( Kitik û Goşt )
- Carekê ji caran bû , dilovanî li giyanê amada û guhdaran bû , hebû nebû ...
mirovekî gelekî zengîn hebû , temen mezinbû kurekî wî hebû xwedî jin û zarok bû , tim Berîka wî dagirtî pere bûn , lê tucaran hejwan nedma ew piştguh dikirin , tim perê xwe li ser dost û hogirê xwe dimezêxtin ...
- jina wî gilhê wî li ba Amê xwe kir " xezûr " : kurê te ez û zarok piştguhkirme û li ba hevalê xwe her gav û çax derveyî malê dimîne dileyîze û "wê quzelqurtê " divexwe ...
- Piştîî demekê Bavê wî bakiryê û jêre got : kurê min dostê te nerastin bi tere tenê dibin lê nadin , jite dixuin lê kenê xwe bite dikin , got û got lê bê encam mixabin gotnê pîro divî guhîre çûn diyê dîre derketin ...
- kalo şîretek jêre got : kurê min heger rojek hat weke min jitere digotî derket divê tu xwe bi wî tîreyê gova çêleka me têde vedhewê xwe daleqînê "darbestkê " ...
-kur go xweda temenê te dirêjke tu jimere her bimîne...
- Roj çûn û roj hatin kalo ber bidilovaniya xwedê re çû , dost û hogirê kurê wî dihatin dixwarin û vedxwarin û diçûne malê xwe bê Arîkariyekê pêre bikin ...
- Roj Biroj ev mirov Şepirzedibû û pêrîşandibû , her hevalê wî yek biyek jidorê çûn û jê dûr ketin , ta kesek serde nema çû hat ...
ewjî li zarok û hevjîna xwe vegera pêre pêre ...
Carekê Bavê wî hate Xewna wî digotyê " tîre - tîre "
Ji hevjîna xwere got ezê xwe kujim ...
- jinê gotyê : na xwe nekuje pa ez û zarokê te li ber lepê kî bimînin piştî te , va Cejna Newroz ê hat de were em tevde " ez û tê û zarokên me " bihevre herne Ahinga Newroz ê ji zûve em bihevre nedrketne deverekê , tim tu bi wan kesanre derdiketî û te perê xwe liwan hevpardikir û niha yek jiwan di tengiya tede tu nabînê , bihevre Sozdan ku vê Cejnê tevî zarokê xwe derkevin , lê mixabin dipêrîşaniyê de piştî têrbûniyê ...
- Êvara Newrozê bi Sema û dîlanê û sitranê netewperwerî derbaskirin ...
- Hevjîna wî jêre got : me tiştek nîne ji bo em bixwere bibin Newrozê , lê Qazeke me heye emê jixwere goştê wê çêkin û hinek nanê sêlê û dinavde goştê qazê pêçin , de Cejna me bixweşî derbasbibe , wisa kirin paşî xistin di legenekêde û nixumandin da Roja Ahinga Newrozê bixwere bibin û bixwin , lê ya xweş naçe serî ?
- Êvarî dema ew tevde dixewde bûn " kitkê gewr " kete ser goştê qazêde , ji nan û hestiwê rût pêve nehiştin...
Dema ji xew rabûn hevjîn bitepa hate serê xwe , lê mêrik ber dilê wêve çû hinekî xweşkir , bêçare man ji nanê ku goşt pê hatibû pêçan pêve bixwere nebrin û bidilekî şkestî berê xwe dane Ahinga newrozê ...
dema bû çaxê firavînê her kesî xwarna xwe çêkir û sêv pirtuqal û dendik gelek tiştên xweş anîbûn , ji fediya xwe dane qurçikekê nanê ziwa ku bihna goşt jê dihat dexistin û xwarin , hinek ji hevalên wî yê berê diber wanre çûn kenê xwe bi wan kirin...hhhhh nanê tisî
Ji wanre got : mejî goştê qazê çêkiribû êvara cejnê li kitikê bi şev xwar ji nan pêve nema?
hhhhh kitik goşt xwar hhhhhh
Bû pëkenokê wa...
Êvarî piştî vegeran ji dil xemgînî raza , dîse pîro hate xewna wî "tîre - tîre" ji xwere got : divê ez şîreta bavê xwe pêkbînim , di wê kêlîkêde çû govê werîs xiste qirka xwede û xwe daleqand lingê xwe li qotîka libin xwe xist û "şehada xwe anî " ji nişkêve tîre hate xwarê û zêr ji banîve ketne xwarê dinava zêra de teqinî ...
Ji nûve gotinê bavê xwe tanîn bîra xwe , hat jihevjîna xwere got , jina wî jêre tiştek got da roja dî pêk bîne...
Ji hevalên xweyê berê re şiyand da werin xwarinekê bixuin , bû çaxê firavînê dost û hogirê wî tev hatin heryek jiwan sênîkeke gekekî piçûk danî ber wa , lêbûrîn jiwan xwest û got : hêjano gelkî li min bibûrînin , lê legenê me di kadînêdebûn , mixabin mişka hemû qulkirne û xwarine ...
- tevan lihev meyzandin û bû tiq tiqa wa ye go wisa mişka yê minjî xwarine , yê gotî tu rast dibêje û yê gotî xem tuneye hhh
- Rabû ser xwe tevde pêre rabûn û got :
- dema pêrîşaniyê , wê çawe kitik goştê qazê bixwê..?
Lê dema zengîniyê mişk dikare lrgena bixwê ...
Ji vêkêlîkê ve ne ez we nasdikim û nebiser minde werin ....
(( Kesê nekê biya mezina , biwanve çêdibe stirhê bizina ))