1 قراءة دقيقة
02 Aug
Kenê bi neyarî?

Becare Kobane


Kenê bi neyarî?

Ê li min kir buharî
Kenê dijmin diyarî
Bê hişo xwe nexapîn
Di paş wîde neyarî!

Ew kenê xapandinê
Bikevî nabêt gunê
Pişta te ji xwe tinê
Bê watene hewarî!

Ew reviya tu pê de
Çaxa ku ket tu lê de
Banga xwe di xwedê de
Bi hişan xudî şarî!

Neyar tê te dev li ken
Marê tu'iman li te gen
Carek sist ke tu wî ben
Çi jehrek pir dijwarî!

B.K.22.07.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏طبيعة‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة