1 قراءة دقيقة
19 May
.......jiyan......

Halima Can Kobani


Ez di jiyana xwe de

Tim jar û histixar bûm

Bindest û bar giran bûm

Bêkes û hêvîdar bûm

Kesera min li dû hevalan bû

Hestên min tim birîn bûm

Mafê min tim winda bû

Felek ligel min tim xayîn bû

Dinya li ber çavên min

Tarî û bê reng bû

Derd û xem herdem para min bûn

Halima Can Kobani 

/5/10/2017

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة