ser kir


Evîna te , bike lez


Were ez te bibînim


Nehêl poşman bibim ez


127

Emir bûrî , di jînê


Nedî min ber xwe rokê


Çi tiştê hat serê min


Ji bo te’ ma ji bo kê


Ti xweş zane emir çû


Ji dû çavê te wana


Hela emrê ciwan çû


Çima dûre tu ana?


128


Min Dî Keçek


Min dî keçek hat

Li min silav kir

Ji nav hevala

Wê min bi nav kir


Ma kul di dil de

Min nas nekir ew

A ku silav kir

Li min tenê hew


Gava mi ew dî

Dil bû du sê qat

Bê hiş ketim , deng

Nema ji min hat


Min dil bijî wan

Çavên du reş , çû

Ez bûm evîndar

Dil jêre vebbû


129


Bi wê silavê

Dil hate sotin

Ez hew giham jêr

Bêjim du gotin


Nema giham ez

Bêjim ne rev wer

Binêr li çavêm

Madê minî zer.


130

Jê Bipirsin


Wî ne bes carek ji mir go


Qey dida ber wî riwî


Lê: di cîhanê heger min


Kes hebe , bawer tiwî


Va niha bar kir ji ba min


Min guneh îdî çibû


Ez nizanim ez nizanim


Vê bipirsin win ji wî


Jê bipirsin wî çima bar......


..kir ji ba min , ma çi zû


Min ji bîr kir , ka dilê min

Wî li kû hêla li kû


Ka bera dîsa werîne


Ew dilê min yê bi kul


Çû ji nivre pê dizanim


Na live ev dil ji nû


131

Sûnd dixum dîsa ji nûve


Na live ev dil tucar


Ê mine wez pê dizanim


Ew ji nû ma bê buhar


Ka gula rû geş de kanî


Ez ewa tim dev li ken


Tê bîra min sor gulek bûm


Ez di vî çaxî de par


Ev dilê nerm û tenik bû


Kaniya xwînê erê


Ez tenê hiştim çi bêjim


Dil bi kul û çav li rê


Hesreta wî ma di dil de


Qet ji dil der nakeve


Na ji bîr nakim wekî wî


Zû wilo rojên berê.


132

Tirsa Min


Destê min ser dilê min

Her dem li min şile rû

Tirsa min ji te îro

Tu min ji bîr bikî zû


Piştî em bûn evîndar

Meb hevre xwar û vexxwar

Dilê me j hev bimîne

Em dûr kevin ji hevdû


Ketim bextê te dûr ner

Bi te bêhna mi tê der

Derdê min bê jimarin

Mi navê derdekî nû


Jîna bê te ne jîne

Wek dojehek bi tîne

Jîna ku têde bişkin

Li min tev , pişt û parsû


133

Vêna Nebêj


Ez roj bi roj û sal bi sal

Hej te dikim bêtir kubar

Îro belê bêtir ji do

Îsal bi sûnd bêtir ji par


Lê ez dikim bêrya te pir

Bê te diçî vala emir

Lezke were ba min bifir


Bê te bi şev nakim debar


Xwezka te zanîba bi min

Ber hev didin ez û mirin

Hîna tu napirse li min


Ax û hezar carî hewar


Bê te jiyan naçe serî

Roka sibê navê derî

A ku ji bîr kim te perî


Vêna ne bêj qurban tucar.


134

Piştî Çi ?


Ev çend sal dinalim


Carek ma te pirsî?


Ev dil her ji derda


Wek derya bi masî


Piştî ku bi çava


Min sozê te dîtin


Ma qey zê ji nûve


Bawer kim ji kessî


Derdê min girane


Barê min çiyake


Ez bêjim nebêjim


Kes guh li mi nake


Yara min ji xwe ew


Napirse bi carek


Nayê vê girêka


Derdê min venake


135


Piştî çi mi naskir


Ê xayin ji ê baş


Porê min sipî bû


Sed êş va ketin laş


Kî dost û hevale


Kî îro neyare


Piştî çi mi naskir


Kê hişt vegerim paş


136

Evînî


Evînî lê mepirse

Bi carek lê mepirse

Ne tim xweşşe evînî

Dilê min jê bitirse


Evînî pir girane

Ne bes gotna zimane

Gelek zore ne her kes

Heçê dildare zane


Dilo tu maye bin dest

Ji ter çibkim te ev xwest

Bi ezmana ketin xelk

Tenê ma serxweş û mest


Çi zû lo te hejê kir

Ji xwe sed perçe jê kir

Ji ter çibkim dilo ez

Ne yek şîret te pê kir.


137

Erê Dilber


Ji derba wan du çavên reş

Birîndarim heta ana

Hedan nakim bi roj û şev

Kezeb sotin li min wana


Gelek têşim di dil min ar

Xem û derd û kulên dijwar

Vebû îsal birîna par


Rehet nabim bi dermana


Evîndarim perîşanim

Li emrê çû ne poşmanim

Mi dil jêbû nema zanim


Bi derda yan bi gwîzana


Dikî nakî ji min bawer

Evîna te erê dilber

Kete dil jê nema tê der


Bi yezdanê li ezmana.


138


Hêjaye Dilber


Çend sal li min çûn

Wez bendewarim

Na na ne poşma....


....nim’ ez bi yek car


Jê hez dikim ez

Hêja ye dilber

Benda bimînim


Sed sal bi hejmar


Ez bendewarim

Deh sal bi ber jor

Hilya li min dil

Weşya li min por

Bes da bidim wê

Ez vê gula sor

Derxim ji dil pê


Derd û xem û ar


139


Rind û delale

Şêrîne dilber

Sebra dilê min

Gewre ne esmer

Ta ku hebim ez

Nayê ji dil der

Mane mi jêr got


Jê re mi sûnd xwar


Nakim ji bîr wan

Çavên wekî şev

Wan gotinê xweş

Kennê li ser dev

Rûniştina nav

Baxa li cem hev

Zanim bi sala


Mam dil birîndar.


140

Baran


Baran dibare baran

Ji çava ne ji ezman

Ji ber derdê evînê

Evîna te z bi qurban


Nema ez xwe l xwe digrim

Derdê te xencer û rim

Ne sax dibim ne dimrim


Dilê min hate kolan


Du sê sala nexweş mam

Êşa te ez ne berdam

Nedî min ji te yek nam


Ne yek bersiv ne serdan


Eşqa te ez kirim çerm

Li piştê hiştime term

Ji dev çend gotinê germ


Tenê dermane derman.


141

Paya Te


Bi paya xwe te em hiştin perîşan

Me dil îro ji ber te pir bi derdî

Te dî ku pir ji wan çava me hez kir

Me dil da te , te çû a xwe di mer dî


Birîndarim te xist çavê mi hêsir

Dilê nazik li min sotî bi agir

Û hişşê min bi carek te ji min bir

Sipî bû lê li ber çava mi zer dî


Pirin derd û xem û êş û kulê min

Çi bar îro te daye ser milê min

Te ez kuştim bese ma qey dilê min

Li wê çola ku vala te ji xwer dî


Jiber çava xwe dûr nakim xwe dûr mek

Were ba min çilo min dil vekir vek

Ji dil îro bera carek bibêjim

Di cîhanê mi rojek xweş bi ter dî.


142


Ger Tu Nizanî


Herdû buhane

Çavên teyî reş

Qurban te nadim


Kessî metirse


Ger tu nizanî

Min dil ji bo te

Tev derd û jan û


Are’ bipirse


Piştî mi dil girt

Wez dil ketim te

Qurban metirse


Dûrî te narim


Ez te nebînim

Dengê teyî xweş

Her dem neyê min


Qey bi xwe karim


143


Roja me hev dî

Ew roj çi xweş bû

Ez dil ketim wan


Çava, nema min


Yarê xwe girt , ez

Bûme evîndar

Cerg û dilê xwe


Da ber xema min


Ger tu nizanî

Va ez dibêjim

Ya ku dilê min


Kirye du nêvî


Can û serê min

Ger tê herin ez

Jê na qerim na


Mame li hêvî.


144


Ji Rê Derkev


Ez li ba te hew dimînim


Zê ji nû l hêvya çi bim


Bes tu bawer nek tucarî


Ez li te poşman bibim


Va niha tu min dibînî


Wez li ber çavê te me


Lê sibê kes pê nizanî


Ka ezê îdî l ku bim


Ev ne salek em bi hev re


Va ketin sala deha


Bîn bîra xwe bê te çend soz


Dane min hetta niha


Sed hezar xap û derew her


Te li min kir lê çikim


Mam bi ter hetta te çav û


Dil li min kirne zuha


145

Ger bi hejmêrim kulê xwe


Van birînê vî dilî


Wek di hejmêrim sitêra


Yan zuxir, ax û xwelî


Pir dixwazim zû ji ba te


Ez herim tej bîr bikim


Na ji te tiştek mi navê


Bes ji rê derkev hilî.


146

Buhar Hat


Buhar hat ka tujî wer

Gelek xweşe meş û ger

Li nav baxê gula ew

Gulê sor û gulê zer


Birîndarim , ji derdê

Te ez termim li erdê

Were ma qey wilo ez

Ne kurdim wek te kurdê


Dilê nazik ji min bir

Te ez kuştim ji hindir

Heta kengî , nizanim

Bidim dû te , vir û wir


Buhar hat ka were zû

Xeyala te rihêm tû

Ji ber çavê mi nare

Berê xwe ez bidim kû.


147


Çi pê Hat Dil


Çi pê hat ev dilê nazik

Çima îro birîndare

Ji ber derda dinalim ez

Wekî min kî wilo jare


Ji ber derba te yara min

Nema tê qet debara min

Pelê mane di dara min

Li ser tulyan bi hejmare


Dilê min pir keser têde

Hezar û sê sed û zêde

Mi nayê xew bi şev pêde

Bi dil çibkim evîndare


Di cîhanê heta saxim

Ji bo kessî xwe danaxim

Dil û çavan ezê raxim

Ji bo te, hem hinav ware.


148

Tîrê Çava


Tîrê çava ne weşîn


Min ne kuj nû sosinim


Dengê dil ma nayê te


Ban dike ne dijminim


Ban dike rewşa gula


Derd û êşa me dila


Bû demek pêvî kula


Her bi sûnd ez naçinim


Agirê te xiste dil


Heyv û sala na vemir


Hêviya her kes xwedê


Wez li te nakim nifir


Kûre dewsa xencerê


Lê ji desta çi derê


pêvî ez têxim erê


Ber dilê xwe sed kevir


149

Geş bike dilkê nexweş


Da ji nû bigre xunav


Qet nema digrim xwe ez


Te birîn kir kef û av


Bêje ta kengî girî


Wez li nav vî agirî


Ê te a te berberî


Ya dilê min lave lav


Ka mi dî ku herdû dil


Bûne yek ber bayê kur


Ev riya tarî ji nû


Ta serî meb hevre bir


Lê erê hêvya ji dev


Her wekî xewna bi şev


Ku bi cî bê dûre ev


Ta bibînim çû emir.


150

Kî kare pê


Ez nikarim pê gula min


Sor gulê kî kare pê


Ez bi destê rast silavê


Lê dikim , destê çepê


Ew didî min wez nikarim


Jêre bêjim bê çima


Çav reşe , kember zirave


Rû ji xwe roka sibê


Ez ditirsim jêre bêjim


Wê silavê hew bike


Ez nema rindê bibînim


Qey bi min ev hindike


Hez dikim jê wek rihê xwe


Ez nema zanim çikim


Eşkere va ez dibêjim


Pê nikarim xweşşike


151

Awirê çava nizanim


Xencerin yan awirin


Lê tenê tiştê dizanim


Agirin ew agirin


Na ne şerme ger bibêjim


Ez li ber wan bê devim


Bê zimanim , lê çiqasî


Me b kujin em na mirin.


152

Ji Rê Birim


Ji rê dîsa birim ez

Silav da min xwe baş kir

Dilê min jê tujî bû

Bi yek gotin mi haş kir


Bi yek gotin vegeryam

Ciwan ،piştî mi pîr kir

Çi zû bêhna mi der ket

Mi êşa xwe ji bîr kir


Li hev hatin ez û wê

Ji dil der bûn kul û derd

Çi bêjim ez ji kêfa

Nema hildigre min erd


Xwezî her dem buhar ba

Li van herdû dilê kul

Bi hev em şa bibana

Ez û wê.. bilbil û gul.


153


Ji Çava Dûre


Xew nakevî çava bi şev

Îro ji ber derd û xema

Êşa te der nayê ji dil

Ta ez hebim ew têde ma


Çend sal li ser te dil kulim

Ranakevim hetta sibê

Benda te me sebra dila

Benda te me kengî ti bê


Hêsir zuha bûn zû were

Rake dilê jar û mirî

Piştî ewan çavên du girs

Ma tê xewa kê bê girî


Derman bike zû vî dilî

Jê der bixe derdê giran

Çend sal ji çava dûre , lê

Navê te her dem ser ziman.


154


Ma Ne Bes ?


Ma nebes ev ser giranî


Sor gula min bilbilim


Ez evîndarim ji zûve


Nej niha de dil kulim


Wer li min carek bipirse


Westiyam ez ma nebes


Nej niha de ez dinalim


Şev şiyarim çav şilim


Wer ezê çav û dilê xwel


Ber te raxim bes ti wer


Ma heta kengî binalim


Dev ji vê payê biqer


Guh bide qîr û hewar û


Nale nala min bi şev


Ez li ser erdê dinalim


Bes li ezmana biner


155

Min te xist çav û dilê xwe


Nav mijanka nav reha


Min ji te hez kir ji dêlva


Yek dilî na na b deha


Lê çikim piştî evîna


Çarde sala dilberê


Ez li ku me lê biner û


Til ku ye dilber niha.


156

Pirs û Silav


Xort :


Tu çawa ye tu başî

Xuya nakî çima lê

Ji bîra min tu naçe

Şev û rojan delalê


Keç :


Mirî bûm bê te mîna

Pela zer û ti bavê

Te rih anî bi min ve

Bi vê pirs û silavê


Xort :


Dikim nakim şev û roj

Ji bîra min tu nare

Bese ev ser giranî

Bi min zanim tu kare


157


Keç :


Silavê min ji bo te

Ji vir lawo heta wir

Li kennê min ne ner ez

Birîndarim ji hindir

Xort :

Bi dil tiştê te kir , na

Nekir wek te tu kessî

Te xistin dil çiqas êş

Ne bêhtir bin , sed û sî


Keç :

Çi derdê te hebin ew

Ji derdê min ne bêtir

Hela min bir dilê te

Dilê min ê mi kê bir ?


158

Ji vir Çûn


Me dil têşe li ser wan

Ji roja ku ji vir çûn

Heta yek tê ji dil der

Hezar kul dikevin şûn


Ji wê roja ji vir çûn

Dinalim bê debarim

Şiyarim nakevim xew

Dixwazim lê nikarim


Ji wê rojê dinalim

Nema xweşşe bi min vir

Newêrim ez ji derda

Tenê rûnim li hindir


Belê çavên belek reş

Kula wan pir girane

Ji ber çavê mi narin

Di bîra min de mane.


159


Çi Poşmanim


Silava me buha ye

Li te xayin herame

Li piştê çend meha mam

Te serdanek neda me


Ji te sar bû dilê min

Nema hej te dikim ez

Ji çavê min tu der ket

Te wa kir ma çikim ez


Li te nakim silavê

Çi maye ser bitirsim

Dilê min ger şikest çû

Li kesî hew dipirsim


Mi dil da te li benda

Te mam sal û meha ez

Bi çavê min nebû xew

Çi poşmanim niha ez.


160

Agirê Dil


Ev agirê dilê min

Dikim nakim venamre

Eşqa te çû heta ez

Nemrim di dil de namre


Ji boy derd û birîna

Dilê min bûye nêçîr

Di zindana evîna

Te zanim mame hêsîr


Heta saxim dilê min

Bi derd û êş û jan ma

Heta saxim rihê min

Navê te ser ziman ma


Eşqa te na guhêrim

Nadim bi ya tu kessî

Xwedî soz û qerarim

Li min ma te nepirsî


161

Dilê nazik tu zanî

Mi da te ma mi da kê

Çi hat îro serê min

Bipirse her ji xelkê


Şeva min pir dirêje

Li min der nakeve rok

Çi tê têde serê min

Dirêje gelkî çîrok..


