1 قراءة دقيقة
16 Nov
Hevrîn

عبود ابو هوكر


Hevrîn

Gula jiyanê
Xanima çav reş
Ew çi bikin
Emê
Te hilgirin
Hembêz bikin
Bi jana evînê

Heger ew
Li ser termên te
Bikin dîlan
Dîlana serxweşî yê
Emê
Li ber kêla serê te
Biçînin gula jînê

Heger ew
Spîka çavên reş
Birjînin
Nerînan vemrînin
Kenê li ser lêvan
Hilînin
EMÊ
Çirûsk û birûskên
Kirasê keskesorê
Li bejna vîna te
Bipêçin û bicivînin

Heger ew
Ji wê bangê
Saw û nehebitin
EMÊ
Bizava dîroka rûmetê
Bi mohra te
Tapo bikin
Paşeroja jiyanê
Bi bûyera kaniya xwînê
Buhara mirovan
Pê bixemlînin
Hevrîn

Heger ew
Dîwarên xwînê
Ji têlên rêsayî
Yan
Ji lat û zinarên çiyan
Ava bikin
Emê
Bibin av û kanî
Bihêrin û hilweşînin
Û hezar,hezar...
Hevrînan bînin
Hevrîîîn

Qamişlo 9 11 2019

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏

تم عمل هذا الموقع بواسطة