2 قراءة دقيقة
06 Oct
KURTEÇÎROK





1
( TOPISK )
Ji mal derket wek gurekî har li otobîla xwe siwar hat, ji dawiya taxê ta destpêka taxê kir toz û icac, Siyamend li ber dîwarê mala xwe rûniştî bû, bi dengekî bilind got: çi qewimiye bavo ev ajotina bi lez , bê serûber , bi xwedê nema xelk ji xwe fedî dikin, ev çi zêde gavîne ? em tev penaberin û bazdayî ne
cîranê wî Zêdo ji mal derket got: çi bûye cîran ?
Siyamend got : kuro ma te ev bê bav nedît, çi ajotin li vê otombîlê dikir , başe zarok di rê de nebûn
Zêdo got : cîran bihna xwe fereh bike, bi xwedê ez baş wî nasdikim, ev ji kesê.........piştî do hezar û yazdeha ye, li Qamişlo nan di mala wî de nebû, kesekî silav li wî nedikir, lê îro li monîka siwar e
Siyamend li Zêdo vegerand û got: ez nabînim ew karekî dike û mala wî ji xelkê vale nabe, bû tiqtiqa Zêdo keniye û got : bira serê xwe gelekî ne êşîn e , yek rêxistin û dezgeh tune ne ku jina wî nasnakin her roj li cihekî ye
Siyamend di ber xwe de tif kir û derbasî hundir bû .
Ehmed Tahir


2

KURTEÇÎROK
TOPISK
Çi cara zarokên wî û cîranan li hev dixistin, gef li wan dikirin, ez ê we vegerînim sûrî, ez ê we têxim zindana ta hestiyê we birizin , ma hûn min nasnakin , ez kîme û çi karî dikim, ji tirsa vegerê, xelkê xwe nebihistî dikir û bersiva wî nedidan, heta gihişte astekê nema di ber wan de çû xwar
Azad xwe da pêş û jêre got :
Ka bêje tu kiye ?
Çi karî dike ?
em te nasdikin wek yekî penaber, mêrik li Azad vegerand, ji partiyê bipirsin, ji asayişê bipirsin , îro ez nûnertiya we li vir dikim, gotina min yeke nabe dido, vêce bila kesek zimanê xwe dirêj nekê, divê hûn tev zanibin kesek tune ye ji me pêve, dewlet serê xwedê û hebûna.........!!!!!!!! .
Ehmed Tahir

3

KURTEÇÎROK
TOPISK
Rojane piştî nîv rojê li ber dergehê firoşgeha Rêzan li hev diciviyan, her yekî pesnê partiya xwe dida, qaşo te digot belkî dewlet avakirine yan jî çûne ser heyvê û rikberiyê bi çîn û capan re dikin li ser teknolociye , lê mixabin dema te behsa xwendin û zimanê kurdî dikir divecineqîn digotin xwendin neha bê sûde ye û zimanê kurdî ne zimanekî fêrkirinê ye , timî şerê rêxistin û dezgehên mafê mirove û sivîl dikirin, yek ji wan jêre dibêjin Ezîz
Ezîz weke dîkê eloke xwe gij dikir û xwe pir zîrek didît digot : heger li cihê van dezgeh û rêxistinan mizgevt hatibane avakirin çêtir bû bi sed carî, ma yên xwendevan û xwedî fêrname çi ji me re kirine
Salih jêre got: keko xwendin nebê kes naçê pêş û tu nabî xwedî dewlet
Ezîz got : va serkirde û rêberê me nîvek bê fêrname ne û li ser karê xwe ne
Salih dibin sinbêlê xwe de keniye û got: da tu jî li halê me bi nere em gihiştine çi astê .
Ehmed Tahir

4

KURTEÇÎROK
TOPISK
Bû kufkufa wî di nav nivanan de , xwe diqulipand vî rexî û rexê din
hevjîna wî jêre got : çi bela te ye ?
ti dibê qey deynê vêqas xelkê ji te têne xwestin
ser çokê xwe rûnişt û bi tepa li serê xwe xist û got : em ji sibê heta êvar e dişixulin wek kere û bi nîvê heq, hîn nerazîne, bi xwedê qedrê yekî tirk ji me hemiyan bihtire, do care li me pere distînin
hevjîna wî got : ji berê de dibêjin geya yê hewşê tehle
Kawa got : xwezî bi vê jî , di ser wilo de perê me jî dixwin û nadin me , we roj ne roja xêrê be roja em ji welatê xwe
derketin û me berê xwe da vir , ma ev mirovatî û kurdayetiye, na bi xwedê .
Ehmed Tahir

5

KURTEÇÎROK
TOPISK
Dema diaxifî rê nedida kesekî, xwe ji hemû kesî zanetir didît, timî pesnê partiya xwe dida, me wilo kiriye, em ê wilo bikin, derdora wî tevan dizanîbûn ew mirovekî derewîn e , di ser wilo de jî xelkê xwe dida dora wî, digotin belkî rojekê bi kêrî me werê û jêre didan ber çepke, mêrik diket çav xwe de û zêde gavî bihtir dikirin .
Ehmed Tahir

6

KURTEÇÎROK
TOPISK
Berê xwe da rêxistina mafê mirove, da gilî bike, pepûko sûcdar û tewanbar derxistin, berê wî dan asayîşê .
Ehmed Tahir  

7

KURTEÇÎROK
MÎRZA Û KER
Mîrza rojekê li kerê xwe siwar bû , ji rojavayê kurdistanê berê xwe da başûr, çû seredana pismamê xwe, ji hez kirina Mîrza qedrê ker jî pir girtin, bi roj di nav mêrgê de diçêriya û bi şev ka û ceyê hêrtî didanîn ber ker , piştî Mîrza vegeriya mal, rojekê ker filitî yekser berê xwe da başûr , cihê mêrg û ceyê hêrtî , Mîrza li ker geriya, piştî çend rojan , zanyarî jêre hatin ku ker li başûre, Mîrza ker anî mal, heftiyekê ew girêda, dilê wî pê şewitî ew berda, careke din ker berê xwe da başûr, her ew tîne û ker diçe , pismamê wî jî texsîrî nekir, çi cara ker dihat wî qaçaxê bi ker derbasî bakur dikir , karê xwe pê diqedand, heta rojekê ker li ser sînor hat kuştin û kes lê xwedî derneket .
Ehmed Tahir
 

8

KURTEÇÎROK
KERÊ BÊ KAR
Pepûko Hemzo êvar e ceyê hêrtî didanî ber kerê xwe û roja dinî dibir cot, lê mixabin ker cot nedikir , ya hê kambaxtir zîtirk li xwedyê xwe dixistin û direviya dihat malê
cîranê wî jêre got : cîran çi bela te û vî kerî ye ?
her roj te dibînim tu zû ji kar vedigerê û kerê te berî te li male
Hemzo got : cîran halê min ev e û ev çîrok min e bi vî kerî re
cîranê wî jêre got : wî birçî bike , xuya ye bitir bûye, serxwe ve çûye
Hemzo jî texsîrî nekir kaya rijî didanî ber ker, lê ker ma li ser rêbaza xwe ya berê
Piştî çend rojan cîranê wî jê pirsî, ha cîran çi bi te re çêbû ?
Hemzo got : kurmê şîrî ta pîrî, êvar e dikeve enbarê û ceyê hêrtî dixwe
bû tiqtiqa cîranê wî keniya û got : xwe jê xilas bike bifiroşe evê bibe bela ji te re , kerekî bê kar e
Hemzo got : cîran bi xwedê xelk wî dibin aş û dibin cot, rojekê kesekî gazind jê nekiriye hema ji mala xwe re pîs û qeşmer e .
Ehmed Tahir


 




تم عمل هذا الموقع بواسطة