_Kanî warê bavê û kala
_Kanî hêza apo û xala
_Îro maye bê dost û hevala
_Roj diçin nabînin sersala
_Ka vegerînin Kaniya Xezala
_xulxula dengizî, ava zelala
_Ew kebaniyên ber mala
_Ew nexşeyên li desmala
_çîvçîva çivîka li ser dara
_Ka vegerînin Kaniya Xezala
_Ka dewatên bi def û dîlana
_Li gundiyan xelatên mîvana
_Dest heneya bûkên delala
_Çêroka pîr û kala
_Ne heyf li Kaniya Xezala
_Ka rêçûna geşt û seyrana
_toza qirêj xwe lê dimala
_Ne zarok kûlîlk in ne jî hat bihara
_birîn germ kûre ne sara
_Ka vegerînin Kaniya Xezala
_Ka xemilandina bejna bajara
_Ew zeytûna li kenara
_Buhişt bûye dojeheke bê agir ,ara
_Ne heyf li Kaniya Xezala
_Derheqa wê derheqek bê hala
Ka vegerînin Kaniya Xezala