162

Nikarim Pê


Gula min xweş dizanî hez dikim jê

Li ber dil wek şekir şêrîne ana

Ji lewra ew li min pir dike payê

Dikî carek silavê û deha na


Bi paya xwe li min cerg û hinav sot

Ji parîkî dilê min kir du parî

Ezê çibkim li ber dil pir buha ye

Nikarim pê nikarim ez tucarî


Nikarim pê çiqasî hez dikim jê

Evîndarim li ser wê har û dînim

Bi dil çidkî çi nakî ez nizanim

Bi her tiştî bera qîma xwe tînim


Bera naz û delala ber dilê min

Heta jê bê bikî payê li min ew

Heger îro ji destê min bi dûre

Bi bawer bin sibê ez wê dixim xew.


163

Çavê Te


Çavê te pir delalin


Wekî çavê te rindê


Li ezmana nizanim


Zanim tunen li erdê


Nû min çavê te dîtin


Ez çend meha nexweş mam


Çikim ez bûm evîndar


Xwedê ez dil tenik dam


Jana te xist dilê min


Derman tune li hember


Evîna te li min sot


Ne bes dil , pê heta ser


Ji nûve ma dikarim


Dila piştî te bigrim


Heger nemrim ji bo te


Nema ej nivre dimrim.


164

Dil Nazikim


Ma çima pêjna te nayê


Kê dilê te hiştiye


Zû were ez te bibînim


Vê kulê min kuştiye


Ev heye çend ro nikarim


Rakevim bawer bike


Wek dilê min bir bizane


A ji min bir hiş tiye


Ma heta kengî binalim


Çav li rê benda te bim


Ma ne bes êş û kula te


Man di dil hetta hebim


Zû were ma tu nizanî


Ez çiqa dil nazikim


Wek pela şînim dixwazim


Şîn bimînim zer nebim


165

Min digo wek min nikarî


Bê mi naxwe yek libê


Ger hema carek binalim


Tê li ser dengê mi bê


Tib xwedê kî bes bi derda


Min bikuj, îro were


Kêr giha hestî ji nûve


Qey xwe digrim ta sibê


Ez nema karim hinavê


Min li ser te hate der


Çû mi da dû vî dilê xwe


Çib serê min hat biner


Bê te ma çibkim ji dil ez


Sûnd bi yezdanê li jor


Ez dilê te hew dihêlim


Bes hema dîsa ti wer.


166

Gulê Çû


Pişta xwe da min


yarê bi rê ket


Bûm wek kevoka


Çav xencerê ket


Dîsa tenê mam


Zanim nema tê


Na na nema dil


Çav por zerê ket


Ma tê xewa kê


Piştî gulê çû


Agir di dil de


Hêsir li ser rû


Zanim bi sala


Benda bimînim


Ez hew dibînim


Jê yek tenê mû


167

Pişta xwe da min


Zanim nema tê


Hêsir ji çava


Ava çema tê


Wê kî derîne


Piştî gulê çû


Vî agirê dil


Kî vê şewatê


Bar kir ji vir çû


Hiştim tenê wê


Şûrê xwe danî


Ser gerdenê wê


Sed sal herin tê


Nakim ji bîr na


Wan gotinê xweş


Ez wî kenê wê.


168

Êşa Dil


Ji êşa dil dinalim

Diçim lêva b dirana

Bera wa bê li min ma

Hewara min bû ana


Li ber te ez şikestim

Devê min hat girêdan

Mi va êşa xwe nas kir

Çi bêjim kanî derman


Mi nas kir bûm evîndar

Dilê min dîn û har bû

Ji gava xencera te

Di nava dil de xwar bû


Evîna te bi rastî

Jiyana min guhert tev

Dikennim pêre digrîm

Şev û ro bûne wek hev.


169


Dil Perçe Bû


Pir nazike dilê min

Bes awira li min ved

Derba te çû li min hat

Dil perçe bû j sedî sed


Girsin çiqas delalin

Çavê te wek çirane

Dil nazikim, ji wana

Awir rimê birane


Çavên belek reş û girs

Awir ji agir û pêt

Nû min te dî’ bi carek

Min rih li ser te avêt


Ger dîn bibim li ser te

Bawerke ne ecêbe

Nemrim ji dû te îro

Mirna mi wê sibê be.


170

Neçe Yarê


Neçe yarê dilê naz

Nede ber êş û jana

Xwedê ahê dilê min

Ji ter nahêle na na


Ti xweş zane ji zûve

Ji bo te dil birînim

Tenê dermane dengê

Te bê min te bibînim


Neçe yarê nikarim

Evînî êş û derde

Dilê min hîn biçûke

Bi çolê de ne berde


Nikarim ej te dûr bim

Mi dîn û har û gêj nek

Mi navêje , zimanê

Neyara l min dirêj nek


171

Ji te pir hez dikim ez

Mi navêje tucara

Li cem min be şev û roj

Di ser qehrê neyara


Di ser qehrê neyara

Neçe yarê ji ba min

Bi soje kezeba wan

Çima tim kezeba min.


172

Ka Ew Silav


Ka silava te delala


Ber dila ka ew silav


Ez li benda wê silavê


Mam heta kettim ji gav


Ma çima carek li halê


Min hema tu na nerî


Ez ditirsim ew dilê te


Der keve dil bes bi nav


Ez ketim bextê te cana


Min bi wan lêvê xwe lê


Bik silav geş bik dilê min


Der bixe jê vê kulê


Şev şiyarim bê tebatim


Ez nema karim bese


Ev heye çend sal dinalim


Bes ji bo bîn kim gulê


173

Ev heye çend sal dinalim


Bes te ez kuştim heger


Wa ji dil min hej te nekra


Ta niha ned mam bi ter


Te z hilandim , zû silavê


Bik nema karim bi xwe


Dil birîndarim ji hindir


Na li kennê min ne ner.


174


Te Sozek Da


Te sozek da dilê min

Dilê nazik nexapîn

Bihêl ez te bibînim

Ti wê sozê bi cî bîn


Evîna te bizane

Buha ye pir li ba min

Bese dîsa ne soje

Dilê min , kezeba min


Were ez hew xwe digrim

Gelek têşim were zû

Dilê min wek gulê ye

Heger ew çilmisî çû


Heta kengî li min ser

Giranî , zû were bes

Ji te pêve dilê kul

Rehet nake li min kes


175

Heta kengî , nizanim

Ezê l ber te bigerim

Evîna te z hilandim

Li xwe va ez dinerim


Ji zûve çav li rê me

Bese ez westiyam wer

Kula ket dil bi sala

Nema ew tê ji dil der.


176

Ne Şaşim


Vê ne bêjin ez ne şaşim


Dev ji min berdin hema


Wê hela kuştim delala


ber dila’ ma win çima


Dev ji min berdin mixabin


Ez ne şaşim lê çikim

Soz mi da wez mam li ser’ bes


Ew li ser a xwe nema


Soz me da hev em heta mir....


...nê li ba hev bin li vir


Dev ji hev em bernedin van


Çend meh û sal ên emir


Lê çikim îro hevala


Do’ bi mir derket neyar


Win li min negrin tucarî


Qey mi bîra vê dibir


177

Ez ne şaşim vê ne bêjin


Neb tenê ez dilgirim


Kî bi derdê kê dizane


Ez li kessî nagirim


Ma ezê çibkim’ dilê min


Pê nikarim nazike


Min çilo çavên du reş dî


ez li ser wana mirim.


178

Evîndarim


Evîndarim evîndar


Heval û dost û nasim


Ji te pir hez dikim ez


Ji çavê te nexasim


Ne şaşim ger bibêjim


Bi wan çava te min kuşt


Li ser te hilliyam ez


Gihiştin hev zik û pişt


Evîna te xwe berda


Ne bes dil , her derê min


Ne şaşim ger bibêjim


Ji pê hetta serê min


Evîndarim, bi derda


Dilê min te tujî kir


Tu nabîne li ser te


Çi zû min por sipî kir.


179

Çima Çû


Kula te ez hilandim

Kirim ta û kirim mû

Tu vê derxe j dilê min

Ji ba min tu çima çû


Te talî ez firotim

Li bîra xwe te nanî

Ji wan soza hema yek

Te çawa li xwe danî


Ji ba min çû te hêla

Dilê , min da te bişke

Emir çû nû mi naskir

Dilê xelkê çi hişke


Dilê xwe min sipart te

Mi go hew ser ditirsim

Bi carek min nebir bîr

Li te xayin bipirsim.


180

Heta Îro


Heta îro delalê


Li ber te ez digeryam


Çi gava min te dîba


Dibûm baz û difiryam


Ji emrê min gelek çû


Li pey te wa her û wer


Ji min hew tê bese lê


Ji a xwe ez vegeryam


Ji derda hew dikarim


Ne rabim ne bimeşşim


Di dara şîn tenê wek


Pela zer ez diweşşim


Dilê te ma wilo ew


Ti hêvya ej te nakim


Ji ter çibkim, dizanim


Li ber çavê te reşşim


181

Bese min ev kul û êş


Evîna te mi navê


Ne dînim hilkişim jor


Dizanim tê mi bavê


Ji nû soz be li ser min


Nema ez dil disojim


Ji ter kê go vedimre


Di dil, agir bi avê.


182

Veger


Ji bîra min tu nare

Dilê min têde agir

Ji zûve bendewarim

Li wir çidke were vir ?


Di vî halî , şev û roj

Wilo mest û birîndar

Mi sê meh bê te bûrand

Ezê bimrim bibin çar


Di van her sê mehan de

Ne rêkir lê te namek

Mi nefroşe bi erzan

Bi gotna dijmina mek


Dixazim te bibînim

Li ber çavê xwe her dem

Bi canê xwe te nadim

Bi vê erda li ser em


183

Bi şev perçê dilê xwe

Li şûna te didim hev

Ketim taya xwe, yezdan

Li pişta min be îşev


Veger şake dilê min

Heta kengî gunehkar

Evîna te mi pîr kir

Meşandim zû li ser dar.


184


Zora Mi Naçe


Zora min tu nabe


Na yarê tucarî


Ranazim şev û ro


Ma wek min tu karî


Roja 'z te nebînim


Mest û serxweşim ez


Tew derdê dilê min


Nek behsa hezarî


Qurban hêsirê van


Çavê min bihejmêr


Tê derxe li dil xist


Çend tîr û te çend kêr


Çawa ta niha ez


Saxim vê nizanim


Na, zora mi naçe


Ez şêrim keçê şêr


185


Barê min girane,


Wek barê mi nîne..


Min hilgirt bi sala


Kî rokê hilîne?


Dildarim, bi derda


Kes zora mi nabe


Deh sal û birîna


Dil hîn ew birîne.


186


Silav Da Min


Ne kuştim.. lê bi saxî


Hinavê min li min sot


Silav da min bi desta


Tu çawa ye? Bi dev got


Bi dev got min: tu başî


Çiye halê te lawo


Mi jêr go: ez ne başim


Li çid' pirsî tu haho


Di cî de da girî wê


Li ser halê mi girya


Mi go: megrî, bese min


Li min va tu vegerya


Ji fedya, hêsirê xwe


Veşartin wê ji ber min


Birînê wê xuya ne


Nihin wek ê mi germin


187

Kulê herdû dilê me


Çi dijwarin.. giranin


Wekî şêrane derdê


Dila, lê bê diranin


Mi êşa xwe ji bîr kir


Bi a wê daketim ez


Heya raket berî min


Ji nûve raketim ez.


188


Her Tu Nayê


Şev pêde şiyarin


Em herdû, ez û ew


Derdê min hevale


Wek min lê tune xew


Ez çendî binalim


Ê te her tu nayê


Bes xwel' min giran bik


Carek û me go; hew


Her şev ez dinalim


Pê zanim tu zanî


Pir têşim tu nayê


Ew soza te kanî


Sozek te bi mir da


Talî te mi xapand


Lê ez wek te nakim


Ê te, tel' xwe danî


189


Ê te her tu nayê


Ez bimrim bimînim


Her tiştî bi çava


Wek rokê dibînim


Pola ye dilê te


Nel' bîra te me ez


Lê dîsa dibêjim


Êşa tez' nebînim.


190


Min Sed Xwezî


Min sed xwezî nemrim berî

Ez wê bibînim ew perî

Çav û dil û cerg û hinav

Jêre bişînim ber derî


Min sed xwezî nemrim heya

Ez wê nebînim tê peya

Da vê kulê derxim ji dil

Besse di dil gelkî meya


Min sed xwezî ev dil tucar

Bê yar nemîne.. tim bi yar

Xweşşe buhara dil belê

Lê ez çikim.. ma ka buhar?


191

Min sed xwezî ta ez hebim

Rûnim li cem wê, ranebim

Êşa dila zore, heger

Bêşim, bi ser derman vebim.


Min sed xwezî, min sed xwezî

Em eşkere.. na, neb' dizî

Bigrin bi destê hev, li ber

Çavan, ez û wê zer kezî.


192

Riya rast


Bide ser riya baş

mede dû pera

Şeva reş li ber xwe

Tu vêxe çira

Di rojê de pênc car

Nimêja xwe bik

Mehek rojiya xwe

Bigir, ey bira


Heta ku j te bê qen ...

...ciyê bik , xwedê

Li jore dibîne

Bira guh medê

Ne malê kesî bux

Ne kessî bikuj

Riya rast xuya ye

Heta amedê


193

Riya rast bigir, ey

Bira , pêde her

Buhişta xwedan ew

Ne bin û ne ser

Cihan tevde îro

Bera ya te be

Sibê ku tu mir , ka

Çi ma, lo ji ter


Heta ku j te bê , û

Heta tu hebe

Riya rast bigir , na

Guneh kar nebe

Buhişta xwedan pir

Xweşe , ey bira

Bike j bo xwedê , da

Bi ser tu vebe


194


Bike qenciyê , ey

Bira , lê mepirs

Ji kessî metirse

Tenê jê bitirs

Xwedan pir bi hêze

Dilovane ew

Du rê dane ber te

Derîn hûr ji girs


Ji bo her kesî lo

Tu xêrê bixwaz

Çima zik reşî , tim

Bera dil te naz

Bi dil paqijî bik

Ji te bê veşêr

Te qencî l ku dî lo

Bi berde bi baz


195

Te qencî bi kê kir

Ne bêje , veşêr

Tucar qenciya xwe

Li ber ba medêr

Xwedan pê dizane

Tenê ev bese

Buhişt te divê , yan

Te textek ji zêr


Bide , naçe vala

Çi tiştê te da

Bide pir xweşe lo

Buhişta xweda

Xwedan em neda ne

Ji bo em wilo

Şev û ro bidin hev

Hezar û seda


196

Xwedan ew yeke , lê

Ne baş çend hebin

Ti fêdê l te nakin

Ji rê te nebin

Heger hate girtin

Li ber te derîk

Tu bawerke sed wê

Li ber te vebin


Ziman û du çav û

Hinav û mejî

Du dest û du ling û

Nizanim çi jî

Te dan min , xwedan pir

Fehêtim ji te

Buhiştê dixwazim

Bi dil paqijî


197

Xwedan ez hejarim

Li min tu megir

Ji bo min te kir , min

Ji bo te nekir

Çiqa qenciyê te

Li ser min hene

Sipas her ji bo te

Te çavêm vekir


198


Ji hev dûr ketin em


Ji hev dûr ketin em, wilo ma dibe

Heta key gelo wê li benda mi be

Ji nûve civana bidim kê bi şev

Li kê zê silavê bikim her sibe


Şev û ro dinalim, şiyarim bi şev

Sipî bûm , ciwanim hema ez bi dev

Ji hev dûr ketin, ez li vir ew li wir

Bi laş , lê bi dil em ne dûrin ji hev


Mi dil pêt û are ji ser ta bi bin

Diçim ber bi mirnê diçim hin bi hin

Li vir ez dinalim gula min li wir

Nizanim gelo ew dizane bi min


Çiqa ez bibêjim, bi çend gotina

Dilê kul tucarî rehet nabi , na

Bi sûnd westiyam ez li ber pencerê

Erê bendewarim li hêvya hina


199


Serê tev sipî bû nema reş dibe

Dilê kul bi sala nema geş dibe

Xwe berda dilê min evîna giran

Bi şev agirê wê çi pê xweş dibe


200

Di dil de rûne


Mi deh salê xwe bûrandin

Di qehrê de , di vî halî

Evîna te girane , lê

Xwezî dîsa du sed salî


Heye deh sal birîndarim

Çi ta digrim , hema sarim

Tu zanî ez evîndarim

Ji ber çava xwe med alî


Ji te ê dûr kevî , dîne

Di dil de rûne , hêlîne

Çiqa xwîna te şêrîne

Şekir bê te bi min talî


Tucar destê te bernadim

Bi yaqût û pera nadim

Heta bimrim niga radim

Eve gotna minî talî


201

Erê ha


Erê ha dilbera min

Silavê bik erê ha

Bi wî kennê xwe geş bik

Dilê min, wek berê ha


Bera dîsa dilê min

Li dinya yê vebe lê

Di nav baxê gulan de

Gulek min jî hebe lê


Silava te li ba min

Buha ye pir buha ye

Li çavê min binêre

Tenê îro zuha ye


Bese têra xwe giryam

Li benda wê silavê

Bera îro bikennim

Nema dîsa mi bavê


202


Nema a dil dibêjim


Nema a dil dibêjim te

Tu nayê xwar ji ser a xwe

Du çavên te hene , îro

Biner Dilber li dora xwe

Nema hêsra dibarînim

Dibînim , ez ne nabînim

Biken ê te , tu xweş zanî

Li ku xistî , te derba xwe


Ezê a dil çima bêjim

Çima hêsra bibarînim

Dizanim pê , gulek sor ez

Ji wan destê te nabînim

Dilê min ev dilê nazik

Birîndare birîndare

Ji bo çavên te, ev çend sal

Bese, ez pêre xayînim


203

Mi dil da te bi serbestî

Delala min, mi dil da te

Çilo salek , tu çid bêjî

Gelek mame li benda te

Evîndarim , meh û sala

Li benda wî dilî mame

Nema zanim , heta îro

Çima nade , çiye a te


Mi dil da te , nizanim pê

Çima ê te tu dil nade

Erê ma kê dizanî bû

Reha dil, tê li dil bade

Nema karim , heta kengî

Ezê derda bihejmêrim

Bese şêrîn, evîndarim

Evîndarê te ferhade


204

Dê û bav


Tucar qenciya wan

ji bîra mekin

Çi dê û çi bav ew

li ba min yekin

Buhişt pir xweşe , ew

kilîta derî

Dilê wan mehêlin

derî pê vekin


Dema ban kirin , zû

bi wan ve herin

Bi dev ken , berê xwe

ji wan meghwerin

Ciwanin niha win

pelê we geşin

Nema wan buhar , çû

pelê wan zerin


205

Ciwan bûn wekî we

Niha mezinin

Li wan guh bidêrin

Gul û sosinin

Ji bîra mekin ev

Li pêşya we ye

Niha win neçînin

Sibê naçinin


Dilê wan mehêlin

Bi yek gotinê

Ji wer vê dibêjim

Bira û jinê

Ji bo wan buhar bin

Gul û sor kulîlk

Xweşî û jiyan bin

Ne derdê dinê


206

Dilê wan mehêlin

Çi dil nazikin

Çi gotin çi xwestin

Bi ya wan bikin

Kula wan girane

Di ser her kulî

Hinav û dilin , dê

Û bav gurçikin


Dilê wan bijî çi

Ne bêjin tune

Li ber wan bi rêz kin

Pere ma çine

Hejîr û hinar û

Mewîj û tirî

Ne her kes bibêjî

Buhişt a mine


207

Derman tune


Derdê dila, tu jê bitirs

Derman tune, kûde here

Bawer ji erdê ger tu ket

Na ,na te ranakin pere


Derdê dila bê çare ew

Zore çiqa dijware ew

Wek agire wek are ew

Kêr û rime , wek xencere


Roj û şevan nayê me xew

Na na ne ez , wek min ne ew

Herdû evîndarin , ji lew

Yek dev ji ê din naqere


Ew kaniya min jê vexwar

Carek tenê , nakim du car

Kuştim , meşandim zû bi dar

Êşa li min bû eşkere


208


Mi zanî bû tu xayînî


Mi zanî bû tu xayînî

Berî ana mi zanî bû

Evîna te ji dev bû , lê

Evîna min çi kanî bû

Bi wî kennî , bi wan hêsra

Te xapandim gelek cara

Tu nama xwe bixwîne lê

Biner bê te çi danî bû


Te go dev ji te bernadim

Heta bimrim , heta bimrim

Ezê destê bira berdim

Bi destê te tenê bigrim

Mi zanî bû te dil pola

Ne wek min tu evîndarî

Ji wan soza , tenê sozek

Li bîra xwe te nanî bû


209

Mi dil da te , mi zanîbû

Tucarî bi te şanabim

Te derba xwe li dil xist , çû

Bi sala ket , heta rabim

Ji nîvê rê te ez hiştim

Te pişta xwe niha da min

Te ned go , lê ji zûve te

Di nava xwe hilanî bû


Ne bes çav û hinavê xwe

Bi ser de min dilê şil da

Te ez kuştim , te ala xwe

li ser laşê mirî hilda

Çi bêjim çû ji destê min

Bi derket , ez nema karim

Birîndarim , birîna min

Ji her kessî xuyanî bû


210

Bixwînin


Heta win hebin wa

Li darê dinê

Bixwînin , bidin dû

Riya xwendinê

Bixwîne hevalê

Bixwîne heval

Çi xwendin xweşe , guh

Çima nadinê


Bixwînin , bixwînin

Bi pêşve herin

Eve ya mezin , win

Li vê nagerin

Buhar bê , neyê , tim

Pelê wan geşin

Tenê xwendevan , na

Ne pel wan zerin


211

Heger win nexwînin

Bi ser nakevin

Ne bêj xwendevan û

Şivan wek hevin

Tenê xwendina we

Li pêş we dixe

Herin ser sitêran

De bes rakevin


Serê wan bilindin

Timî xwendevan

Li karin dibazin

Bi roj û şevan

Ji bo milletê xwe

Dikin xweş xebat

Bi dest wan fener , na

Ne tîr û kevan


212


Ji bo milletê xwe

Xebata mezin

Dikin , kes nizane

Bipirsin ji min

Li karin şev û ro

Bera ew tenê

Tenê ew bibêjin

Jiyan yan mirin


213


Evîna te çi kir


Ma vê evîna te çikir

Vê ez hilandim mane vê

Tu ket dilê min ،hew bitirs

Der nakeve kî têkevê


Min dî gelek derd û keser

Soza mi da , mame li ser

Jê na revim , naxim bi dû....

