1 قراءة دقيقة
08 Aug
Ku şêr çû meydane rûvî?

Becare Kobane


Ku şêr çû meydane rûvî?

Li şûna şer dinalim ez
Dengê girî hilanî dil
Ji bê seran bê halim ez
Ji gul kêşe derdan bilbil!

Çi awaz û dengên dirêt
Di qeşaya kes na dibêt
Weka roja sor li banî
Mehane ew ji bêhna gul!

Hebû janek ji bê kesî
Me tenê bû ji bê nefsî
Tu kengê bi xwe bihesî
Ji kurdan têt çi derd û kul!

Me zevî çand bi keda xwe
Milêv hilda ser mila xwe
Wekî parsek ji mala xwe
Neçarî yê xwe daye dil!

Ku şêr bar kir waqîn rûvî
Li şûna wî har bûn kovî
Heta kengê tim bikevî
Zevî li me kirin gilgil!

B.K.02.08.2019 serzorî

تم عمل هذا الموقع بواسطة