Di ferhenga evîna te da, Min tîpek dît.. Min pirsek dît.. Min lavek dît. Ez pê hatim girêdan! Di paşûla te da, Min buxçikek dît.. Min girêkek dît.. Te parasti bû, Di wê buxçikê da Niviştek veşartî bû! Ew nivişt gotinek bû, Ew jî diyariya mine bi zaroktî bû Yarê ku têde danî bû.. Bi dijmin re.. Nebêje bira?!.