...... xwe , ez tucar navê revê


Îşev meh û sale bi min

Dûrim ji te , dûre ji min

Namek jibona min bişîn

Da ez bixwînim vê şevê


Can û dilê min hilliyan

Herdû li rê çav westiyan

Destê xwe ka bid min bese

Dakev ji ser pişta devê


214


Heyv û rok û sor gula min


Heyv û rok û sor gula min

Ez di nav wan şaş dibim

Ger nexweş bim , ez bi dîna

Wê tenê pir baş dibim

Min gulek dayê, ji destê

Min , negirt û dev bi ken

Bersiva min da bi na , na

Ma bi gulkê haş dibim


Nû gula min çav gulê ket

Wek gulê rû lê vebû

Bersiva min da bi na , na


Lê dilê wê tê hebû


Min ji dil pirsî , dilê min

Wer çima çû nav gulan

Tê çikî pê ? Ev gula sor

Va gula te l ber te bû


215

Lê berî pişta xwe bidmê

Gul ji destê min revand

Wek te çawa ez hilandim

Lawiko min te hiland

Gote min: ez doh nexweş bûm

Çav riya te westiyan

Zanibe heyfa dilê xwe

Min ji te îro hiland


Wa bi roja na jimêre

Tê çima sal û meha

Dûrkeve , wê mar ji laşê

Min bixun , roja deha

Gewher û zêr qet mi navin

Min ji te bes ev divê

Ev gula te l ber dilê min

Pir buha ye pir buha


216

Nema bipirs


Ji te pêve min kes

Di dil de tune

Ji te hez dikim ez

Nema vê bipirs


Di dil ma kula te

Heta ez hebim

Bi soz û qerarim

Ji min qet metirs


Di dil ma kula te

Ji te pêve lê

Dilê min venabe

Li kessî tucar


Çiqa sal herin tê

Li ser a xwe me

Ji ter min ne bes yek

Hezar sûnd mi xwar


217


Dilê min ji bo te

Cih û ware ew

Hezar soz mi dan

Dev ji te na qerim


Kula te girane

Ne wek ya kesî

Ne şaşim dizanim

Ezê pê herim


Di baxê dilê min

Tenê sor gulek

Xwe nas bik kubar , ew

Gula sor tiwî


Dilê min ji min bir

Bi yek awirê

birîndare , hîna

Te çid vê ji wî


218


Heval ên du rû


Ji derdê hevala

Heval ên du rû

Serê min sipî bû

Ketim ez çi zû

Ji nivre newêrim

Mi navên heval

Birîn ew birîne

Çi kevn û çi nû


Heval ên du rû , bê

Jimarin pirin

Dehin yan nehin , ê

Ji dil hogirin

Hevaltî ji dil be

Xweşe , lê bi dev

Ne jehre bibêjim

Gelek pê mirin


219

Di rojin fireh, tev

Li dora minin

Hevalin , heger ez

Ketim , dijminin

Ne dostin, neyarin

Hevalin bi dev

Ne alî mi çandin

Sibê naçinin


Hevalê bi rastî

Hevalê te be

Di rojin giran , wek

Girêka vebe

Hevalê du rû , na

Tu jêre tucar

Dilê xwe ne vek , û

Ne lê ewle be


220

Heval ên ji dil , ew

Ji te naqerin

Bi ter bin bi axin

Di nav agirin

Çiqa ew xweşe , ger

Di roj ên giran

Heval ên te alî

Te bar hilgirin


221


Xwezî li vir ba


Xwezî ana gula min

Li ber çava , li vir ba

Çi bêjim yan dilê min

Ne ev dil ba , kevir ba


Mizanîba girane

Bi destê xwe mi ned kir

Ku êşa min li kê ba

Nema çavê xwe vedkir


Xwezî sebra dilê min

Bi min ve zû bihata

Berî bimrim , nema ro

Li min dîsa hilata


Mizanîba heger bê

Bi çend nama , bi çenda

Minê sed nam bişanda

Bera yek wê bi xwenda


222

Hej mi nake


Li vir dimrim , li wir wê

Kirasê sor li xwed kir

Çi nama min bişanda

Bi roja wê vened kir

Şev û rojan dinalim

Hema carek nepirsî

Gelo ma qey bi rastî

Gula min hej mi nedkir


Erê talî dilê min

Di vê tirsa xwe der ket

Ji nav baxê gul ên sor

Çi bêjim a mi zer ket

Li ba xelkê buhare

Tenê ê min dinalim

Birîna min ji nûve

Çi ave ev bi ser ket


223

Mi dil dayê, mi go na

Bi dil dilber venade

Ne mare jê bitirsim

Li laşê min xwe bade

Niha îro ji nûve

Mi nas kir a dilê wê

Mi nas kir hej mi nake

Ji zûve , ne j niha de


224


Heyva li erdê


Dibêjin heyv li jore

Mi dî heyvek li erdê

Ketim bê hiş , mi go her

Dilo jaro xwe berdê


Li wê bejnê binêre

Li wan çav ên belek reş

Bihejmêre yek û do

Bi yezdan te nego şeş


Mi heyva xwe dema dî

Devê min ma ji hevdû

Çikim ez bûm evîndar

Mi da dû dil , mi da dû


Bi wan çavên belek reş

Bi wî porê hevirmêş

Çi êş xiste dilê min

Nedî min qet wilo êş


225

Li min awir veda , na

Li her kessî venade

Dizanîbû , li ber wê

Dilê min ber xwe nade


Li ber wan awir ên tûj

Bi xwe ma kî dikarî

Ne pola ye dilê min

Li dil megrin tucarî


Çi pesnê wê bidim ez

Bi şev heyve , ji xwe tew

Bi ro roke , herim ku

Li ber çavê mi ma ew


Ji wan çava mi hez kir

Çen û dêm û dev û por

Nedim wê zê bidim kê

Rihê şêrîn , dilê sor


226


Ev çarde roj


Raste dilê min maye jê

Pir gazinê min jê hene

Jê dûr ketim , ev çarde ro

Ez na kenim , ew nakene

Dîsa ji hev em xeyidîn

Ev çarde ro dûrin ji hev

Yek bû erê , lê ew niha

Derdê dilê min çarde ne


Raste dilê min maye jê

Lê ez gelek jê hez dikim

Kê go ne bahozim , tenê

Ez jêre bayê hênikim

Jê hez dikim bêtir ji xwe

Dilber dile hem gurçike

Bavo erê ev çarde ro

Ez bê dilim bê gurçikim


227

Çibkim nikarim ez bi xwe

Ma dil ji nû ra lê dibe

Nakim hedan ez rê nekim

Jêre silava her sibe

Gulkê neşînim jêre ez

Jêre ne rêkim namekê

Nayê hedana min , tiwer

Bê kêr reha dil jê dibe


Dûre ji min , roj û şevan

Nayê xewa min , bê derew

Wek min şiyare ma gelo

Sebra dilê min ew bedew

Çibkim devê min nagere

Derda dilê min jê kirin

Ez hew dizanim kî ji me

Îro , ne ez şaşim ne ew ?


228

Delala dila


Ji derdê evîna

Delala dila

Şeva min dirêj bû

Bi şev mam şiyar


Mi go qey nema ro

Li min tê derê

Ji nişka mi roka

Sibê dî li xwar


Di ber min re bûrî

Berê xwe guhert

Delala dilê min

Serê vê sibê


Silav wê neda min

Nizanim çima

Ji nû ma çilo wê

Hedana mi bê


229

Silav wê neda min

Ji min ha tune

Gelo wan du sala

Bi dil wê dilîzt


Niha nû mi naskir

Ne tiştim li cem

Bi çava mi dî , na

Ne ku min bihîzt


Çima guh neda min

Gelo ta niha

Dixapand dilê min

Bi wan hêsira


Giha min ji nûve

Berê xwe guhert

Gelo wê guhert , yan

ji tirsa bira


230


Min dil da te


Buhar hat û buhar çû

Nema dara mi pel da

Nizanim , ma guneh bû

Bi erzanî mi dil da

Mi dil da te çi bêjim

Te ez xistim bi carek

Te bîr nayê gelo kê

Bi ezmana te hilda


Gelo bîra te nayê

Di dil kê te hilanî

Ji erdê kê te hilgirt

Li ser heyvê te danî

Tucarî vê nebêj min

Bi derdê te nizanim

Xwe ned alî , bi yezdan

Bi her tiştî tu zanî


231

Te da min ew gula sor

Ji êşa dil mi qîr kir

Te soz da min , çi zû lê

Te soza xwe ji bîr kir

Mi dil da te bi erzan

Li kessî min nepirsî

Ciwanim lê bi derda

Evîna te mi pîr kir


Evîndarim, li ser te

Dinalim bê tebatim

Dibarin hêsirê min

Şev û rojan , hema tim

Bi hevre me civan da

Çima îro ne hat lê?

Mi soz da te ezê bêm

Li ser soza xwe hatim


232

Li bin dara , di baxa

Li benda te gelek mam

Mi dil da te , nizanim

Ezê çawa herim dam

Çi ba rabû li min , wez

Li nav wan ew pel ên zer

Digeryam, da bibînim

Gelo rê kir te yek nam


233


Barê kesî hilnagirim


Barê kesî hilnagirim

Sûnda mezin îro mi xwar

A ku ne pirse ew li min

Ez hew dipirsim lê tucar


Alîk me tav be, yek me sî

Ew guh bi xwe nade kesî

Rojê ne carek, na ne sî

Min lê dipirsî bê jimar


Min dil ji par jêre vekir

Lê wê ne wek min , wek xwe kir

Carek li min pirsek nekir

Bîra mi nayê na, ji par


Jêre vekir min ev dilê

Nazik , timî çavê mi lê

Bilbil ne wek min ser gulê

Her wa dikî qîr û hewar


234


Te zanîba bi halê min


Te zanîba bi halê min

Çiye bê te serê salê

Li piştê me , dizanim pê

Bi te dûre riya malê


Birîndarim bi destê te

Mi xew nayê gulê bê te

Bi ser de hîn ji min maye

Dilê te , vê nebêj na , lê


Heye dîsa bi te şa bim

Nema dînê li çola bim

Birîndarim , ezê rabim

Bi yek gotin ji te , lalê


Li te dilber silavê min

Hezar hêsir ji çavê min

Te ez dîtim , xwe bavê min

Ne pala xwe bide palê


235

Ji destê xwe te bernadim

Gulê ez te bi rih nadim

Bi wan çavê te , hilnadim

Tucar bê te , tenê alê


236

Evîna ji dil


Ne bêj ez ji te hez..

..dikim , vê ne bêj

Bi çava dibînim

Ne başin derew


Nedî min evîna

Ji dil , va niha

Di xew de dibînim

Mi ranek ji xew


Di xew de dibînim

Evîna ji dil

Evîna derew tê

Nebin ew tucar


Mi ranek ji xew , jê

Bera têr bibim

Delal ma ne bes , ez

Şiyarim ji par


237


Ji roja me hev dî

Erê ew ji par

Şiyarim dinalim

Neda min serî


Me xeyde , dilê xwe

Ji min tu megir

Ji nûve nema min

Bi te bawerî


Ne bêj min bi dil ez

Ne dûrim ji te

Birîn ew birîne

Bi derda , bi şûr


Dixwazim ji ba min

Tucar ranebe

Çikim pê ezê , ew

Silava ji dûr


238


Evîndarim evîndarim


Evîndarim evîndarim

Dilê min tev kul û derde

Mi bîr nedbir tucarî , sor

Gula min , dev ji min berde

Dixwazim , lê nema zanim

Herim kûde , perîşanim

Li jora min çi ezmane

Li jêra min belê erde


Birîndarim ji derba wê

Çima nayê mi nabîne ?

Erê kuştim li xwe danî

Niha hew li xwe datîne

Şev û rojan mi nayê xew

Ketim tayê ji ber derda

Nizanim ev çi xwêdane ?

Zivistane ne havîne!


239

Birîna min gelek kûre

Rehet nabe bi dermana

Xwezî bimrim , li dil da ba

Wilo tîrek ji ezmana

Dilê min lê venabe çû

Ji nivre ev buhara xweş

Gula min dev ji min berda

Ezê çibkim , tenê ana


Mi zanîba wilo zore

Evîna dil , mi zanîba

Wekî derya li ber pêla

Mi birba û mi anîba

Mi dil ned girt , bera îro

Dilê min wer bima vala

Ne hêsrê min bihatana

Ne zindana mi xanî ba


240


Da min gulek


Talî gulê da min gulek

îdî bera mirna mi bê

Xewna mi pê dî do bi şev

va ew bi cî hat vê sibê

Ez wê gula sor û bibîn

nadim bi baxê sor gula

Ew tizbiya sed û libek

çibkim ji wê bê wê libê


Vê ez hilandim dilberê

bavo bi dil îro çikir

Gava mi ew dî gul bi dest

hatim newalê ez ji gir

Min lê nerî , bê hiş ketim

dîsa devê min ma ji hev

Got min delal : gul çilmisî

ka zû ji destê min bigir


241

Da min gulek pêre kenî

Jarê dilê min a mi jêr

Got min ji destê min bigir

Kes wê nebîne zû veşêr

Bayê evînê da li dil

Sed ah ji destê vî dilî

Ez sûnd dixum , cihan bi min

Îro ne wek doh û ne pêr


Ez sûnd dixum piştî gulê

Ew gul ji bo min kir diyar

Îdî ji nû zanim bi şev

Xew nakeve çava tucar

Pişta xwe da min û bi lez

Çû ber bi mal , ez mam li wir

Da min gulek pê rakirim

Şîn kir li dil dîsa buhar


242

Narîn


Rindê delala min

Sed ah ji derdê te

Kê go xewa min tê

Narîn bi şev bê te

Îro ji te dûrim

Nayê hedana min

Ê min şev û rojan

Digrîm , biken ê te


Tim ken li ser lêva

Zanim , bi te zanim

Wek te ne bê xwê me

Na ez ne bê nanim

Piştî mi dil da te

Çav û hinavê xwe

Talî te ez hiştim

Dîsa ne poşmanim


243

Narîn birîndarim

Mame di xwînê de

Sed ax ji derba te

Dimrim bi şev pêde

Dîsa veger qurban

Besse te ez kuştim

Ev dil ji ber derda

Çû , rê nema têde


Min kes ji te pêve

Navê , tucar na , na

Sotin hinav û dil

Ma kê li min wana

Şaxê evîna te

Çû her xwe berda dil

Bimrim bi êşa te

Navêm tu dermana


244

Mi navê


Mi navê ez ji nivre

Dila bigrim , newêrim

Dilê nazik bi derda

Mi navê ez bihêrim

Nema karim bidim hev

Ji nû perçê dilê xwe

Şev û ro hêsirê xwe

Ji ber xelkê veşêrim


Mi navê ez binalim

Bi şev pêde , mi navê

Dilê xwe ez bisojim

Li benda yek silavê

Evîna dil girane

Newêrim jê ditirsim

Çikim pê ew evîna

Berî bimrim mi bavê


245

Birîndarê dilê min

Heta kengî bi ta be

Heger ket , ez dizanim

Tune kes pêve rabe

Serê min va sipî bû

Ne hêvîk min bi cî hat

Nizanim ne şeve tim

Ne çavê min venabe


Li dil qet ewle nabim

Nikarim tim li ber bim

Evînî zore , talî

Ezê her têde werbim

Birîna min dizanim

Rehet nabe tucarî

Erê her dem ezê wek

Pela dara xwe zer bim


246


Benda dilberê


Çend sal di benda dilberê

Têşim , bi çava xew nebû

Geş bûn dilê xelkê , ji nû

Ê min birîna min vebû


Ser ta bi pê sotim xema

Her ew dilê wê wek xwe ma

Hêvî ne bes îro nema

Kê go berî îro hebû


Dil perçe bû , ez hilliyam

Çû hew ji min tê , westiyam

Xistim ،ne pê ez firriyam

Dilber li benda a xwe bû


Dilber ji a xwe daneket

Ma ew li jor ،ala me ket

Ez bûm ،ne ew ya raneket

Ew ma di xew de ranebû


247


Ez nexweşim


Ez nexweşim derman ewe

Roj û şevan tul ba mi be

Îro dilê min xweş bike

Min têxe bin axê sibe

Îro li halê min bipirs

Dîsa sibê min bik ji bîr

Şake niha , dîsa sibê

Ev dil bera perçe bibe


Iê dîtina te min divê

Navim ji te namek , du nam

Bêje li ser bextê te be

Benda te çend sala ne mam ?

Çibkî ji min , ma ez çikim

Ev dil li ber xwe nakeve

Ê te ti çû cara sedî

Carek neçû ew wek te dam


248


Hew ez nema karim bi xwe

Îro were deyne li vir

Dîsa kevoka min sibê

Baska li hevx û her bifir

Wan dijmina em dane ber

Van nifirê zor û giran

Lê sed mixabin ku te hişt

Îro bi cî bên ew nifir


Îşev bera têr rakevim

Xewna nebînim ez bi şev

Dîsa sibê tu min bikuj

Pişta xwe bid min û birev

Îro bera nêzî te bim

Porê te ez têr bîn bikim

Destê sipî bigrim , bera

Dîsa sibê dûr bin ji hev


249


Nema dibêjim veger


Mi go , hew nema ez

Dibêjim veger

Mi çib ser çi xist, hiv ....


.....de , sala mi go


Bi te ez dizanim

Ji min ha tune

Bi te ez ne îro

Dizanim ji do


Di van hivde sala

Mi çib ser çi xist

Li ser te dinalim

Şiyarim bi şev


Ne carek te pirsî

Ne namek te şand

Çikim pê , mi navê

Evîna bi dev


250

Nema tê xewa min

Bi şev , ro bi ro

Bi xwe der dixim ez

Li min rih nema


Ji derdê evînê

Bese westiya

Dilê hivde sala

Li benda te ma


Nema ez dibêjim

Veger , çû nema

Dikarim , bi sala

Mi go ma ne bes ?


Mi da te dilê xwe

Li ser te mirim

Tu nabîne ê te

Ji pêvî xwe kes


251


Mam bi hesreta te


Digrîm bi şev , qîr û hewar

Kes ha ji êşa min tune

Her ê te giryê min bi te

Çend hêsirin ma ew çine

Bê te rehet nabim tucar

Zanim bi êşa te gulê

Talî ezê bimrim, ne dûr

Ew ro li ber çavê mine


Şêrîn bese nayê te ma

Qîr û hewara min bi şev

Laşim ji zûve bê rihim

Lê ez hema saxim bi dev

Sebra dila nû min te dî

Ez dil ketim bejna zirav

Çav ên du reş perçe kirin

Ev dil, ji nû kî bîne hev?


252

Salek me hev dî , lê erê

Çû mam bi hesreta te tim

Ez bê te wek pella zerim

Sed ah ji darê zû ketim

Salek erê benda te me

Bawer bike rojek tenê

Wer bê kul û qehr û girî

Nayê mi bîr ez raketim


253


Buha bim heger


Ji vir ez silava

Dişînim ji ter

Çiqa hez dikim ez

Ji te , lê biner

Hema yek silavê

Ji bo min bişîn

Heger ez li ba te

Buha bim , heger


Hema yek silavê

Ji bo min bi rêk

Veke pê ji ser dil

Ne yek , sed girêk

Gula pencera min

Çima na vebe

Tiwer xwe li ser wê

Gula pencerêk


254


Heger ez li ba te

Buha me heger

Birîna dilê min

Rehet bik , veger

Çeleng û şepal û

Delal û bedew

Tu nabîne wek min

Tucarî meger


Ne namek te rêkir

Ne şand yek silav

Ne pê dil te geş kir

Ne cerg û hinav

Ketim agirê pir

bi hêz û şewat

Were tib xwedî kî

Mi derxe ji nav


255

naverok


Te dil bida..................................................... 5

Evîn cenge..................................................... 7

Ezê Bêjim ...................................................... 9

Bendewarim............................................... 10

Çavên Xezala ............................................. 12

Par Min Gulê Dî.......................................... 13

Ji Dil Der Kept............................................ 14

Qamişlo....................................................... 16

Şûna Te Xuya ye......................................... 19

Terka Te Nakim......................................... 20

Gula Sor....................................................... 22

Şêrîna Dilê Min .......................................... 23

Evîna Giran................................................. 24

Mi Karîba Bi Dil ......................................... 26

Delala Min................................................... 28

Bîne Bîra Xwe ............................................ 29

Erê Yan Na .................................................. 30

Benda Te Me............................................... 32


256


Silavê Nake................................................. 34

Nema Karim ............................................... 35

Ne Her Kes .................................................. 36

Heye Dîsa.................................................... 38

Bêje Hej Te Dikim ..................................... 39

Erê Xewne................................................... 40

Tu Li Ku Ma ................................................ 42

Carek Mi Dilgirt......................................... 44

Buhare......................................................... 45

Ezim............................................................. 46

Mi Dîn Kir ................................................... 48

Delal............................................................. 49

Dema Dibhûrî ............................................ 50

Tê Here........................................................ 52

Bûm Gunehkar........................................... 54

Êdî Bese....................................................... 55

Dilê Min....................................................... 56

Bi Hêvî Me................................................... 58

Bi Meş Tê..................................................... 59

Xwe Dûr Xist............................................... 60


257


Ezê Vegerim ............................................... 62


.Imad Hemdî -LEYLAN-

Helbest 2018. ............................................ 63


Dilber .......................................................... 64

Megrî ........................................................... 65

Ger Tu Ket................................................... 66

Çûm Bixwazim........................................... 68

Evîn Zore..................................................... 70

Ne Kuştim ................................................... 71

Xeyda Evîndara ......................................... 72

Kengî Ez ...................................................... 74

Bîst û Du Sal ............................................... 75

Dimrim Li Ser Wê...................................... 76

Çawa Dikarim ............................................ 78

Rû Kenê....................................................... 79

Dîsa Dibêjim............................................... 80

Ez ne ezim................................................... 82

Salek Tê....................................................... 83

Ji Bo Çavê Te............................................... 84

Ji Min Dûr Ket............................................. 86


258


Nazdare....................................................... 87

Mam Tenê................................................... 88

Destê Te Kanî............................................. 90

Rinda Min Yar ............................................ 92

Dil Ji Te Maye ............................................. 93

Dev Ji Min Berde........................................ 94

Dev Nagere ................................................. 96

Xwezî........................................................... 97

Derdê Dila................................................... 98

Kî Min Heye ..............................................100

Gula Cûrî...................................................102

Tu Nayê .....................................................104

Bê Wê Silavê.............................................105

Biken .........................................................106

Çiqa Bigrî ..................................................107

Pîroz Be.....................................................108

Birîndarim................................................110

Mi Rê Da Te ..............................................112

Silav Kir.....................................................113

Çavin Reş ..................................................114


259


Min Dixwest .............................................116

Te Nabînim...............................................118

Rihin Em ...................................................119

Nema Soza Bide .......................................120

Ey Welatê Min..........................................122


.Imad Hemdî -LEYLAN-

Helbest 2018. ..........................................123


Min Dil Bijî................................................124

Evîna Kê ....................................................125

Li Hêvya Te...............................................126

Min Dî Keçek............................................128

Jê Bipirsin.................................................130

Tirsa Min...................................................132

Vêna Nebêj................................................133

Piştî Çi ?.....................................................134

Evînî...........................................................136

Erê Dilber .................................................137

Hêjaye Dilber ...........................................138

Baran.........................................................140

Paya Te......................................................141


260


Ger Tu Nizanî ...........................................142

Ji Rê Derkev..............................................144

Buhar Hat .................................................146

Çi pê Hat Dil..............................................147

Tîrê Çava...................................................148

Kî kare pê .................................................150

Ji Rê Birim ................................................152

Ji Çava Dûre..............................................153

Ma Ne Bes ?...............................................154

Pirs û Silav................................................156

Ji vir Çûn ...................................................158

Çi Poşmanim ............................................159

Agirê Dil....................................................160

Nikarim Pê................................................162

Çavê Te......................................................163

Dil Nazikim...............................................164

Gulê Çû ......................................................166

Êşa Dil........................................................168

Dil Perçe Bû..............................................169

Neçe Yarê..................................................170


261


Ka Ew Silav ...............................................172

Te Sozek Da..............................................174

Ne Şaşim....................................................176

Evîndarim.................................................178

Çima Çû .....................................................179

Heta Îro .....................................................180

Veger .........................................................182

Zora Mi Naçe ............................................184

Silav Da Min..............................................186

Her Tu Nayê..............................................188

Min Sed Xwezî..........................................190

Riya rast....................................................192

Ji hev dûr ketin em..................................198

Di dil de rûne ...........................................200

Erê ha ........................................................201

Nema a dil dibêjim..................................202

Dê û bav ....................................................204

Derman tune............................................207

Mi zanî bû tu xayînî ................................208

Bixwînin....................................................210


262


Evîna te çi kir ...........................................213

Heyv û rok û sor gula min......................214

Nema bipirs..............................................216

Heval ên du rû..........................................218

Xwezî li vir ba ..........................................221

Hej mi nake ..............................................222

Heyva li erdê ............................................224

Ev çarde roj ..............................................226

Delala dila.................................................228

Min dil da te .............................................230

Barê kesî hilnagirim...............................233

Te zanîba bi halê min .............................234

Evîna ji dil.................................................236

Evîndarim evîndarim.............................238

Da min gulek............................................240

Narîn..........................................................242

Mi navê......................................................244

Benda dilberê ..........................................246

Ez nexweşim ............................................247

Nema dibêjim veger................................249

تم عمل هذا الموقع بواسطة